Weqfa Qahîreyê bernameya xwe ya bijîjkî ya ji bo jinan bi dawî kir
Hebûna navendên pizîşkî yên ewle ji bo jinan pêwîstiyeke rasteqîn e, ji ber ku gelek jin tûşî encamên nebûna hin têgehên pêwîst di pêşkêşkirina xizmetguzariyên pijîşkî ji wan re dibin ku dibe jiyana wan bixe metirsiyê.

ASMAA FATHI
Qahîre - Mijara hebûna cihên bijîjkî yên ewle pêwîstiyek e ku nayê paşguhkirin, bi taybetî eger gelek jin di nexweşxaneyên dewletê û yên taybet de rastî muameleya xerab tên. Ji ber nebûna perwerdekirina pêşkêşkerên xizmetguzariyê li ser têgehên destpêkê yên danûstandina bi wan re. Têgeha jîngeha lênihêrîna bijîjkî ya ewle, tevî girîngiya wê, di xebata li ser wê de kêmasiyek mezin heye, nemaze li deverên gundewarî yên dûrî paytextê. Weqfa Pêşketin û Hiqûqê ya Qahîreyê ji bo bernameyên "Lênihêrîna bijîjkî ya ewle ji bo jinan" konferansa dawî li dar xist û tê de yekem platforma elektronîkî ya mafên mirovan da destpêkirin ku rê dide jinan li navendên bijîjkî yên ewle bigerin. Ev proje encama xebata sê salan e ji bo pêşvebirina reftara pîşeyî ya pêşkêşkerên lênihêrîna bijîşkî û perwerdekirina wergirên xizmetguzariyê yên jin li ser mafên wan ên ku ewlehiya bedenî, tenduristî û nepenîtiyê garantî dike.
Encamên herî berbiçav ên projeya "Lênihêrîna bijîjkî ya ewle" di sê salan de
Seroka Lijneya Rêveber a Weqfa Pêşketin û Hiqûqê ya Qahîreyê Întîsar El-Saîd got ku xebatên li ser vê dosyayê ne nû ne, di sala 2015'an de dest pê kirine û wiha pê de çû: "Jin di dema wergirtina xizmetên pijîşkî de rastî tundî û destdirêjiyê hatin û îro ev krîz bûye mijara axaftinê. Piştî sê salan ji xebata li ser vê projeyê ya girêdayî peydakirina lênerîna bijîjkî ya ewle, me xwest ku em jîngehek bijîjkî ya ewle ji bo jinan misoger bikin, ji ber vê yekê me rêzek broşurên hişyariyê ji bo pêşkêşker û wergirên xizmetguzariyê derxistiye. Me karî referansek ji bo bijîjk û pêşkêşkerên karûbarê bijîjkî bi giştî destnîşan bikin, ji bo şîrovekirina awayên danûstandina bi jinan re, bi taybetî jinên ku di nav wan de ji şîdetê rizgar bûne."
Întîsar El-Saîd anî ziman ku yek ji girîngtirîn destkeftiyên projeyê destpêkirina yekem sepana bi vî rengî li Misir û Rojhilata Navîn e ku bi riya wê cihên bijîşkî ji bo jinan tên ragihandin û wiha axivî: "Me rêbernameyek ji bo prosedurên ewlehî û parastinê ji bo rizgarbûyên tundiyê di her astê de, çi bijîjkî, çi zagonî û çi psîkolojîk amade kiriye. Kodeke reftarên pîşeyî ji bo pêşkêşkerên lênerîna bijîjkî di danûstendina bi jinan re dema ku xizmetguzariyên bijîjkî pêşkêş dikin, hat amadekirin da ku ewlehiya wan misoger bike."
"Cudahiya serîlêdanê di wê yekê de ye ku jin tûşî binpêkirinan nebin"
Nûnera Rêxistina Hevkariyê ya Îtalyayê got ku sepana lênêrîna ewle encama xebat, hewldan û haydariya piraniya pêşketinên teknîkî, zanistî û civakî ye û wiha anî ziman: "Tê de gelek agahiyên girîng hene. Cudahiya serîlêdanê di wê yekê de ye ku jin tûşî binpêkirinan nebin. Projeyê karîbû şiyanên zêdetirî 750 peydakirên lênihêrîna bijîjkî zêde bike da ku dermankirinek guncaw ji nexweşên jin re peyda bike. Alîkariya hiqûqî ji bi hezaran jinên mexdûrên şîdetê re hat dayîn."
"Her kesê ku beşdarî perwerdeya hemşîretiyê bû pir sûd jê girt"
Nûnera Sendîkaya Hemşîreyan a Qesr El-Eynî ya Fransayê Reda Abdul Hadî ku di dema projeyê de perwerde dît û bû koordînatora wê li parêzgehên Qahîreya Mezin, diyar kir ku ew beşek ji projeyê ye û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Her kesê ku beşdarî perwerdeya hemşîretiyê bû pir sûd jê girt. Wergirên xizmetguzariyê sûd ji projeyê girtin ku bi riya serlêdana nû, dê karibin nirxandin, pêşniyar û gazinên xwe bikin."
Serlêdan ji sê beşan pêk tê, yek ji wan ji bo lêgerîna klînîkek li derdorên erdnîgarî, ya duyemîn ji bo şandina gilî ye û ya dawiyê beşa nirxandin û pêşniyaran vedihewîne.
Hêjayî gotinê ye ku konferansa bidawîkirina projeya “Lênêrana Ewle” ku tê de ji bo sê jinan belgefîlmek li ser tundiya pijîşkî di dema girtina xizmetguzariyê de hat pêşandan û tê de behsa serpêhatiyên xwe kirin.