Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê perwerdeya kompûterê dide jinan

Rêvebera Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê Ferîde Ebdullah diyar kir ku bi dewreyên perwerdeyên didin, rola jinan di civakê de xurt dikin û asta karê wan bilind dikin her wiha bi saya perwerdeyan jin dikarin di gelek waran de bixebitin.

YUSRA EL EHMED

Reqa - Weqfa Jina Azad li Sûriyeyê bi riya dewreyên perwerdeyê yên cuda armanc dike rola jinan di civakê de xurt bike û karê wan di saziyan de bi pêş bixe.

Weqfa Jina Azad dewreyên perwerdeyên kompûterê ji bo jinan li kantonên Tebqa û Reqayê vedike. Di 15’ê Cotmehê de dewreyeke perwerdeya kompûtorê ku ji dersên teorîk û pratîk pêk tê dest pê kir. Di vê dewreyê de dersên eksel, word, power point û çêkirina dosyayan û arşîvkirina wê û nivîsîna raporê tê dayîn. Nêzî 20 jin beşdarî vê perwerdeyê bûne.

Endama rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyeyê ya buroya Reqayê Ferîde Abdullah der barê armanca vekirina perwerdeyên kompûterê de wiha got: “Ev di navendê de gaveke nû ye. Gelek jin girîngiyê didin û berê xwe didin navendê. Rojane hejmar zêde dibe. Ev yek gaveke erênî ye. Bi taybetî rêjeya zanebûna jinan di warê kompîturan de ji sedî 2 ye. Jin bi vê yekê dikarin kêrhatiyên xwe bi pêş bixin û ji xwe bawer bin, bikevin nava bazara kar û serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixin. Gelek jin hene nikarin bi nirxek biha dersên taybet ên elektronîk bigrin, ji ber wê ev perwerde alîkariya jinan dike. Bi riya perwerdeyê me xwest em hemû jinên serbixwe di civakê de bigrin bi taybetî jinên di saziyên fermî de kar dikin, ji bo ku bikaribin karê xwe bi pêş bixin û ber bi başbûnê ve bibin. Jin bingeha civakê ne û çarenûsa civaka xwe diyar dikin. Jina rewşenbîr civakeke zana û rewşenbîr ava dike.”

Ferîde Abdullah der barê planên wan ên di pêşerojê de ev tişt got: “Em ê kar li ser vekirina perwerdeyên din jî bikin û alavên kompûteran peyda bikin ji bo hemû jinên dixwazin fêr bibin derfetê bibînin, da ku tevli perwerdeyan bibin.”

‘Divê hemû jin fêrî bernameyên kompûterê bibin’

Endama Komîteya Perwerdeyê Kombûna Jinan a Zenûbiya Nûr El Huda wiha got: “Ji ber karê min hemû li ser kompûterê ye û ez li ser bernameya wordê kar dikim û raporan arşîv dikim, ji bo di karê de bi pêş bikevim beşdarî dewreya perwerdeyê bûme. Me hemû tiştên bingehîn di perwerdeyê de dîtin. Ji pêxistina kompûterê, heta bikaranîna hemû bernameyên sereke û arşîvê. Fêrbûna kompûterê tiştekî sereke ye û di dema me ya niha de tê xwestin bi taybetî kesên bixwazin kar bikin bernameyên kompûterê bizanin. Hemû karên ji bazarên giştî, heta yên taybet xwe dispêrin bikaranîna bernameyên kompûterê. Girîng e jin bikevin qada teknîk û kompûterê. Em di serdema pêşketin û pêşxistinê de ne. Şerekî taybet li dijî jinan bi riya kompûterê tê meşandin. Divê hemû jin di hemû qadan de cih bigrin. Divê rola jinan di hemû waran de were xurtkirin ji ber di hundirê her jinê de afrîneriyek heye. Girîng e di civaka xwe de nêrîneke erênî bidin avakirin.”

‘Divê her jin xwe bi pêş bixe’

Fatma El Receb ku beşdarî dewreya perwerdeya kompûterê bûye da zanîn ku girîng e jin di tecrubeyên cuda de derbas bibin û got: “Jin ji dîrokê ve hatine paşguhkirin û di malê de hatine sînordarkirin, ji ber wê divê jin ber bi asoyên zanista pêşketin şaristanî û zanebûnê ve biçin da ku bikaribin rola xwe di civakê de xurt bikin. Min xwest bi riya tevlibûnê zanabûna xwe zêde bikim ji bo derfeta kar bibînim ji ber fêrbûna bernameyên kompûteran bûye pêwîstiyek. Her wiha piraniya proje û kar bi saya wê tên qebûlkirin. Em bi riya van perwerdeyan bernameyên weke eksel, word, poer point û hwd. dibînin. Divê her jin xwe bi pêş bixe. Girîng e jin van mijaran bizanibin ji ber ku bi riya wan dê bikaribin hîn bibin û bibin pispor û di hemû waran de kar bikin. Piştî rizgakirina kantona Tebqayê ji pencên çeteyên DAIŞ’ê jinan rola xwe lîstin û li gorî jiyana hevbeş kar kirin. Ji ber wê niha em dibînin jin bûne rêveber û fermandar hemû mafên xwe di kar de bi dest xistine û projeyên xwe yên taybet birêve dibin. Daxwaza min ew e ku zêdetir projeyên der barê zanebûna jinan de bikevin meriyetê.”