Wefa Elî Ebas piştî 8 salên esaretê gihîşt Şengalê

Wefa Elî Ebas a ku 8 sal di destên DAIŞ’ê de dîlgirtî bû, di Operasyona Mirovî û Ewlehî ya ku di 25’ê Tebaxê de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi alîkariya YPJ û QSD’ê li ser kampa Holê hat lidarxistin, hatibû rizgarkirin gihîşt Şengalê.

Şengal Di encama Operasyona Mirovî û Ewlehî ya ku di 25’ê Tebaxê de ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve bi alîkariya YPJ û QSD’ê li ser kampa Holê ya bi hezaran malbatên DAIŞ’î lê dimînin hat destpêkirin de jina Êzidî Wefa Elî Ebas a di 9 saliya xwe de ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, piştî 8 salên girtî yên bi êş û îşkenceyan derbas bû ji aliyê Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) ve hat rizgarkirin.

Wefa Elî Ebas a ku piştî 8 salên dîlgirtî, yekem car vegeriya Şengalê bi riya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) li Şengalê teslîmê mirovên xwe hat kirin.

Ji ber ku ji malbata Wefa bav, dayik û xwişka wê li welatê Kanadayê dijîn malbata Apê wê ew pêşwazî kirin.

Merasîma gihîştina Wefa ya Şengalê li navenda Tevgera Azadiya Jinên Êzidî TAJÊ’ê ya li gundê Xanasorê hat lidarxistin.

Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzidî Şemê Remo axivî û spasiya hêzên QSD’ê û YPJ’ kir û got: “Em gelek kêfxweş in ku îro keça me ya Êzidî ji destên DAIŞ’ê rizgar bûye, bi taybetî jî ev hemleya dawî ya il kampa Holê hatiye destpêkirin hêvîdar im bi serkeftinê bi dawî bibe. Em jî weke TAJÊ’ê keçên Êzidî yên ku tên rizgarkirin bi riya QSD’ê teslîmê me dikin û em jî radestê malbata wan dikin li Şengalê.”

Her wiha kurapê Wefa, Dawud Salim axivî û spasiya hêzên QSD’ê kir: “Em spasiya QSD’ê dikin ku îro keçên me yên Êzidî ji destên çeteyan rizgar dikin û teslîmê me dikin, em daxwaz dikin her kes ji bo ku ev pêngav serkeftî derbas bibe, destek bidin.”

“QSD ji bo rizgarkirina jin û zarokên keç ên Êzidî gelek xebitî”

Her wiha keça mamê Wefa Nisrîn Silêman ji ajansa me re axivî û hestên xwe ji bo dîtina keça mamê xwe anî ziman û got: "Em gelek kêfxweş in ku îro Wefa ji destên DAIŞ’ê rizgar bûye û hatiye. Hêvî dikin ku her kes piştgirî bide ji bo hemû Êzidiyên ku hîn li kampê ne bên rizgarkirin. Heya niha 8 sal in ji derveyê QSD’ê tu hêzê ji bo rizgarkirina keç û jinên me gavek neavêtiye.”

Her wiha Wefa ya ku ji destên DAIŞ’ê rizgar bûye ji ajansa me re qala kêfxweşî û hestên xwe di vegera li ser axa Şengalê, piştî 9 salan kir û got: “Piştî ku ez hîn bûm hêzên YPJ’ê ji bo başiya me kar dikin, min got ez Êzidî me. Ez vê başiya wan heya dawiya jiyana xwe ji bîr nakim û gelek spasiya wan dikim. Ez niha li Şengalê me bi dîtina mirovên xwe gelekî kêfxweş im. Êdî ji bo daxwaza mafên me û parastina bîr û baweriya xwe weke jineke Êzidî heya dawî ez ê ji bo vê yekê têbikoşim.”