Wê jin welatekî wisa ava bikin ku di wî welatî de dê jin neyên qetilkirin
Doza ku îro me dest pê kiriye bêguman ruxmî hemû kelem û zoriyan wê bigihîje serî. Bêguman ev xeyal û hedefa hemû jinên têkoşer e ku ew ê welatekî ava bikin, di wî welatî de destdirêjî li jinan nebe û neyên qetilkirin.
SORGUL ŞÊXO
Jin li hember malbat, bira, bav, mêr û dewletê jî şer dikin lê şerê ku jin dikin, şerê bidestxistina mafên xwe ye. Di sedsala 21'ê de jî dijminên jinan pir in, heta şerê ku rû dide jî hemû ji bo qetilkirina jinan, bêdengkirin û ji holêrakirina wan e. Piştî ku dîtin mirovahî û şaristanî bi ked û zanista jinan bi pêş ketiye, wekî fermandar di nava dîrokê de bi sedan şer birêve biriye, wekî bijîjk birîndar û sivîl ji mirinê xilas kirine û derman kirine, sîstemên desthilatdar pêwîstî dîtin ku êdî şerên taybet li dijî jinan dest pê bikin. Ji Sûriyeyê bigre heya Lubnan, Lîbya, Efganistan, Ermenistan, Yemen û hemû welatên ku niha di aloziyê de ne, mirov dibîne ku piraniya qurbaniyan jin in. Ruxmî ku mêrên di hêzên desthilatdar de ji jinan çêbûne, di hundirê wê de kêlî bi kêlî mezin dibin û hatin ser rûyê dunyayê lê dîsa jî polîtîkayên xwe yên sîstamtîk bi şêweyên pir hovane berdewam dikin.
Ev jinên ku tên qetilkirin jî di civaka xwe de xwedî rol in û cihê baweriyê ne ku her kes li wan guhdar dike û dibin çavkaniya rastiyan. Di şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an de, jinan ji tunebûnê hebûn afirandin, perdeya bêbaweriyê qetandin û bi coşeke mezin daketin qadan. Jinên Kurd destpêkê pêşengiya vê yekê kirin, paşê jinên Ereb, Aşûr, Suryan, Şîşan, Çerkes û gelek neteweyên din ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dijîn, gotin ku ew êdî vê sîstemê qebûl nakin, qêriyan û bi ruhê çûyîna ber bi azadiyê, guhertina hişmendiya xwe, mêr û civakê tevlî sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bûn. Di heman wextê de jî rêxistinên taybet bi jinan avakirin.
Dema ku jinên Ereb dîtin kêr gihîşt hestî û êdî tiştek nema jiyana wan biqede, qêriyan û gotin em DAIŞ’ê qebûl nakin, em dixwazin QSD me rizgar bike. Jinên Dêrezorê gotin: "Êdî tîr ji kevan derket", piştî ku ji aliyê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) ve hatin rizgarkirin, demekê man heya ku bi ser xwe ve hatin, hêza xwe kom kirin û vê carê wekî lehiyê daketin Dêrezorê sazî û rêxistinên jinan ava kirin û di nav de cih girtin. Lê cihê girtîgehên jinan, dîwanên edaletê hatine avakirin. Wate; her çiqasî kuştin çêbibe, bêguman wê edalet pêk were û sûcdar bê hesab namînin. Çawa Hind û Seda ruxmî gefên kuştinê li wan hatibû xwarin, serî netewandin îro jî Menal El-Mizel hat serjêkirin û qetilkirin. Kujer şaneyên DAIŞ'ê ne, ev şane çi jina ku dixwaze û hewl dide hişmendiya civakê biguherîne û ew tarîtiya DAIŞ'ê li ser wan ferz kiriye biguherîne û jiyana jinan bi rengên ku dilê mirovan vedike û nêrîna wan ji jiyanê re xweş dike cuda bike dibin hedef. Nahêlin kesek ji qefesa wan a tarî derbikeve û wekî teyrê baz bilind bifire.
Menal El-Mizel Endama Ragihandina Komîteya Jin li Dêrezorê bû, bi bîr û baweriya ku karê dike wê hinek rastiyan biguherîne, hêvî û xeyalên ku di mejiyê xwe de ava kiribû wê pêk were dest bi xebatên ragihandinê kir. Ragihandin jî karekî wiha ye ku tu jê hez nekî nikarî bikî jî. Ji lewre bi hezkirina karê xwe û ragihandina rastiya ku jinên Dêrezorêpiştî serweriya DAIŞ'ê gihîştine çi astê xebatên xwe da meşandin. Li hemberî rejîma Baasê û çeteyên DAIŞ'ê têkoşîna ji bo jiyana bi ewle dimeşand lê bi dest wê neket, wexta ku dem hat êdî wekî her jinekê bê tirs û hesab ji tu hêz û dewletê bike, bibîne hat qetilkirin.
Bi qasî polîtîkayên li ser jinan tên meşandin, duqatî wê li ser jinên rojnamevan e. Rojnamevanên ku bi wêneyekî dikarin çarenûsa bajar ango dozekê biguherînin, her di hedefa dijmin de ne. Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi darê zorê rojnamevanan binçav dikin û davêjin girtîgehan bêyî sûc û sedem, li Efganistanê ji ber hikûmeta Talîbanê jin nikarin rehet karê rojanemegeriyê bikin her wiha zextên li ser çapemeniyê jî zêde ne. Îro jî li Dêrezorêbi destên şaneyên DAIŞ'ê ku bûne kabûsa dilê her kesê rojane sûcekî dikin, sûcê wan ê vê carê jî serjêkirina endama Ragihandina Komîteya Jinê Menal El-Mizel e. Hêvî û xeyalên xwe li ser qirkirina jinan ava dikin, wekî ku wê bi ser nekevin heya ku jinan bi temamî ji cîhanê qir nekin. Lê belê, hê jî dilê ku ji azadiyê re hildiavêje pir in. Yên ku soza wan jî bigihîjînin serî bi hezaran in û jinên wêrek ên ku canê xwe jî feda bikin amade ne. Doza ku îro me dest pê kiriye bêguman ruxmî hemû kelem û zoriyan wê bigihîje serî. Bêguman ev xeyal û hedefa hemû jinên têkoşer e ku ew ê welatekî ava bikin, di wî welatî de destdirêjî li jinan nebe û neyên qetilkirin.