Rojnamegera hatibû binçavkirin piştî çend seatan hate berdan

Ji ber ku şerê li dijî Ukraynayê şermezar kir, li Rûsyayê rojnameger Marina Ovsyannikova hat girtin.

Navenda Nûçeyan - Hêzên Rûsyayê rojnameger Marina Ovsyannikova girtin, ji ber ku wê careke din şerê li dijî Ukraynayê ku di 24'ê Sibatê de dest pê kiribû bi çalakiya protestoyê şermezar kiribû. Rojnamevan Marina Ovsyannikova ya ji ber daxwaza xwe ya rawestandina şerê li dijî Ukraynayê hatibû girtin, piştî çend seatên hatib^binçavkirin hat berdan.

Hat zanîn ku ji rojnameger parvekirinên wê yên li dijî şer ên li ser hesabên wê yê medya dîjîtal hatiye pirsîn.