Welatiyên Helebê li hemberî êrîşên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê meşiyan

Welatiyên bajarê Helebê li hember êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmên Bakur û rojhilatê Sûriyê meşiyan.

Heleb- dewleta tirk a dagirker her ku diçe êrîş û gefên xwe li ser axa Bakur Rojhilatê  Sûriyê zêdetir dike. Bi balafirên bê mirov 20 û 23’Cotmehê êrîş bajarê Kobanê yê Bakur û Rojhilatê- Sûryê kir. Li dijî vê yekê bi sedan welatiyên taxa Şêx Meqsûdê û endamên saziyên nava bajarê helebê bi dirûşma “bi rihê şehîd Bêrîtan emê dagikeriyê û faşizmê têk bibin” êrîş û gefên dewleta tirk a dagirker şermezar kirin. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn ya taxa Şêx Meqsûda xerbî dest pê kir heta çerxeya Rêber Apo a  dikeve taxa Şêx Meqsûda şerqî dewam kir. Di meşê de wêneyê Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan û şehîdan û alên kongre star li gel pankertên bi nivîsa “em ji civaka navnetewî daxwez dikin ku li hemberî êrîşên dewleta tirk yên hovene bisekinin ” hatine hildan. Piştî deqeyekê rêzgirtinê li ser navê kondresyona kongre star Siltan Mihemed axivî.
Siltan Mihemed êrîşên dewleta tirk şermezar kir û got: “Dewleta tirk a dagirker ji pêvajoya Osmaniyan heya niha dijminahiya kurdan dike. Di gelî û newalên Kurdistanê de li cihê avê xwîn herikî, hîna jî têrnebûn û bi şêweyên cuda êrîşên dermirovî didomîne. Herî zêde jî êrîşî jinan dike. Efrîn dagirkir, niha jî êrîşî herêmên din ên bakur û Rojhilatê Sûryê dike. Li dijê vê yekê emê berxwedaniya xwe berdewam bikin û asta çalakiyên xwe bilin bikin. Roj bi roj dewleta tirk a dagirker bombeyan li ser me de dibarîne. Ez bang li dewletên navnetewî dikim bi erk û berpirsiyariya xwe rabin. Dewleta tirk li kobanê çeteyên DAIŞ’ê li hember me sor kirin, lê bi ser neketin, me çawan çeteyên DAIŞ’ê bibin xistin emê êrîşên tirkan jî bi bin bixin.”
Li ser navê saziyê Mlbeta Şehîdan a bajarê Helebê jî Remziyê Salih axifî û got: “Bi qasî em gelekî aşîtî xwezin ewqas dewleta tirk a dagirker êrîş û gefên xwe li ser me zêde dike. Emê hertim li pey şopa şehîdên xwe bin, yên canê xwe ji bo axa Kurdistanê feda kirine ronahî nîşa me  dane û emê bi wê roniyê biçin  serkeftinê. Êrîşên dewleta tirk li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewame, sivîlan ji xwe re armac digire. Dewleta tirk her tim hewil dide di Sûryê de pirsgirêkan çê bike.”
Jinên ku beşdarî meşê bûne hêrsa xwe nîşandan û nirxandinên giring kirin.
“Dewleta tirk xwînmijê Kurdan e”
Îlham Hesen a di nava meşê de cihê xwe girt bertekên xwe yên li hember êrîşan wiha anî ziman: “Em êrîşên dewleta tirk ên li ser herêmêm Bakur û Rojhilatê Sûryê bi tundî şermezar dikin. Tucarî erdoxan nikare vîna gelê kurd bişkêne û moralê me bixe. Heyanî kurdek heye emê têkoşîna xwe bilin bikin. Dewleta tirk a xwîn mij her tim dixweze xaka Kurdistanê dagir bike.”
“Emê tola şehîdên xwe hilînin”
Fetimê Xelîl jî di derbar êrîşên dewleta tirk a dagirker de wiha axivî: “Em îro daketine qadan ji bo şermezarkirina van êrîşên dewleta tirk ên li ser axa Rojava pêk tîne. Di demên dawî de êrîşî kobanê û Şehbayê dike. Em wek gelê Helebê emê hertim li ser piyan bin û di nav çalakiyan de bin. Em weke dayikên şehîdan emê tola zarokên xwe hildin. Heyanî şervanên me hene em ji hovîtiya ardoxan natirsin. Çiqas sivîl li Kobanê bê suc hatin kuştin, bila dewleta tirk tu carî nehizire em bê deng bimînin. Tu carî gelê Kurd tune nabe, bi hezar salan em hebûn û niha em hene û emê hertim hebin.”