Wezîra Hikûmeta Federal a Sûdanê ji wezîfeya xwe îstifa kir
Wezîra Hikûmeta Federal a Sûdanê li dijî berdewamiya darbeya leşkerî û ne cîbicîkirina rêkeftina aştiyê, ji wezîfeya xwe îstifa kir.
Navenda Nûçeyan – Wezîra Hikûmeta Federal di hikûmeta Sûdanê de, Buseyna Îbrahîm Dînar, li dijî berdewamiya darbeya leşkerî û ne cîbicîkirina rêkeftina aştiyê, bi fermî dest ji posta xwe berda.
Buseyna Îbrahîm Dînar di daxuyaniya xwe ya ku li ser hesabê xwe yê Facebookê de belav kir de diyar kir ku wê piştî derbeya 25'ê Cotmeha 2021'an wek wezîr ji bo pêkanîna peymana aştiyê, bi destxistina armancên wê, bi cih anîna rêkeftinên ewlekarî yên berfireh û rast û vegerandina penaberan û dabînkirina xizmetguzariyên pêwîst ji wan re, soza berdewamiya karê xwe da û wiha got: "Ji bo bidestxistina azadiya raderbirînê û pratîka demokratîk li welat û azadiya xwenîşandana bi awayekî aştiyane bêyî hedefgirtina xwepêşanderan, min li ser helwesta xwe berdewam kir. Divê em şoreşê temam bikin û diruşmên wê pêk bînin."