Wêneyekî nû yê Abdullah Ocalan hate parvekirin
Bi boneya salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk, wêneyeke nû yê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê hatiye kişandin bi raya giştî re hate parvekirin.
Navenda Nûçeyan- Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û endamên Şandeya Îmraliyê, bi boneya salvegera yekemîn a Banga Aştî û Civaka Demokratîk, daxuyaniyê didin. Daxuyanî, li Sehneya Yilmaz Guney a li Enqereyê tê dayin. Di daxuyaniyê de wêneyeke nû yê Abdullah Ocalan ê li Îmraliyê hatiye kişandin cara ewil hate parvekirin.
Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tuncer Bakirhan dê di daxuyaniyê de biaxivin. Piştî daxuyaniyê jî dê peyama Abdullah Ocalan a têkildarî pêvajoyê were xwendin.