“Wê bi yekbûnê pêşî li fermanan were girtin”
Rêveberên di kongreya MXDŞ’ê de dubare hatin peyîwirdarkirin gotin: “Bi pirojeya netewa demokratik em hemû milet dikarin bi hev re li ser vê axê bijîn. Ji bo ev bikeve meriyetê emê jin pêşengiya vê bikin.”
Şingal- Di encamnameya kongireya 4’an a Meclisa Rêveberiya Xweser ya Şengalê (MXDŞ) ê de biriyarên giring hatin girtin û encamnameya wê bi naverokek dagirtî hat belavkirin. Jinên di rêveberiyê de cîh girtin dan zanîn ku dê bi hêza ji kongreye girtîn bikevin nava kar û firsendê nedin pîlnageriyên li ser Şengalê tên gerandin.
“Di vê kongreyê de rengê cuda derket pêş”
Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser ya Şengalê Xezal Reşo girêdayî bernameya di kongreye de dane pêşiya xwe ev nirxandin kir: “Di demek wiha nêzî salvegera fermanê de pêkanîna vê Kongireyê ji bo me teva wate û giringiya xwe ya gelek mezin heye. Di demeke wiha ku li ser Şengalê pilanên qirêj tên meşandin, de pêkanîna vê Kongireyê bersive ji tevahî Ferman, êrîş û pilanan re. Kongireya me bi serkeftî derbaz bû. Ya bi wate ew bû ku di vê kongireyê de rengên cuda weke Mesîhî, Ereb, Şîa jî hebûn. Her wiha ji Rusya û Elmanya jî mêvanên me yên Êzidî hebûn. Me ji gelek cihên din jî mêvan vexwendibûn Kongireya xwe, lê ji ber sedemên coronayê nekarîn beşdar bibin. Di vê kongireyê de me biryarên girînk girtin û li ser fikra Rêber Abdullah Ocalan gelek gavên bi nirx avêtin ji wan yek jî, cara yekê di vê kongireyê de bi pêkhateyên cûda rengên xwe zêdetir bikin bû. Dema DAIŞ’ê êrişî me kirî gelê me yê din jî bi wan êrişan re rû bi rû man, ji bo wê em tenê dikarin bi hev re jiyanek aram bijîn û xweseriya Şengalê pêkbînin. Bi pirojeya netewa demokratik em hemû milet dikarin bi hev re li ser vê axê bijîn.”
“Em vê kongireyê weke bersiva fermanê dibînin”
Cîgira Hevseroka Meclisa Rêveberiya Xweser ya Şengalê Sêvê Hemo jî Kongire weke bersiva fermanê pênase kir û wiha nirxand: “Em vê kongireyê weke bersiva fermanê dibînin, ji bo wê ev kongire ji bo tevahî gelê Êzidî xwedî wateyek giring bû. biryara herî girink jî vegera gelê me ye, enceq em bi vegerê bikarin bibin bersiva fermanê. Ji ber em tev dizanin li warê xwe nemayî rengek din yê fermanê ye. Em ji tevahî gelê xwe re serkeftin dixazin. Em bi xwe jî ji bo bibim layiqê gelê xwe emê hertiştî bikim.”
“Hewceye êdî gelê Şengalê li warê xwe vegere”
Hevseroka Partiya Azadiya Demoktik ya Êzidîxanê Zehra Silêman jî got: “Kesek nikare gelên li ser vê axê dijîn bikin dijminên hev, yên gelek hewla vê yekê didin hene lê em jî weke gelê Êzidî wê herdem ji bo bi hev re jiyaneke demokratik yekbûnê avabikin. Di vê kongireyê de jî ew hewildana rêveberiya xweser û gelê Şengalê berçave. Di vê Kongireyê de yek jî xalên giring ji bo rizgar kirina êsîrên ji destê DAIŞ’ê de û ji bo vegera gelê me yê derveyî welat û li Kampên Başurê Kurdistanê jî biryarên girink hatin girtin. Bi sedê Salaye parlemena Iraqê heye lê heya niha ji bo gelê Êzidî tiştek nekirine. Ji bo tevahî biryar û xebatên Rêveberiya xweser pêkwerin û em bikaribin bigihêjin armanên xwe divê gelê me jî bi Rêveberiya xweser re arikarbe û em bi hev re xizmeta ax û çanda xwe bikin.”