Wezareta Karûbarên Jinan a Xezayê hejmarek jinên pêşeng xelat kir

Wezareta Karûbarên Jinan a Xeza yê hejmarek jinên ku ji bo pêşxistina civakê gelek destkeftî û xizmet pêşkêş kirine, xelat kirin.

NEXEM KARACA

Xeza- Wezareta Karûbarên Jinan a Xeza yê di çarçoveya projeya belgekirian destkeftiyên jinên Filistînî de çalakiyek bi navê "Xelatkirina Jinên Filistînê ya sala 2022'an" lidarxist ku têde hejmarek jinên ku gelek destkeftî û xizmet pêşkêşî civakê kirine xelat kirin.

Zehmetî li pêşiya xebatê Umeya cuha yê hûnerî nebû asteng

Di çalakiya bi sernavê "Xelatkirina Jinên Filistînê ya sala 2022'an" ku hatibû organîze kirin de hunermenda Filistînî Umeya Cuha jî yek ji wan jinên ku xelat wergirtiye wiha got: "Min têkoşiya ku ez bibim wênexêza karîkatoran di demekê de ev huner tenê wekî karê mêra dihat nasîn, min xwe di vê xebatê de îsbat kir. Ez rastî gelek zehmetiyan hatim ku di destpêkê de li pêşiya min bû wekî astengek ji wan zehmetiyan jî rewşa aborî bû lê min ew astengî derbas kirin. Tevî ku di tebaxa 2019'an de fonê min hat qutkirin û hisabê minî Facebookê sê caran hate sîlkirin û min bi hezaran şopînerên xwe winda kirin lê min ji nû ve hisabê xwe yê Facebookê çêdikir û peywira xwe ya hunerî domand."

Ebîr Cemal Ehmed di montackirina gelek fîlman de serkeftî bû

Rojnameger Ebîr Cemal Ehmed derbarê destkeftiyên xwe yên mezin ev tişt bilêvkir: "Karê min ê herî girîng montajkirina fîlmê Ayet El-hedara bû ku di pêşbirka Îwan a li ser asta Filistînê de pileya duyemîn bi dest xist û montajkirina fîlmê Hamiyat El-Weten ku di pêşbirka buroya rojnamegeriya hikûmetê de pileya duyemîn bidest xist. Her wiha montajkirina fîlmê "Umm Abdullaa- Hikayet Şaab" ku li Kuweytê di Konferansa Jin û Zarokan de hat pêşkêşkirin. Di heman demê de ez beşdarî berhevkirina agahiyan ji bo tîmê amadekariyê di pirtûka " yewmyat el- idwan herib hicara El-scîl" bi wateya Rojnivîska dagirkeriyê û min di pêşbirka Rita Barbuto de, ku ji hêla Saziya Adîko El-Îtaliya ve hatî pêşkêş kirin, di kategoriya vîdyoya herî baş ku bi navê farac hat pêşkêş kirin min pileya sêyemîn bidest xist."

"min nêzî 300 ders dane û 60 lêkolînên zanistî weşandine"

Dektor Xîtam El- Wesîfî ji ajansa me re qala xebatên we kir û wiha got: "Min nêzî 300 dersên giştî yên çandî, zanistî, perwerdehî û pêşkeftinê li zanîngeh û sendîkayan ji bo xwendekarên zanîngehan pêşkêş kir, zêdetirî 60 lêkolînên zanistî yên pispor di warê elektromagnetîzmê de di kovarên navneteweyî yên biyanî de li zêdetirî yek welatan, di nav de Kanada, Bakistan, Hindistan, Amerîka, Elmanya, Ewropa, belav kirin, her wiha min 2 pirtûk li Weqfa Lambert a Almanî çap kirin, di heman demê de jî min çend bernamyên televîzyon pêkanîne û dîmen kêşandiye û di xebatên Radyoyê de min cih digirt.  ez beşdarî gelek atolyeyên di warê zanistî û geşepêdana jin û mirovan de bû, min xelata lêkolîna zanistî ya sala 2017'ê ji zanîngeha Urdinê wergirtiye, ez wek seroka komîteyeke zanistî û amadekar beşdarî çend konfêransên zanistî li zanîngehên herêmî û navneteweyî bûm."

Endezyar Îslam Xelîl jî wiha got: "Îro berhema xebatên min e. Min li Akademiya El-Messîrî gelek dersên girîng dan ku min bi xew amade kiribûn, ku têgîn û rastiyên bingehîn ên girîng di mijara Filistînê de cih têde digire û dîroka Filistînê di Dîploma Lêkolînên Felestînê de û dagirkeriya Îsraîlê û terorîzma wê ya li dijî gelê Filistînê jî heye.

Endezyar Henadî Hemad di xebatên curbecur de xebitî ye û pir xelat girtine

Endezyar Henadî Hemad Saîd got ku ew wekî perwerdekarek bernameya endezyariyê li Sendîkaya Endezyaran dixebitî û dersên endezayariyê ji bo dîploma di sêwirandin û xemalndina derve de li enstîtuya Bawabat El-Mihen dida û perewdekara  waneyên perwerdehiyê ji bo xebatkarên endezyariyê yên ku di wezareta Gihandinû Ragihandin ( El-Neqil – El- Mowasalat ) dixebite , ew di heman demê de di Şerketa Wafi de di bernameyên endezyariyê de perwerdekar e bû û wiha lê zêdekir: “Min gelek xelat bi dest xistin , xelata amadekirina silogana sêyemîn Konferansa Navnetewyî ya Endezyariyê û nû avakirin Xezayê di sala 2009'an û 2010'an de, her wiha xelata Zankoya Îslamî ji bo Lêkolînên Derçûyî û nameyên Macistêr  ya 2007'an, di heman demê de min di Bernameya Jinan a Fîlîstînî ya Îlhamî ya 2022'an de wekî modelek ji bo jina Filistînî ya îlham û afirîner hatim hilbijartin û ji hêla Sendîkaya Endezyaran ve ya sala 2021'an û 2022'an sernavê Endezyarê Berbiçav hatim xelat kirin.”