Viyan Soran li Hesekê hat bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star a Bajarê Hesekê tekoşer Leyla Walî Huseyîn (Viyan Soran) û pakrewanên meha Çile, Mijdar û Kanûnê bi merasîmekê bi bîr anîn.

Hesekê - Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongra Star a bajarê Hesekê Leyla Walî Huseyîn bi nasnav  Viyan Soran a di sala 2006’an de bi boneya salvegera Komploya Navnetewî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bedena xwe da ber agir û pakrewanên meha Çile, Mijdar û Kanûnê bi merasîmek bibîranîn. Di merasîmê de hêzên leşkerî Yekîneyên Parastina Jin, (YPJ) Yekîneyên Parastina Gel (YPG) saziyên civaka sivîl û gelek kes amade bûn. Merasîm li Hola Serdem a taxa Mişêrfê ya bajarê Hesekê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

‘Dem dema parastina mîrasê şehîdan e’

Li ser navê Kongra Star Peyman Efrîn Viyan Soran bi bîr anî û teqez kir ku dem dema parastina nirxên cangoriyan ê e û wiha axaftina xwe domand: “Dîroka gelê Kurd tijî fedakarî ye, bi hezaran jinên pêşeng ji bo têkoşîna azadiyê canê xwe feda kirin yek ji wan jî Viyan Soran e. Şehîd Viyan bi çalakiya xwe ast û daxwaza gelê Kurd mezin kir. Deskeftiyên ku îro di destên me de ne mîrasê keda têkoşer viyan Soran û rêhevalên wê ne. Şehîd Viyan nûnertiya rastiya jinan kir. Ji bo wê îro erka her jinê ew e ku xwe li hemberî parastina deskeftiyên pîroz berpirsyar bibîne. Di 2006’an de Viyan Soran agir bi bedane xwe xist da ku komploya li dijî Rêberê Gelê kurd Abdulah Ocalan bişkîne. Em jî îro bi berxwedaniya xwe şopdarên riya şehîdan in û ji bo azadiya Rêber Ocalan em ê asta têkoşînê bilindtir bikin.”

Li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan, Leyla Şerqî axivî hemû şehîdan bi bîr anî û sersaxî ji malbatên wan re xwest got: “Îro em li vir amade ne ji bo şehîdên xwe bi bîr bînin. Şehîdên ku îro bi saya n dikin. Em ked û xwîna şehîdên xwe li erdê nahêlin.”

‘Em deyndarên şehîdan in’

Fermandarê Meclisa Leşkerî ya bajarê Hesekê Dêrsim Hesekê hemû şehîdan bi bîr anî û wiha anî ziman: “Van şehîdan gelê me ji terorê xelas kirin, ne tenê gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyeyê tevahî cîhanê ji terorê xelas kirin. Îro cîhan deyndarê wane. Em li vê derê soza xwe nû dikin û em ê heya dawî ji bo parastina gelê xwe li ser piyan bin.”

Merasîm bi dirûşma “Bijî Berxwedan”, “Şehîd Namirin” bi dawî bû.