UNAMI têkildarî êrîşên yekê sibatê daxuyanî da

UNAMI di derbarê êrişên dewleta Tirk yên şeva 1’ê Sibatê pêkhatî de daxuyanî da û da diyarkirin ku divê rêz li serweriya xaka Iraqê were girtin û şêniyên wê were parastin.

Navenda Nuçeyan - Komîsyona Alîkariya Iraqê ya Girêdayî Neteweyên Yekbûyî (UNAMI) li ser malpera xwe ya fermî di derbarê êrişên dewleta Tirk ên di 1’ê Sibatê de pêkahtî daxuyaniyek parve kir. Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Êrîşên hewayî yên ser Nînewa bû sedema qurbaniyên medenî. Em vê yekê dubare dikin ku pêwîste her tim rêz li serweriya xaka Iraqê were girtin, şêniyên herêmê werin parastin û pirsgirêk bi riya guftûgo û alîkariyê were çareserkirin.”
Balkêşe ku UNAMI di daxuyaniya ku dayî de qet qala aliyê êriş pêk aniyî nake ku êrîş dewleta Tirk pêk aniye. Di heman demê de behsa Wargeha Penaberan ya Mexmûrê jî nake ku di bin çavdêriya Neteweyên Yekbûyî de ye.