Welatiyên Helebê ji bo şermezarkirina salvegera êrîşên ser Efrînê meşiyan
Bi boneya salvegera êrîşên dewleta tirk li ser bajarê Efrînê bi deh hezaran şêniyên taxa Şêx Meqsûd daketin qadan.
Heleb- Bi boneya 4’emîn salvegera êrîşên dewleta tirk li ser bajarê Efrînê bi deh hezaran şêniyên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê bi dirûşma “Bi hev re ji bo rizgarkirina Efrînê” meşek girseyî lidarxistin. Meş ji pêşiya jêrzemîna Yasîn a dikeve taxa Şêx Meqsûda xerbî dest pê kir, heta çerxeya dikeve taxa Şêx Meqsûda xerbî dewam kir. Di meşê de bi deh hezaraan şêniyên bajarê Helebê ji hemû taxên wê û endamên sazî û dezgehên sivîl partiyên siyasî her wiha endamên çand û hunerê bi cilê filoklorî yên Efrînê beşdarî meşê bûn. di meşê de wêneyaê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û şehîdên berxwedana serdemê, alên Kongra Star û Mecilîsa Malabta Şehîdan her wiha pankertên bi nivîsa “dagirkerî û komkujiyên li ser efrînê berdewamiya komploya li ser Rêber Apo ye”, “Soz em ê Efrînê rizgar bikin û dagirkeriyê tê bibin” û “Em ê ji kujerên zarokên Efrînê tolê bistînin” hatin hildan. Di dawiya meşê de piştî teqeyek rêzgirtinê li ser navê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ê Şervan Efrîn axivî.
“Bi berxwedêriya gel dê veger teqez misoger be”
Li ser navê Meclisa Sûriye Demokratîk jî Fatma Hesîno ev nirxandin kir: “Bajarê aşîtî û aramiyê Efrîn ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve rastî êrîşek dermirovî hat. Berî êrîşan vî bajarî bi sed hezaran koçberên ji hemû bajarên Sûriyê hemêz kir. Welatiyên ku ji şer direvîn dihatin li Efrînê aramî dîtin û jiyana xwe li wir didomandin. Bi saya zanabûna gelê Efrînê ev aramî pêk hatibû. Ev tişt jî li xweşiya dewleta tirk nehat ji lew re êrîşek hewayî û bejahî li ser bajêr pêkanî. Soz em ê axa xwe ji dest çeteyan rizgar bikin. Em li ser rêça zarokên xwe yên canê xwe di ber vê axê de dane, em gava paş de navêjin em ê vegerin û bi saya berxwedana gel ev yek pêkane.”
“Efrîn cihê kurdan e”
Zerîfe Îse ya tevlî meşê bûye jî got: “Meşa me îro ji bo salvegera êrîşên li ser Efrînê ye. Em van êrîşên li ser Efrînê pêk hatibû bi tundî şermezar dikin em banga rizgarkirina Efrînê dikin. Em ê li ser piyan bin ta ku çeteyên dewleta tirk ji ser axa me têk biçin. Em dev ji bajarê xwe bernadin ta ku dilopek xwîn di canê me de hebe em ê her tim li ser piyan bin. Efrîn Efrîna Kurdane tu cihê faşîstan tê de nîne.”
“Ji bo rizgarkirna Efrînê em ê her li qada bin”
Fikiret Mistafa jî bi van gotinan hestên xwe anî ziman: “Ev 4 salin em durî Efrînê ne. Raste Efrîna me hatiye dagirkirin lê em ji Efrîna xwe dur neketin her di bala me de ye. Hêviya min a mezin ew e ku ez vegerim ser axa xwe, mirov ji axa xwe dur bikeve pir dijware. Bi vî temenê xwe ji bo welatê min çi were xestin ez amademe ne tenê ez dayikên me hemû wisa ne. Em ê di demeke nêz de vegerin li ser axa xwe û em ê bi meşê biçin Efrînê. Ji bo rizgarkirna Efrînê em ê her li qada bin, serkeftin her tim wê para me be.”
“Em li hemberî talana li ser Efrînê tê kirin bêdeng namîn in”
Ofê Cefer jî nirîna xwe anî ziman û got: “Ev roj ji bo me rojeke reşe, em kiriyarên li ser Efrînê pêk hatine şermezar dikin. Em bang li dewletên navnetewî dikin ku çavên xwe vekin û li hember van kiriyarên ku bi serê gelê Efrînê de pêk tê bê deng neminin. 4 salin miletê me di bin çadiran de li ber xwe didin, hemû şert û mercên zehmet tehmûl dikin. Em dixwezin vegerin li ser axa xwe. Divê dewletên navnetewî ji bêdengiyê derbikeve.”
Meş bi dirûşma “Bijî berxwedana Efrînê” bi dawî bû.