Wasila Naseem ya Afganistanî ji bo keçên xwe bide xwendin li çareseriyan digere

Wasila Naseem piştî ku hevjînê wê ji aliyê hêzên Talîbanê ve hat kuştin, ji bo dahata mala xwe pêk bîne dest bi xebatê kiriye û dibêje ku ew dixwaze herdu keçên xwe bide xwendin, ji bo vê yekê li çareseriyan digere.

BAHARÎN LEHIB

Lovgar – Bajarê Lovgarê yê ku çend kîlometreyan ji peytexta Afganistan Kabîlê dûr e, xwedî dewlemendiya herî mezin a cîhanê ya baqir e. Lê belê îhaleya kompanyaya baqir a Ainak kompanya Çînê girtiye. Maliyeta giştî ya projeyê bûye 3 milyar dolar.

Li Lovgarê Tacikî, Hazarî, Imakî, Belucî û gelên din bi lawirvanî û çandiniyê re mijûl dibin. Li Lovgarê xizanî di aste herî jor de ye. Wekî li bajarên din li Lovgarê piraniya mêran an di nava artêşan de ne, yan jî di nava îstîxbarat û polîsan de cih digrin û gelek ji wan ji ber pevçûnan jiyana xwe ji dest dane.

‘Piştî mirina hevjînê xwe ez her dem biçûk hatim xistin’

Beriya niha di rêveberiyan de astengiyên li hemberî jinan, di rêveberiya Talîbanê de zêdetir bûye. Yek ji van mînakan tiştên ku Wasila Naseem û keçen wê jiyane ye. Wasila Naseem, da zanîn ku hevjînê wê di nava hêzên taybet de cih digirt û wiha got: “Du zarokên min ên keç yek jê 5 ya din jî 3 salî heye. Keça min a mezin pirsgirêkên mezin ên derûnî dijî, herêma me ji aliyê Talîbanê ve dihat birêvebirin, li her derê sûc dikirin û leşkeran û kesên sivîl qetil dikirin.”

Wasila Naseem da zanîn dema ku hevjînê wê ji bo çend rojan serdana malbata xwe kiriye û di wê demê de ji aliyê Talîbanê ve ketiye kemînê û hatiye kuştin û got: “Me cenaze li kêleka avê dît. Tenê wî debara mala me dikir. Piştî mirina hevjînê xwe her dem ez rastî biçûkxistinê hatim. Talîbanê digot tu  û hevjînê xwe dijmin in. Muçeyê hevjînê min jî nedan, îdia dikirin ku ne mafê min e.”

‘Ez dixwazim her du keçên xwe bidim xwendin’

Wasila Naseem destnîşan kir ku piştî nêzikatiyên xirab ên Talîbanê, li gel dayika hevjînê xwe li erdê xwe dest bi xebatê kirine û wiha got: “Ez dixwazim herdu keçên xwe bidim xwendin. Ji bo vê jî li çareseriyan digerim. Ez dixwazim xwe li ser lingên xwe bigrin, em ji nûve welatê xwe ava bikin. Ji ber ku Talîbanê jiyanê li me herimandiye, em naxwazin wiha bidome.”