Wezareta Jinan mertalê bîranînê diyarî dayika çalakvan Lîna Ben Mhennî kir

Bi boneya duyemîn salvegera mirina çalakvana mafên mirovan Lîna Ben Mhennî, Wezareta Malbat, Jin, Zarok, Kesên Temenê wan Mezin mertalê bîranînê radestî dayika Lîna Ben Mhennî, Amna Ben Xerbal kirin.

Tûnis- Duyemîn salvegera çalakvana mafên mirovan a ku rolek mezin di veguheztina pêvajoya şoreşa Tûnisê de lîst, Lîna Ben Mhannî ku di sala 2020'an de ji ber nexweşiya Adala jiyana xwe ji dest da bû. Lîna Ben Mhennî endama komîsyona Niştimanî ya Serbixwe ya Çaksaziya Ragihandinê bû, wê bûyerê şoreşa Tûnisê bi riya medyayê dişopand û berê xwe dabû bajarê El-Reqab da ku  serhildana Sîdî Bozîd bişopîne. Ji bo bîranîna wê dayika wê xelat girt.
Wezaretê ragihandibû ku kreşa giştî ya ku dê beriya Îlona 2022'an wê were vekirin dê navê Lîna Ben Mhennî lê bê kirin, di naskirina beşdariyên wê de di warê xizmeta pirsgirêkên wekhevî, edalet û rûmetê ye û ji bo xwedîderketina li keda wê. 
Wezaretê biryar da ku piştgirî bide Komeleya Lîna Ben Mhennî, yek ji pirtûkên wê çap bike û ji bo wê îmzekirina peymanek hevkariyê amade bike da ku derfetên hevkariyê bi wê re zêde bike, di warên girêdayî belavkirina çanda mafên mirovan de.