UNICEF’ê ji bo Yemenê hişyarî kir: Zewicandin û karkeriya di temenê biçûk de zêde dibe
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) rapora xwe ya ku ji bo balê bikşîne ser bi milyonan zarokên Yemenê yên 6 sal in ji xwendina dibistanê bêpar in amede kiriye bi raya giştî re parve kir. Li gorî rapora UNICEF’ê, zarokên keçik ji dibistanê tên girtin û zewicandin.

Navenda Nûçeyan - Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) rapora xwe ya bi sernavê "Perwerde xira bû: Bandora xebatê li ser perwerdeya zarokên li Yemenê" li ser malpera xwe ya fermî weşand. Di raporê de hat destnîşankirin ku şerê 6 salan di perwerdeya zarokan de bûye sedema windahiyek girîng û wiha hat gotin; "Li Yemenê zêdetirî 2 milyon keç û xortên di temenê dibistanê de ji ber hejarî, pevçûn û bêparbûna derfeta wekhev nikarin biçin dibistanê. Hejmara zarokên ku sala 2015’an ji ber pevçûnan neçûn dibistanê bû du qat. Pêwîst e ji bo zarokên li derveyî dibistanê bi xetere û pirsgirêkan rê rû bi rû dimînin bi lezgîn çalakî werin lidarxistin.”
Zewaca di temenê biçûk de zêde dibe
Rapor diyar dike ku dema zarok naçin dibistanê, encam hem ji bo îro hem jî ji bo pêşeroja wan nebaş e. Di heman demê de tê bibîrxistin ku bi taybetî di dibistan û jiyana xwendinê de yekem kesên ku bêpar dmînin zarokên keç in û wiha didome: “Zarokên keçik di temenê biçûk de dizewicînin lewre ew di nav çerxa xizanî û potansiyelek nediyar de asê mane. Zarokên kur û keç bi zorê didin xebitandin û tevli şer dikin ev yek wan bê parastin dihêle. Li Yemenê, di şeş salên dawî de zêdeyî 3 hezar û 600 zarokan girtine kar.”
"Bi hezaran mamoste bi salan e mûçe nagrin"
Di raporê de, tê gotin ku li Yemenê zêdeyî 170,000 mamoste ji ber nakokî û dabeşên jeopolîtîkî zêdetirî çar salan nikaribûne mûçeyên xwe bi rêkûpêk bigrin û wiha hat gotin; "Mamosteyên ku nikarin mûçe bigrin çalakî dikin û ev dibe sedem ku di perwerdeya zarokan de astengî çêbibin. Zarokên ku xwendina xwe neqedînin, di çerxa xizaniyê de asê mane. Zarokên ku ji dibistanê derketine yan jî vê dawiyê dev ji xwendinê berdane ger bi rengek rast piştgirî neyê dayîn, dibe ku êdî nekaribin vegerin dibistanê. Xebitandina dirêj û bandora nexweşiya Covid-19 aloziya li ser perwerdeyê zêdetir kir. Bûyerên wêranker dê demek dirêj û mayînde li ser fêrbûnê û her wiha başbûna giyanî û bedenî ya zarok û ciwanên li Yemenê bandorê bike."
Di nava 6 salan de li dijî dibistanan 231 êrîş pêk hatin
Di raporê de her wiha bang li hemî rayedarên li Yemenê hat kirin ku mafên zarokan ê perwerdeyê biparêzin û ji bo aştiyeke mayînde û berfireh bi hev re bixebitin û hat diyarkirin ku divê êrîşên li dijî dibistanan werin sekinandin. Hat bibîrxistin ku ji Adara 2015’an vir ve hejmara êrîşên li dijî dibistanan 231 e. Raporê pêşniyar kir ku rêxistinên alîkariya navneteweyî bi fonên demdirêj piştgiriyê bidin saziyên perwerdeyê yên li Yemenê. Di raporê de her wiha hat diyarkirin ku zêdetirî 523,000 zarokên ku di temenê dibistanê de bûne penaber ji ber ku di polên heyî de cih tune ye, nikarin perwerdeyê bibînin.
"Xwendina zarokan a dibistanê ji bo pêşeroja wan girîng e"
Rapor wiha bi dawî dibe: “Pevçûn bandoreke giran li her aliyê jiyana zarokan dike lê dîtin û gihîştina perwerdeyê di rewşên herî bêhêvî de jî hestek normaliyê dide zarokan û ew bi awayên cur be cur di warê madî û manewî de zarokan diparêze. Xwendina arokan a dibistanê ji bo pêşeroja wan û ji bo pêşeroja welatê Yemenê pir girîng e."
Werger: JINHA