Jinên Mezebotamyayê di sedsala 21`emîn de têkoşîna xwe bi berhem kirin
Jinên Kurd ku di hembêza Mezebotamyayê de dest bi têkoşînê kirin, heta vê rojê jî bi vîn û hêzeke mezin di nava qadên têkoşînê de ne.
BERÇEM CÛDÎ
Kobanê- Ji destpêka dîrokê ve civak bi giştî bi reng, hizir, beden û xemla jinan hatine avakirin. Jinan zemînê civakê ji tevahî aliyan ve saz kirine û bi rengekî wekhev, hevbeş û demokratîk birêve birine. Lê belê rastiya ku civak li ser hat avakirin ji aliyê hişmendiya baviksalar û serdest ve hat berovajîkirin û ev 5 hezar sal e ku berdewam jî dike. Bi pêşketina pergal û hişmendiya serdest a zilam re jiyan ji hemû aliyan ve hat berovajîkirin, li şûna aştî û aramiyê şer û pevçûn, li şûna azadî û demokrasiyê desthilatdarî, li şûna jiyana komînal jiyana takekesî û koletî, li şûna hevbeşiya di navbera jin û mêr de zayendperestî û şikestina zayendan derket holê. Ji lewre heger em bala xwe bidin dîrokê em ê bibînin ku hêzên hegemonîk û serdest her tim kom, nijad û gelên xwedî dîrok û hebûneke dewlemend hedef digirtin û ew bi qirkirin, talan û wêrankirinê re rû bi rû dihiştin. Yek ji gelên ku rastî hemû rêbazên tundî û qirkirinê hat, gelê Kurd e. Kurd bi hezaran salan û di qonaxên cuda yên dîrokê de bi çewisandin, înkar û ferasetên herî faşîzane re rû bi rû mane. Ji lewre bi giranî dîroka gelê Kurd bi berxwedanê dagirtî ye.
Jinên Kurd ên mohra xwe li dîrokê xistin e
Di tevahî pêvajoyên dîroka gelê Kurd a berxwedaniyê de, jinên Kurd ên têkoşer pêşengiya serkeftinê kirine û bûne xwedî roleke ber bi çav. Ji jinên Kurd ên têkoşer ku di qadên cuda yên jiyanê de pêşengî kirin Hepsexana Neqîb, Meyan Xatûn, Zerîfe Xanim, Adîle Xan, Mîna Qazî Mihemed, Meryem Xan, Zarîfe, Besê, Deyfe Xatun, Fata Reş, Adîle Xanim, Hanzat Xanim, Mayan Xatûn, Qedem Xêr, Bêrîtan, Zîlan, Sakîne Cansiz, Viyan Soran, Arîn Mîrkan, Avêsta Xabûr, Hevrîn Xelef, Zehra Berkel û hwd. Ev jin weke serokeşîr, rêveber, şoreşger, fermandar û şervan têkoşiyan, di şoreşan de roleke bi nirx lîstin, ji bo pêşerojeke azad ji jinên li pey xwe re ava bikin canê xwe bi cesaret feda kirin û mîrateyek dewlemend ava kirin.
Têkoşîna jinên Kurd ji tevahî jinan re bû hêvî
Jinên Kurd di nava herikîna dîrokê de bi navên Gûtî, Mîtanî, Naîrî, Hîtîtî, Ûrartû, Medan û hwd. têkoşîna xwe berdewam kirine, li hember hemû êrîş û astengiyan xwe birêxistin kirine. Jinên Kurd cewherê xwe yê resen heta roja îro parastine û bi taybetî jî bi avabûna Tevgera Azadiya Kurdistanê re rêxistinbûna xwe bihêztir kirin. Jinên Kurd di sedsala 21’emîn de bi pêşengiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan partî, artêş, tevger, rêxistin û bîrdoziya xwe avakirin her wiha di nava saziyên giştî de jî xwedî nêrîn, biryar û rol in. Endama Navenda Lêkolînên Jineolojî ya herêma Firatê Rîma Ehmed rewşa jinên Kurd di dîrokê û sedsala 21`emîn de nirxand.
Jinên Kurd ji aliyê rêxistinî û bîrdozî ve di rewşeke çawa de bûn û çawa dikaribûn xwe bidin dîtin?
Dîroka gelê Kurd bi têkoşîna jinên pêşeng û yên ku mohra xwe li dîrokê xistin têr û tijî ye. Mirov dikare navê bi hezaran jinên Kurd ku dikaribûn bi nêrîn, vîn û nasnameya jin roleke girîng di nav civakê de bilîzin, bînin ziman. Em jî di têkoşînê de xwe dispêrin wan jinan. Dibe ku ew jin di şert û mercên gelek dijwar re jî derbas bibûn lê dîsa jî wan ji bo gelek berhemên bi nirx ava kirin. Di dirêjahiya dîrokê de jin û pergala baviksalar a mêr her tim di nava nakokî û şer de bûn. Jinan bi dijwarî têkoşîna parastina destkeftî û berhemên xwe kirin. Ji wê demê ve heta niha jî zilamên serdest hewl didin destkeftiyên jinan ji dest bigrin û li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin. Li hemberî vê yekê jinan xwe birêxistin kirin, hevgirtina xwe ava kirin û her tim di nava têkoşînê de bûn. Jinan di tevahî serdem û pêvajoyan de pîvan û cewherê xwe yê resen parastin, ev yek jî bandoreke xwe ya erênî li ser şoreşên ku pêk hatin çêkir.
Mîrateya ku jinên têkoşer ava kirin, bandoreke çawa li ser şoreşa Rojavayê Kurdistanê û xebatên jinan kir?
Şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi reng, deng û pêşengiya jin hat destpêkirin. Ev şoreş, xwerêxistinkirin û têkoşîna jinên Rojava xwe dispêre dîroka jinên Kurd a bi berxwedanî û têkoşînê dagirtî. Her wisa pergaleke demokratîk û wekhev hatiye avakirin ku jin di nava de roleke berbiçav dilîzin û vê pergalê di nava civakê, malbat û jiyana xwe de pêk tînin. Têkoşîna jinên Kurd bi vî şêwazî berdewam dike û dê bi îsrara ji bo azadiyê jî tacîdar bibe. Bi taybetî jî têkoşîna li dijî hişmendiya zayendperest ku jinan biçûk dibîne û gotinên weke mêjiyê 7 mirîşkan di serê jinekê de ye tên gotin, ev rewş îsrara me zêdetir dike û vîna me xurtir dike ku em ranewestin, civak û dîrokê jî sererast bikin.
Têkoşîn û hevgirtina jinên Kurd di sedsala 21’ê de rêxistintir bû. Ev yek jî di encama keda Rêber Apo ku bîrdoziya rizgariya jinan ji bo me pêkêş kir ku bi kombûn û tevlibûna jinên Kurd zêdetir bû. Gavên mezintir hatine avêtin ku jinên Kurd bi dîrok, zanist, perwerde, parastin, siyaset û hwd. re mijûl dibe û li Kurdistanê, Rojhilata Navîn û cîhanê bibe sembol.