Xebat Ebaas Xelata Rojnemegeriyê ya the Fixer girt

Rojnamer Xebat Ebas a Xelata Rojnamegeriyê ya The Fixer girt di der barê armanc û rêwîtiya xwe ya di qada rojnamegeriyê de wiha dibêje: “Hemû bûyerên şer û êrîşan min şopandin kêliyên şoreşê ji bo min gelek bi nirx bûn, ji ber ez şahida têkoşîn û vîna jinan bûm û min xwest ez vê yekê bi cîhanê re parve bikim û çîroka jina kurd li her welatên cîhanê bên vegotin.”

ROJ HOZAN
Qamişlo- Xebat Ebaas li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijî, beşa zimanê Inglîzî li zanîngeha Helebê xwendiye û her xelayên wê hebûn ku beşa rojnamegeriyê yan jî zanistên siyasî bixwîne. Xebat bi despêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê re dest bi karê rojnemegeriyê kir û weke jineke rojnamevan di gelek hemle û êrîşên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine kirin cihê xwe girtiye û dikarîbû rewşa li herêmê diqewime bi raya cîhanî re parve bike. Di despêka şoreşê de bi Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) re xebitiye, her wiha yek ji damezrêneyên Ajansa Nûçeyan a Hewar (ANHA) ye. Xebat demekê karê mirovahî bi rêxistinên navnetewî re li herêmê kir nav de derfet dît ku bi medya ye cîhanî re têkildar bibe û karê xwe yê rojnamegeriyê ser asta cîhanê fireh bike. Xebat derbasî ragihandina cîhanî bû û bi gelek ajans û televizyonî Ewrupa re weke TF1, ABC, Arte, The Washington Post, The Spiegel, Dailymail û Sunday Times re kar kir.  Xebat li ser asta cîhanê yekemîn jina Kurd e xelata rojnemegeriyê News Fixer li ser sê çîrokên ku amadekiriye girtiye. Xebat Ebaas di derbarê xebatên ku daye meşandin de ji ajansa me re axivî.
Jiyan û karê Xebat Ebaas di qada ragihandinê de
Xebat jiyan û xebatên ku di qada ragihandinê kiriye wiha anî ziman û got: “Bi despêkirina şoreşê re di sala 2011’an de min dest bi xebata ragihandinê kir. Wê demê min zanîngeha xwe ya beşa Ingilîzî bi dawî kiribû û dixwest beşa ragihandinê hîn bibim, lê mixabin ji ber dijwariya şerê li Sûriyeyê min nikarîbû careke din di zanîngehê de beşa ragihandinê bixwînim. Rêwîtiya min ya yekemîn di qada ragihandinê de bi Ajansa Nûçeyan ya Firat (ANF) re destpê kir, paşê dema Ajansa Nûçeyan ya Hewar (ANHA) li Rojava hate vekirin weke endamên damezrêner min karê xwe li wir domand. Demekê ez ji ragihandinê qut bûm û min karê mirovahî bi rêxistinên  mirovahî  re weke Bijîşkên Bê Sînor, ARS û Netewên Yekbûyî (UN)  re, kar dikir.  Karê min bi rêxistinan re tecrûbeyên min zêdekirin ji ber ez di nava lêgerîna çîrokan de bûm û ji devokiya koçberên ku bûne qurbaniyên şer her min li çîrokên wan guhdar dikir. Ji bo gihandina deng û qêrîna welatê xwe bi zimanê ingilîzî min bi ragihandinên navnetewî re kar kir.  Dîsa ez vegeriyam xebatê ragihandinê, lê vê carê bi hêzeke mezintir. Hemû bûyerên şer û êrîşan min şopandin û bêbextiya ku li welatê me hate kirin ji aliyê dagirkeran ve min ragihandin.”
