Welatiyên Şehbayê li hemberî dorpêçê meşiyan
Welatiyên kantona Şehbayê li hemberî dorpêça ji aliyê Rêjîma Baas ve li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yên Helebê û kantona Şehbayê tê meşandin rabûn û meşek girseyî li darxstin.
Şehba - Meclîsa kantona Efrîn û Şehbayê li dijî ambargoya li ser taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yê girêdayî bajarê Helebê her wiha kantona Şehbayê meşek li dar xistin. Hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser jî di navê de bi hezaran şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê tevlî meşê bûn. Meş ji destpêka diwêra navçeya Ehdas a kantona Şehbayê despêkir heya benda kontrolê ya Rêjîma Sûriyê dom kir. Di meşê de pankertên bi nivîsa “Na ji dorpêça li ser kantona Şehba, taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re” û ”Na ji nuqteyên firqa çarê re” hatin hildan. Piştî deqeyeke rêzgirtinê daxuaynî ji aliyê endama Meclîsa kantona Efrînê Leyla Heftaro ve het xwendin.
Leyla Heftaro despêkê qeyîrana Sûriyê ya berî deh salan despêkirî bi bîrxist û got: “Ruxmî derbasbûna yazdeh salan li ser qirîza Sûriyê re hîna jî rêjîma Sûriyê di rêbazên xwe yên ewlekarî yên li gorî xwe neçareserkirina qirîzê de bi îsrar e. Her wiha rêjîma Sûriyê biryar daye siyaseta dorpêçkirina herêmê, birçîkirina sivîlan, berdewam dike ji destpêka qirîza Sûriyê ve li hemû deverên Sûriyê dide meşandin. Ev çar salin rejîma Baas bi giranî van dorpêç û ambargoyan feriz dike, li ser taxên Şêx Maqsûd û Eşrefiyê yên girêdayî bajarê Helebê ku nêzî 200 hezar niştecih tê de bicih bûne. Di meha remezanê de jî destur nayê dayîn welatî pêdiviyên xwe yên rojiyê û cejnê bi cîh bîne. Bi navê her du meclîsên kantona Efrîn û Şehbayê, vê siyaseta dorpêçkirin û tecrîda li ser herêmên Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê, em şermezar dikin. Xwasteka me ew e ku ev dorpêç were bidawîkirin serbest çûyîn û hatina gel di navbera Şehba Helebê de çêbibe û veguhestina kel û pelên jiyanî madeyên sotumaniyê û dermanê nexweşxaneyan were derbaskirin.
Leyla Heftaro bang li hemû saziyên ku alîgirê mafê mirovan û rewşa penaberan dişopînin kir û got: “Em bang li hemû saziyên peyîwendîdar dikin ku zextan li ser hikumeta Şamê bikin ji bo bidawîkirina van dorpêçan û berê xwe bidin herêma Şehba ji bo belgekirina bipêkirinên dewleta tirk li ser koçberan di kampan de û rewşa wan ji nêz ve bişopînin. Ruxmî hemû şert û mercên jiyanî yên zehmet, wê têkoşîna me berdewam bike heya ku Efrîn û herêmên Şehbayê yên dagirkirî were rizgarkirin.”
Daxwaza me ji hikumeta Şamê ev in:
“1-Dawîkirina dorpêça li ser herêma Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yê girêdayî bajarê Helebê.
2-Bi awayeke serbest çûyîn û hatina gel û veguhestina madeyên jiyanî di navbera Şehba û Şêx Meqsûd û hemû herêmên Sûriyê.
3-Rakirina bendên firqa çarê li ser riyên Şêq Meqsûd, Eşrefiyê û Şehbayê de.”
“Nikarin bi dorpêçê vîna me teslîm bigirin”
Endama Şeredariya gel a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê Senai Bereket diyar kir ku li dijî ambargoya li ser kantona Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bi hezaran welatî hemû tevlî meşêbûn û ev tiş anî ziman: “Rejîma Baas nahêle pêdiviyên gel derbasî kantona Şehba û taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê yê bajarê Helebê bibin. Em bi tundî vê dorpêçê şermezar dikin. Gelê kurd bi hêz û îradeya xwe tê nasîn û tu kes nikare vê yekê têk bibe. Ruxmê ku em di rewşek zehmet de ne jî em ê berxwedana xwe zêdetir bilind bikin. Rêveberiya Xweser bi derfetên heyî bi gel re dibe alîkar. Em li ser fikira Rêberê xwe Abdullah Ocalan perwerde dibînin, ji ber wê jî tu kes nikare vê rastiyê bi riya dorpêçî têk bibe. Em ê îrade û berxwedana xwe ji bêhtir bilid bikin.”
Meş bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê” û ”Bijî bexwedana Şeha û Efrînê” bi dawî bû. “