UNICEF: Di Çileyê de li Yemenê 17 zarok hatin kûştin
UNICEF’ê da zanîn ku ji destpêka meha Çileyê heya niha li Yemenê 17 zarok hatine kûştin û bag li aliyên pevçûnê kir da ku zarok jî di nav de zirarê nedin sîvîlan.
Navenda Nûçeyan – Li gor daxûyaniya ku ji aliyê Dîrektoriya Heremî ya Bakûrê Efrîqa û Rojhilata Navîn a Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) hat dayîn, ji destpêka salê şûnde li Yemenê 17 zarok hatine qetilkirin. Dîktatoriya ku got kuTenê li Yemenê ji destpêka salê ve 17 zarok hat kûştin û bal lê kişand ku ev hijmar ji meha Kanûnê ve dû qad zêdetir e.
“Divê aliyên pevçûnê sivîlan hedef negrin”
UNICEF destnîşan kir li welatê ku 7 sal in şer lê didome yên ku herî zêde neyînî jê bandor dibin zarok in û got: “Divê aliyên pevçûnê yên li Yemenê sîvîlan hedef negre. Divê baldar bin ku zarok jî di nav de sîvîl neyên hedef girtin.”
Li welatê ku ji sedî 80’ê şêniya wê ji ber sedemên şer bi alozî û xizaniyê re rû bi rû ye, tê texmînkirin ku di 7 salên dawiyê de 233 kesan jiyana xwe ji dest daye.