WHO: Li Sûdanên li dijî navendên tenduristiyê 174 êrîş pêkhatin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ragihand ku ji Nîsana 2023’an vir ve li Sûdanê li dijî navendên tenduristiyê 174 êrîş pêkhatine û di encama van êrîşan de hezar û 171 kes jiyana xwe ji dest dane û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Navenda Nûçeyan – Rêveberê Giştî yê Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) Tedros Adhanom Ghebreyesus, ragihand ku li Sûdanê di encama pevçûnên ku ji Nîsana 2023’an vi ve di navbera artêş û Hêzên Piştgiriya Lezgîn didome de, li dijî xizmetên tenduristiyê êrîşên giran pêkhatine.

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, di daxuyaniya xwe ya li ser platforma dîjîtal X’ê kir de, diyar kir ku ji destpêka pevçûnan vir ve li dijî navendên tenduristiyê 174 êrîş pêkhatiye û destnîşan kir ku di encama van êrîşan de  hezar û 171 kes jiyana xwe ji dest dan û 362 kes jî birîndar bûn.

Rêveberê Giştî Tedros Adhanom Ghebreyesus, ragihand ku tenê di nava sala 2025’an de li dijî xizmetên tenduristiyê 38 êrîş pêkhatiye û di encama van êrîşan de jî 933 kes jiyana xwe ji dest dan û 148 kes jî birîndar bûn. Ghebreyesus, diyar kir ku pêwîste xebatkarên tenduristiyê di dema hewildanên rizgarkirina jiyana mirovan de, bixeteriya mirinê re rû bi rû nemînin û banga “Xizmetên tenduristiyê her tim biparêzin” kir.

Tora Bîjîşkên Sûdanî, ragihand ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RFS) di êrîşên xwe yên roja Sêşemê ya li dijî li gundê El-Ghabshan El-Meramra ya girêdayî Bakurê kordofanê ya li Sûdanê de, 2 jê zarok 7 sivîlan qetilkirin û 13 kes jî birîndar kir.