‘Xebatên pêşîlêgirtina tundiyê girîng in’
Çalakvanên mafên jinan ên Başûrê Kurdistanê der barê çalakiyên pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan de gotin ku ji ber her diçe tundî zêdetir dibe çalakiyên ji bo pêşîgirtina tundiyê girîng in.
HÊLÎN EHMED
Silêmanî – Tevî çalakiyên pêşîgirtina tundiya li dijî jinan, hê li cîhan û Kurdistanê asta tundiyê zêde ye. Ji ber aqilê mêrsalar ê serdest rojane jin bi awayên cuda rastî metirsî û gefan tên û tên qetilkirin. Li Başurê Kurdistanê her sal di çarçoveya pêngava 16 rojan a pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan de, çalakî tên lidarxistin. Çalakvan bi çalakî, semîner û panelan hewldana hişyarkirina civakê der barê maf û hebûna jinan de didin.
‘Ji bo pêşîlêgirtina tundiyê divê hewldan bên kirin’
Çalakvan Rûxweş Xerîb der barê pêngava pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan de wiha got: “Her hewldana ji bo pêşîlêgirtina tundiyê girîng e. Divê kar bi riya zanist û akademiyan werin kirin. Gelek hewldan hene û ev jî cihê kêfxweşiyê ye. Lê belê divê ji bîra me neçe hinek caran bang û belavkirina hişyariyê, ger ne bi awayekî zanistî û akademî be, dibe ku bibe sedema zêdebûna tundiyê.”
‘Hewldan ji bo parastina maf pêwîst e’
Rûxweş Xerîb der barê qebûlkirina mafên jinan de wiha got: “Li hemberî mafên jinan divê em behsa erka jinan jî bikin. Erka maf ne xetek ewqas hişk e. Tiştek nerm e li gorî rewş û xwezaya civakê hatiye guhertin. Hewldanên nû pêwîst e da ku bi temamî hişyarî di nava civakê de belav bibe. Ev hewldan ji bo parastina maf û erka jinan pêwîst e û di nava civakê de belav bibe. Hewce nake jin wisa bifikirin ku mêrê li hemberî wan ji wan bi hêztir e û dikarin tundiyê li hemberî wan pêk bînin. Divê jin destpêkê rêzê ji bo xwe bigrin û tundiyê li ser xwe qebûl nekin, wê demê mêr jî neçar dibe rêzê li jinan bigre.”
‘Çalakî di civakê de guhertinê çêdikin’
Çalakvana Mafên Jinan Kewser Hesen da zanîn ku çalakî, pêngav ji bo pêşîgirtina tundiya li dijî jinan gelek girîng e û wiha got: “Ev çalakî her sal der barê rewşa jinan de tên lidarxistin. Her çendî kar der barê vê pirsgirêkê de bi riyên cur be cur gelek hatibe kirin lê belê hê negihîştiye asta pêwîst. Ji ber ku hê jî tevî van hemû çalakiyan, em dibînin rojane çend cureyên tundiyê li dijî jinan tê pêkanîn û jin ji ber hebûna gefa bav, bira, hevjîn û civaka mêrsalar întihar dikin.”
‘Divê jin şiyar bin’
Kewser Hesen behsa girîngiya ragihandinê di behskirina çalakiyan de kir û got: “Gelek jin ji bo ku tundî li hemberî wan tê kirin, weke jinên din nikarin derkevin derve û daxwaza mafên xwe bikin. Ji ber gefan li malê dimînin. Niha di her malê de ragihandin heye. Ji ber wê girîng e ev çalakî werin lidarxistin, da ku jin şiyar û bi hêz bin û berê xwe nedin xwekuştinê. Peyama min ji bo jin û mêran ew e; divê jin û mêr rêzê li hev bigrin, bi hev re bixebitin ji bo azadiya jinan û pêşîgirtina tundiyê bidin meşandin. Bila mêr jî bên nava vê xebatê û herdu alî bi hev re nehêlin eniya vê xebatê û kedê tune bibe.”