‘Welatên Ereb bi zagonên xwe yên cudakariya li dijî jinan paşketî ne’
Endama Yekitiya Mafên Mirovan a Tûnisê Fehtiye Nesrî li ser zagonên cudakar ên li welatên Ereb û bandora wan a li sr jiyana jinan nirxandin kir û diyar kir ku ji bo guherîna vê zihniyetê divê di navbera jinan de torek were avakirin.
ÎXLAS HAMRÛNÎ
Tûnis – Zagonên li welatên Ereb, Mexrib, Iraq û Lubnanê, bi destkeftiyên jinan ên di deh salên dawî de li hev nakin. Pergala mêr-dewletê ya sînoran li pêş jiyana jinan datîne, bi fetwayan hewl dide jinan ji her dera jiyanê dûr bixe.
Endama Yekitiya Mafên Mirovan a Tûnisê Fethiye Nesrî, bal kişand ser tiştên ku jinên li welatên Ereb dijîn.
‘Hewl didin jinan bixin nava qaliban’
Fethiye Nesrî diyar kir ku jinên li welatên Ereb, ji aliyê civaka mêr a muhafezekar ve tên bi sînorkirin û hewl didin wan di nava paşverûtiyan de heps bikin. Fethiye Nesrî, da zanîn ku hewl didin jinan tenê di nava rolên “dayiktî”, “hevjînî” û hwd. de sînor bihêlin.
Fethiye Nesrî bal kişand ku bi saya têkoşîna ku jin li welatên Ereb dimeşînin, hejmara jinan di gelek bazarên kar de zêde bûye û wiha got: “Li welatên Ereb, gelek jinên xwendekar, lêkolîner, perwerdekar, akademîsyen hene lê ji ber nêrîna civakê, fetwayên olî û şîroveyan, ji ber girêdana bi paşverûtiyan re, astengî li pêşiya jinan çêdibin.”
‘Di heman karî de heman heqdest nagirin’
Fethiye Nesrî di berdewamiya axaftina xwe de ev yek anî ziman: "Tevî ku jin li welatên Ereb di gelek waran de bi ser ketine jî heta roja me ya îro heqdestê jinan ji yê mêran ji sedî 23 kêmtir e. Her wiha hebûna wan di parlamentoyan de çi yên Ereb û çi navdewletî de di astên herî jêr de ye, ji sedî 24 e. Ev rewş bi jinên Ereb û civaka wê nakeve. Divê ku civaka Ereb bi pêş bikeve û nîvê wî pûç û qop nebe, nîvê din jî hebsê adat û teqlîdan nebe. Tundî û cudakariya di warê mafên jinan ên rewa de heta niha nebaş e. Jin heta niha berdêla qehr û tecawizê didin. Bi vê yekê jin herî zêde di warê mûçe, bilindbûna asta kar û îstîsmarkirinê de zilmê dibînin."
‘Di warê civakî de nahêlin jin bi pêş bikevin’
Fethiye Nesrî got ku li welatên Tûnis, Lubnan û Mexribê hinek zagonên ku mafên jinan nas dikin hatine derxistin lê tevî tecrubeyên serkeftî yên jinên Ereb, girîngî nayê dayîn û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Adet û pîvanên ku jinan di nava kevneşopî û adetan de bi sînor dikin hene. Li welatên Ereb zagonên weke pirzewacî yên azadiya jinan bi sînor dikin tên derxistin û hewl didin bi vê yekê pêşî li pêşketina jinan a di civakê de bigrin. Mafê ‘mezinê malbatê’ û rêvebirina kiar didin mêran. Li welatên kendavê yên weke Iraqê, hinek zagonên ku mafên jinan red dikin hene lê Tûnisê, bi Zagona Rewşa Kesane, bi derxistina zagonên ku mafên jinan diparêzin gavên cesûr avêt. Tûnisê pirzewaciyê qedexe kir û girîngî da pêşketina jinan.”
‘Guherînên di Zagona Rewşa Kesane ya Iraqê de rûreşî ye’
Fethiye Nesrî bi bîr xist ku Parlamentoya Iraqê, bi guherîna ku di Zagona Rewşa Kesane de kir, pêşî li zewicandina zarokên 9 salî vekiriye û wiha domand: “Biryara ku hatiye girtin beriya her tiştî, mafên jiyan û perwerdeya zarokan ji dest wan digre. Ev biryar ji bo Parlamentoya Iraqê rûreşî ye. Li Iraqê karên olî û siyaset tên tevlihevkirin. Li Iraqê pêşîvekirina zewicandina zarokan, di bin navê zagonî de xala dawî ya mezhebgeriyê ye.”
‘Ji kiryarên xirab ên li dijî jinan Parlamentoya Iraqê berpirsyar e’
Fethiye Nesrî bal kişand ser polîtîkyên hikumeta Iraqê û wiha got: “Di pêvajoya ku DAIŞ’ê hinek bajarên Iraqê dagir kiribû, şîdeta li dijî jinan zêde bûbû, ji 4 hezarî zêdetir jin hatin qetilkirin. Ji kiryarên xirab ên li dijî jinên lêkolîner û akademîsyen jî Parlamentoya Iraqê berpirsyar e. Em hewldan û bertekên jinên Iraqê yên li dijî guherîna zagona ku pêşî li zewicandina zarokên 9 salî vedike, teqdîr dikin. Em dixwazin vê biryara ku mafê jiyan û perwerdeyê ji destên zarokên keç digre demldest paşve were girtin. Divê mafên zarokan li ser navê ol û mezheb neyên binpêkirin.”
‘Li Lubnanê gelek kêmasî di zagonan de hene’
Fathiye Nesrî, li ser Zagona Rewşa Kesane ya li Lubnanê wiha got: “Li Lubnanê hinek zagonên ku daxwazên jinan hinek bi cih tînin û mafên wan diparêzin hene lê gelek kêmasî di wan de hene loma divê werin guherandin. Niha zagonên Lubnanê yên di meriyetê de ne û bi taybetî Zagona Rewşa Kesane, di warê destgirtina şîdeta li dijî jinan de kêm e. Hewldanên jinên Lubnanê yên ji bo guherînên zagonî didomin.”
‘Li Mexribê daxwazên jinan bêbersiv dimînin’
Fethiye Nesrî diyar kir ku pirsgirêkên bi heman rengî di Zagona Malbatê ya Mexribê de jî hene û wiha nirxand: “Ger em behsa rewşa li Mexribê bikin, hinek mijarên di Zagona Malbatê de li gorî mercên roja me nîn in. ji ber wê yekê daxwazên jinên Mexribê yên ji bo guherîna di zagonê de bêbersiv dimînin. Li Mexribê tevgereke femînîst a mafên jinan diparêze, ji bo guherîna zagonî têdikoşe heye. Em hêvî dikin ku di encama têkoşîna jinan de dê di zagonan de guherîn werin kirin.”
Fethiye Nesrî, diyar kir ku li welatên navê wan hat gotin û li yên din, statuya jinan hê jî di nava zagonên ol an jî siyasetê yên mêr derdixin de tê hepskirin û got ku ji bo dawî li van yekan wre divê di navbera komeleyên jinan û rêxistinên wan de torek were avakirin.