‘Wekî duh îro jî em ê di tekoşîna jinê de hevpar bin’

Koordînatora Navnetewî ya Rêxistina Wekheviyê Dalila Mahfouz got: “Li Tûnis, Îran, Kurdistan û bi giştî Rojhilata Navîn li dijî zextên hêzên metînger û rejîmên heremî wekî duh îro jî em ê di tekoşîna jinê de hevpar bin.”

ZOUHOUR MECHERGUI

Tûnis – Jinên Tûnisî li dijî pirsgirêkên ku rû bi rû ne, ji jiyana xebatê heta pirsgirêkên civakî, ji siyasetê heta hunerê û li dijî polîtîkayên hişmendiya zilam têkoşîneke hevpar û xurt birêxistin dikin. Koordînatora Netewî ya Rêxistina Wekheviyê Dalila Mahfouz diyar kir ku jin li Tûnisê jî weke welatên din ji siyasetê heta jiyana xebatê di gelek qadan de rastî polîtîkayên cihêkariyê tên. Dalila Mahfouz pirsgirêkên ku jin di jiyana kar de rû bi rû dimînin nirxand û got, “Di jiyana kar de li hemberî jinan gelek nêzîkatiyên cihêkariyê hene. Ji bo nimûne, jin gelek caran mûçeyên kêmtir werdigirin tevî ku ew wek mêran heman karan dikin. Her wiha rê li ber jinan tê girtin ku di jiyana kar de bigihêjin cihên biryargirtin û pêşengiyê. Jin di gelek qadên jiyanê de rastî îstîsmar û zextên dualî tên."

‘Armanca me azadiya jinan e’

Dalila Mahfouz naverokên weşanên wekî Journal of Status Personality û Labor Magazin rexne kir û wiha axivî: “Ev mijar weke ku rola jinan tenê bi karê malê û lênêrîna zarokan re sînordar be tê nîqaşkirin. Krîza aborî bi taybet jinan bandor dike, ji ber vê jî li dijî vê jinên ku dûçarî zextên dû carî dibin me bername da destpê kirin. Bernameya me jinên kedkar di hemû beşan de û jinên li malê hedef digire. Armanca me azadiya jinê, di hemû qadên jiyanê de pêşketina wê û bi rêya jinê azadkirina civakê ye. Ji bo bi temamî wekhevî pêk were, divê her cure cudakariya çînî û zayendî ji holê bê rakirin."

‘Herêma me di bin destê metîngeran de tê girtin’

Dalila Mahfouz anî ser ziman ku her dîrokek û tekoşînek xwedî taybetmendiyek xwe hene û bi van gotinan axaftina xwe berdewam kir: “Jinên Tûnisî di her milî de gelek paş de hatine hiştin. Gelek binpêkirinên wekî pirzewacî, newekheviya mîratê, kêmbûna rêjeya xwendin û nivîsandinê di nav jinan de, astengkirina jinan ji bo beşdarbûna kar û jiyana giştî hene. Ji ber ku herêmên me bi awayek kevn û nû di bin destê metîngeran de ne. Ji bilî rejîmên otorîter û kevneperest, komên tundrê yên çekdar an bêçek jî li cîhana Ereban belav dibin. Ew bi piranî ji hêla kolonyalîzma rojavayî ya Amerîkî û siyonîzmê ve tê bikar anîn da ku di nav fermanekê de nakokî û dubendî çêbike.”

 ‘Divê ji bo wekheviya jin û mer têkoşîn were berdewamkirin’

Dalîla Mahfouz da zanîn ku hemû ev faktor her cûrê cihêkariya hiqûqî sînordar kiriye û ji bo rizgariya ji vê rewşê ji bo jinên ketine tevgerên giştî ên têkoşînê astengiyeke û wiha domand: “Divê ji bo wekheviya jin û mêr têkoşîn were berdewamkirin. Divê wateyê de rola medya û amurên têkiliyê gelek giring e. Hişyariya wekheviya civakî û îrade pêwîst e. Li welat rêxistinkirina jinan gelek lewaz e. Belgeya vê jî lewazbûna piştgirî dayîna jinên Filistînê ên li Xezayê ye.”

‘Têkoşîna xwe berdewam dikin’

Dalîla Mahfouz bal kişand ku jinên Îranê ji ber daxwaza mafên xwe dikin bi zextên mezin re rû bi rû tên û wiha domand: “Em zexta ku jinên Îranê ku ji aliyê rejîma mela ve rastî hatine dişopînin. Tevgera femînîstan a Tûnisê û hemû hêzên pêşketî di nava têkiliyan de ne. Piştgiriya ku ji bo jinên Îranê ku rastî zext û cihêkariyê dihat, serhildan berevajî kirin û xwepêşanderan bi ‘îxanetê’ sûcdar dike li dijî her cûrê hewldanê derket. Jinên Tûnis, Filistîn, Îran û Kurd li dijî polîtakayên mêr têkoşîna xwe berdewam dikin.”

‘Jinên Îranê ji ber fikrên xwe tên girtin’

Dalîla Mahfouz anî ziman ku di navbera jinên Bakûrê Efrîqa û Tûnis de kêmaniya koordinasyona çalakiyên hevpar hene û bi van gotinan banga têkoşîna hevpar kir: “Li aliyê din bi zanabûn hinek saziyên medyayê yên Efrîqa, Tûnis û Rojhilata Navîn cih nadin tevger û çalakiyên jinan. Ji ber vê rewşê, têkiliya di navbera jinan de lewaz dibe. Mînak li Îran û Rojhilatê Kurdistanê di pêşengiya jinan de serhidanek destpê kir û ji ber di ragihandinê de cih girt, me karî em pêre bikevin nava têkiliyan. Li gel serhildanê, zexten li dijî jinan zêde bû. Jinên Îranê ji ber fikrên xwe tên girtin û cezayên darvekirinê lê tên birîn. Li dijî vê rewşa tê jiyîn divê hemû jinên di qadên navnetewî de li gel jinên Îranê di nava piştevaniyê de bin.”

‘Sekna dewleta Tirk a dagirker tê zanîn’

Dalîla Mahfouz bal kişand ser zêdebûna zextan li dijî jinên Kurd û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Em zilma ku jinên Kurd rastî tên şermezar dikin. Sekna giştî ya dewleta Tirk a dagirker tê zanîn. Em zextên dewleta Tirk ya dagirker li dijî gelê Kurd û jinan rojane dişopînin. Rejîmên ku li erdnigariya Kurdan û hêzên kedxwar yên ku piştgiriyê didin wan, her cûrê binpêkirinê li bermaberî jinên Kurd pêktînin. Em jin wek dûh, îro jî li dijî hemû zextan em ê têkoşîna xwe bi hevre berdewam bikin. Êm ê nehêlin gelê me bi hêzên kedxwarî, siyonîst û hêzên paşverû re rû bi rû bimînin.”