Wargeha Mexmûrê hevşaredarên xwe yên nû hilbijart

Di hilbijartinên şaredariyê yên duh li Wargeha Mexmûrê pêk hatin de Fatma Hilalî û Edban Abdullah Yilmaz weke hevşaredarên nû hatin hilbijartin.

Navenda Nûçeyan- Encamên hilbijartinên şaredariyan ên Wargeha Mexmûrê hatin eşkerekirin. Di vê hilbijartinên ku çar hevşaredar û bîst encûmen ketibûn pêşbirk de, Fatma Hîlalî û Edban Ebdullah Yilmaz bûn hevşaredar.

Di hilbijartinên ku 4 hezar û 336 çûn ser sindoqan de, Fatma Hilalî hezar û 989 deng wergirt, Nizar Hacî Teter Nerexî jî hezar û 152 deng, Edban Ebdullah Yilmaz 2 hezar û 312 deng, Cemîle Mihemed Repinî jî hezar û 113 deng wergirt.

Di nava encûmenan de jî yên ku herî zêde deng girtîn wiha ne:

Sedîq Hisên Hilalî hezar û 205 deng, Selman Mehmûd Şiwêdî hezar û 190 deng, Sozdar Mihemed Tahir Hilalî hezar û 70 deng, Bihar Salih Bilehî hezar û 59 deng, Sebrî Ehmed Mijînî hezar û 39 deng, Cehwer Cindî Nêrwehî hezar û 34 deng û Leyla Abdullah Çelî jî 991 deng girt.