Wezaretê bersiv neda pirsên der barê qetilkirina jinan de

Parlamenterên DEM Partiyê yên Wanê Gulderen Varli û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, der barê bûyerên qetilkirina jinan ên li Wanê de pêşnamepirsa ku dabûn Wezareta Malbat û Xizmetên Civakî piştî bi mehan vegeriya, bersiva pirsan nedan.

Navenda Nûçeyan- Parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Wanê Gulderen Varli û Gulcan Kaçmaz Sayyîgît, di Kanûna 2023’an de der barê zêdebûna komkujiyên jinan ên li Wan û navçeyên wê pêşnûme pirs pêşkêşî Wezîra Malbat û Xizmetên Civakî Mahînur Ozdemîr Goktaş kiribû. Wezaretê piştî bi mehan bersiva da.

 Di pêşnûmepirsî de hat diyarkirin ku komkujiyên jinan zêde bûne. Li aliyê din rapora 2023’yan a Platforma Em ê Cinayetên Jinan Rawestînin (KCDP) di pêşnûmeyê de cih girt û wiha hat gotin: “Di sala 2023’yan de 315 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin û 248 jin jî di nava şert û mercên bi guman de mirî hatin dîtin. Di sala 2023’yan de tevî fermanên parastinê bi giştî 28 jinan jiyana xwe ji dest dane. Di sala 2023’an de ji 315 kuştinên jinan ji vê 62 jin bûne hedefa xizmên xwe. Ji van 41’ê bi tevî jinan xizmên wan jî hatine qetilkirin di 21 bûyeran de xizmên jinan birîndar bûne.”

Wezareta ku vegeriya pêşnûmepirsa ji parlamenteran re got: "Di sala 2023’yan de 273 hezar û 222 jin, 28 hezar û 352 mêr û 11 hezar û 901 zarok bi giştî 313 hezar û 475 kesan ji ŞONÎM’an xizmet wergirtine. Wan ŞONÎM ji sala 2016’an vir ve xizmetê dide û di sala 2023’yan de 4 hezar û 613 jin, 414 mêr û 321 zarok, bi giştî 5 hezar û 348 kesan xizmet kiriye.”

Bersiva pirsan nehat dayîn

Wezaretê bersiva pirsên hatine pêşkêşkirin re tu bersîv ekneda û bi van gotinan derbaz kir: “Daneyên qeydên îdarî yên der barê kiryarên ku bi awayekî qanûnî wek sûc tên hesibandin û kesên ku van kiryaran dikin û ji van kiryaran bandor li wan tê kirin, ji aliyê hînbûna gumanbariya sûcê ve heya ku di qonaxa lêpirsînê de xwedî erk û berpirsiyarî ne, ji aliyê rayedarên berpirsiyar ve tên berhevkirin. Qebûlkirina îdianameyê û qonaxa dozgeriyê bi qebûlkirina îdianameyê dest pê dike û bi dawîkirina biryarê diqede. Di vê çarçoveyê de daneyên heyî yên li ser bûyerên tundiyê, pêvajoyê û encamên dozê û belavkirina li gorî navendan li ser pergala UYAP a Wezareta Dadê, POL-NET ya Wezareta Karên Hundir û pergala daneyan a Serfermandariya Giştî ya Cendirmeyan tên berhevkirin.”

Pirsên di pêşnûmepirsê de cih girtin wiha ne: 

“* Der barê kuştina jinan de li Wanê çi planên we hene? Li gorî we sedemên bingehîn ên zêdebûna kuştina jinan li Wanê û li tevahiya welat çi ne?

* Li Wanê di 5 salên dawî de çend jinan ji ber tundiya mêr jiyana xwe ji dest dane? Ji jinên jiyana xwe ji dest dane çend kesan daxwaza parastinê kirin?

* Di van salên dawî de li Wan, Sêrt, Mûş, Colemêrg, Amed, Êlih û bajarên cîranên van navendan li ser zêdebûna bûyerên kuştina jinan ji aliyê wezareta we ve lêkolînek hatiye kirin an na?

* Li Tirkiyeyê her roj û her sal hejmara kuştina jinan zêde dibe, wezareta we ji bo van bûyeran çi dike?

* Di 10 salên dawî de çend jin hatin qetilkirin, tevî ku ji dewletê parastinê xwestin jiyana xwe ji dest dan? Tevî ku biryara parastinê heye, çima ji bo jinan tedbîrên ewlehiyê nayên girtin?

* Wezareta we der barê bîranîna jinên ku ji jiyanê veqetandin de tu xebatek dimeşîne gelo?

* Hûn ê kengî pê bihesin ku polîtîkayên heyî rê li ber kuştin û tundiya li hemberî jinan kêm nakin û zêdetir dikin? Gelo hûn di ferqê de ne ku planên we yên çalakiyê bê bandor in?"