“Min xwest çîroka jina kurd li her welatên cîhanê bên vegotin” 
Piştî tecrûbeyên kûr di aliyê rojnamevantiyê de ji bo gihandina dengê jinên şoreşê jî xebat erkekî girîng da ser milê xwe û dikarîbû bibe dengê jinên Rojava di nav ragihandina navnetewî de. Têkildarî vê mijarê Xebat Ebaas wiha dibêje: “Kêliyên şoreşê pir bi nirx bûn ji bo min, ji ber ez şahida têkoşîn û vîna jinan bûm. Min dît çawa jin herkîn qadên şoreşê û pêşengtî jêre kirin, ev cihê şehnaziyê bû ji bo min ku îro bi kamîreya xwe ez van hemû kêliyan bikim malê dîroka pejrîna îradeya jinan. Min dixwest di nûçe û raporên xwe de ew girêdan, herkîn, coş û berxwedaniya jinan bi cîhanê re parve bikim û çîroka jina kurd li her welatên cîhanê bên vegotin. Der barê de min çîrokên hemû jinan ên ku di sazî û rêxistinên jin de cih digrin, her wiha yên di qadên leşkerî de cih digirin û jinên rojnemeger jî di nav de bi navê (Şerê jina) ji bo radyoke li Amerîka amade kir û pir deng veda. Ji van çîrokan Drama Holyood li Amerîka filîm çêkirin. Bi vê xebatê re Min dikarîbû heya astekê qehremanitiya jinên Rojavayê Kurdistanê bi tevahî cîhanê bidim nasîn.” 
Xebat bal kişan ser naveroka çîrokên ku ji bo wê ser asta cîhanê xelata rojnamegeriyê girtiye û wiha dom kir: “Xelata rojnemegeriyê  li ser asta cîhanê her sal li sê rojnemegran bi beşên cuda tê belavkririn, bi vê armancê ez jî bi sê çîrokan beşdar bûm. Ev xelat ji sala 2001’an de hatiye derxistin û heya niha tenê li rojnamegerên mêr dihatin belavkririn, lê balkêşiya wê îsal ewe ku ez weke jinekê hatim hilbijartin. Çîroka minî yekemîn der barê gurûpeke jinên DAIŞ’ê de bû ku li kampa Roj di 8’ê Adarê de roja Cejna Jinan a cîhanî de  weke kampaniya çerşefa reş ser xwe rakirin.  Bi rastî derfeta min hebû ez derbasî nav wan bibim û vê çîrokê bi çavê xwe bibînim û çêbikim. Çîroka duyemîn der barê jiyana jinên li bajarê Reqayê de bû ku nû ji destê çeteyên DAIŞ’ê hatibû rizgakirin û azadî himbêzkirin. Di vê çîrokê de min ew derketina jin ji bin zordariya DAIŞ’ê  de û beşdariya wê bi azadiyê re di hemû qadên ku pêwîste bi rastî jin lê hebe û reng bide de, derxist holê. Min di  vê çîrokê de hêviyên jiyanek nû dane pêş û parve kir. Çîroka sêyemîn jî der barê sê jinên DAIŞ yên Bêrîtaniya bûn, min dikarîbû di vê çîrokê de bala hikûmeta Bêrîtanî bikşînim ser welatiyên wan ên ku tevlî DAIŞ bûne. Bi van hersê çîrokan min xelata çêkirina The Fixer girt.”
“Ez bi vê xebata xwe serbilindim” 
Xebat hestên xwe girtina xelata rojnemegeriyê û her wiha projeyên xwe yên dema pêş eşkere kir û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Bi rastî ez bi vê xebata xwe serbilindim ne tenê ji bo xwe, ji bo tevahî jinên Rojavayê Kurdistanê, ji ber ev tê wateya ku bala hemû cîhanê li ser me jinên kurdin. Her dengê jina şerker ji Rojavayê Kurdistanê derketibû, min bi çîrokên xwe hîşt ku jin di aliyê xwe yê rêxistinî û ragihandinê de jî deng vede û bibe nimûneyek baş ji tevahî jinên cîhanê re. Ez dixwazim zehmetiyên min dîtine bi jinên ciwan re parve bikim, ji bo tecrûbeyan jê bigrin. Projeyên min yên siberojê jî hene, niha ez û 5 rojnemegerên jin ên cîhanî pirtûkekê di derbarê tecûrebên xwe yên rojnemegeriyê di nava şeran de amade dikin. Despêkê ev pirtûk bi zimanê Ispanî wê belav bibe û wê wergera wê bi zimanên cuda jî bê kirin heya dawiya vê salê. Her wiha ji ber şensê min heye di aliyê têkilî, çiwîn û hatine li Ewrupa ez dixwazim alîkariyê bidim jinên rojnemevanên di qada ragihandinê de cih digrin bi rengekî ku di navbera dezgehên ragihandina navnetewî yên li Ewrupa û dezgehên ragihandinê yên li Rojava pêwendiyê di aliyê perwerdeyan de çêbikim. Ji ber em hîn jî di rewşa şer de dijîn ez dixwazim xebata xwe ji bo xizmeta tevahî jinan dewam bikim.”