"Di deh salên pêş de 2 milyon zarokên keç di bin metirsiya sinetê de ne"
Rêxistina Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) piştrast kir ku bi milyonan zarokên keç bi metirsiya sinetê re rû bi rû ne.
Navenda Nûçeyan- Rêxistina Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) bal kişand ser xeteriya zêde ya sinetkirina jinan û ev yek wekî binpêkirineka mafên jinan binav kir. Demsala havînê li Misrê bi belavbûna sinetkirina jinan li gundan ve girêdayî ye, hevdem ligel dawiya sala xwendinê û destpêka betlaneya havînê û zêdekirina tedabîrên girtina giştî û têkdana xizmetên ku keçan ji binpêkirinan diparêze. Li gorî daneyên ku Rêxistina Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di daxuyaniyekê de parve kir, ev pêkanîn, tê wê wateyê ku dibe 2 milyon bûyerên din di deh salên pêş de rû bidin.
Daxuyaniya ku ji aliyê UNICEF'ê ve hat dayîn de destnîşan kir ku di têkoşîna ji bo bidawîkirina sinetkirina jinan de paşveçûnek heye û bal kişand ku ev yek dê bibe sedema encamên tirsnak ji bo bi milyonan zarokên keç li deverên ku sinetkirin lê belav e. Dema ku zarokên keç nikaribin xwe bigihîjînin xizmetên jiyanî, dibistan û torên civakên xwe, metirsiya sinetkirina jinan pir zêde dibe û tehdîd li tenduristî, perwerde û pêşeroja wan dibe.
Bi milyonan zarok di xetera sinetkirinê de ne
Li gorî daneyên herî dawî yên UNICEF’ê, îro li cîhanê herî kêm 200 milyon zarokên keç û jin sax in ku rastî sinetkirinê hatine û du milyon keç jî rû bi rûyê vê binpêkirinê ne bi hatine sala 2030'an de ji ber pandemiya koronayê ku dê bibe sedema paşveçûnek bi rêjeya ji sedî 33 ji bo bidawîkirina vê kiryarê.
Sedemên sinetkirina jinan ku mafê zarokên keç ên tenduristî, ewlekarî û ewlekariya bedenî binpê dike, ji herêmek bo herêmek din li gorî faktorên civakî û çandî yên di nav malbat û civakan de cuda dibe.
Komîteya niştimanî ya nehiştina sinetkirina jinan, bi hevserokatiya Encûmena Niştimanî ya Jinan û Encûmena Niştimanî ya Zarokatî û Dayikbûnê, di bin navê "Wê ji sinetkirinê biparêze" de dest bi çalakiyên kampanyaya "Lêxistina li deriyan" kir, di çarçoveya çalakiyên Komîteya Niştîmanî ya nehiştina sinetkirina jinan de ku di meha Hezîrana sala borî de sê rojan li hemû parêzgehên Misrê berdewam kir.
Armanc guhertina hin bendên qanûnî ye
Armanca kampanyayê danasîna peyamên qanûnî yên têkildarî xalên qanûna jimare 10 ya sala 2021'ê ku tê de guhertina hin bendên qanûna cezakirinê ji bo tundkirina cezayê sinetkirina jinan heye ku ji aliyê serokomar Ebdulfetah Sîsî ve di Nîsana borî de hatibû erêkirin. Zêdebarî danasîna peyamên têkildarî nehiştina sinetkirina jinan ji bo redkirina civakê ya mîratgirî û diyarkirina metirsiyên tenduristî û derûnî yên vî sûcî ku tevî kampanyayên hişyarkirinê yên Wezareta Tenduristiyê berdewam dike.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku ji sala 1920’an ve li Misirê xebatên ferdî yên li dijî sinetkirinê dest pê kirine lê di sala 1994’an de bûye fermî û piştî ku keça Mayar di sala 2016’an de li nexweşxaneya Sûsê di dema emeliyata sinetkirinê ya bijîjkekî de jiyana xwe ji dest da, qanûna sinetkirinê hat guhertin û veguherî sûcekî. Ji ber ku dibe sedema seqetbûnê.