Jinên Yemenî: Biryara bi Hejmar 1325 divê bi lezgînî bikeve meriyetê
Di paneleke ku li Taizê hat lidarxistin de aktivîstên jin diyar kirin ku şîdeta xwe dispêre zayenda civakî hê jî didome û dan zanîn ku ji bo bihêzkirin û parastina jinan divê gavên lezgîn werin avêtin.
RANIYA ABDULAH
Yemen – Zêdetirî deh salan e, pevçûnên ku li Yemenê didomin, bûne sedema êş, wêranî û mirina bi hezaran. Di nava van şeran de, jinên Yemenî roleke girîng di dabînkirina alîkariya ji bo kesên ji şer zirarê dîtine de lîstine. Jinan her wiha ji bo aştî û jiyana hevbeş parêzvanî kirine û gelek însiyatîf û koalîsyonên jinan derketine holê ku di warê alîkarî, başbûn û avakirina aştiyê de dixebitin.
Di Cotmeha 2000’an de, Biryara 1325 a Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî, belgeyeke fermî û zagonî li ser jin, aştî û ewlehiyê, hat pejirandin. Bi wê belgeyê rola girîng a jinan piştrast bû, girîngiya beşdariya wan a wekhev di hemû hewldanên parastin, aştî, ewlehî û beşdariya wan a di biryardayînê de teqez kir.
Jin ji mekanîzmayên biryargirtinê tên vederkirin
Di Gulana 2020’an de, Wezareta Karûbarên Civakî û Kar a Yemenê Plana Çalakiya Neteweyî ji bo pêkanîna biryarnameyê dest pê kir. Ev armanc dike ku pêdiviyên jinan pêk bîne, rewşa wan baştir bike, wan biparêze, li dijî tundiya malbatî şer bike û beşdariya wan di pêvajoyên aştiyê de misoger bike. Lê belê Plana Çalakiya Neteweyî encamên ku xwest bi xwe re neanî. Tevî rolên girîng ên ku jinan di demên zehmet ên welat de lîstine û beşdariya wan a berfireh jî temsîliyeta wan di cihê biryardayîn û danûstandinên aştiyê yên li Yemenê de hê jî tune ye. Ew ji rolên biryardayînê, hikûmetê û nîqaşên aştiyê hatine dûrxistin. Ev dûrxistin bi Plana Çalakiya Neteweyî ya ji bo pêkanîna Biryara 1325’an li ser jin, aştî û ewlehiyê re bi nakok e.
‘Plana neteweyî ya yekem di sala 2021’ê de hat amadekirin’
Di panelek li bajarê Teizê yê Yemenê de, bi sernavê "Biryara 1325 di nava analîz û bicîhanînê de", ajansa me bi hejmarek jinan re hevdîtin kir ku rewşa heyî ya beşdariya jinan, daxwaz ûhêviyên wan ji bo pêşeroja nêz vegotin.
Seroka navenda lêkolînên stratejîk a ji bo zarok û jinan Dr. Anjêla El Maamarî destnîşan kir ku Yemen îmzekarê vê biryarê ye û divê bê bicîhanîn û got: “Plana neteweyî ya yekem di sala 2021’ê de hat pêşxistin. Mixabin, ev plana neteweyî li seranserê welat nehat bicihanîn û xebat li ser plana bicîhanîna neteweyî di salên 2023-2024’an de dest pê kir. Her wiha tevger ber bi planeke neteweyî ya berfireh ku çend parêzgehên Yemenê digre nava xwe vve çû. Biryara 1325 bi riya çar stûnên wê yên sereke divê bi cih bînin.
‘Divê pirsgirêkên ji ber şîdetê çêdibin werin çareserkirin’
Seroka Komîteya Jinan a Neteweyî ya li Taîzê, Sebah El Şerebî li ser pêwistiya bicîhanîna biryarê û çareserkirina tundiya li ser bingeha zayendî, destnîşan kir ku gelek binpêkirin hene, di nav de girtin û windakirina bi darê zorê û wiha domand: “Pêdivî bi çareseriyan heye û divê ev pirsgirêk werin ronîkirin. Em hêvî dikin ku ev biryar were bicihanîn û bi rêxistinan, civaka sivîl û dezgehên hikûmetê re têkilî û hevkarî hebe da ku zextê ji bo bicîhanîna wê bikin.”
‘Hê jî di pêkanînê de kêmasî hene’
Psîkolog Eziya El Haşidî jî girîngiya bicîhanîna biryarê ji bo hêzkirin û parastina jinan tekez kir û got: “Li gorî xebata min di warê psîkolojiyê de, tu sepandina rastîn a vê biryarê yan jî bicîhanîna wê tune ye. Jin rastî tundiya civakî, malbatî tên. Em bi lezgînî daxwaz dikin ku biryarê çalak bikin û bi cih bînin ji ber ku temînatek rastîn a mafên jinan e, di warê siyasî, civakî, aborî, yan malbatî de. Tevî ku Yemenê ji bo bicîhanîna wê planeke neteweyî da destpêkirin jî beşdariya jinan di biryardayîn û danûstandinên aştiyê de sînordar dimîne, jinên çalakvan jî ji bo jiholêlakirina tundî û misogeriya mafên jinan pêkanîna vê biryarê girîng dibînin.”