Ji Emîne Şenyaşar banga li jinan: Werin vê zilmê bibînin

Têkoşîna "edaletê" ya Emîne Şenyaşar ku 2 kur û hevjînê wê hatin qetilkirin li gel kurê wê Ferît Şenyaşar da dest pê kir di roja 338'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar bang li hemû jinan kir û xwest kurê wê yê girtî jî bê berdan.

Têkoşîna “edaletê” ya Emîne Şenyaşar ku 2 kur û hevjînê wê hatin qetilkirin li gel kurê wê Ferît Şenyaşar da dest pê kir di roja 338'an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar bang li hemû jinan kir û xwest kurê wê yê girtî jî bê berdan.
Riha - Nobeta "edaletê" ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû, di 9’ê Adarê de li ber Edliyeya Rihayê dabû destpêkirin, di roja xwe ya 338’an de berdewam dike. Emîne Şenyaşar ku duh ji ber pirsgirêkên xwe yên tenduristiyê nikaribû bê pêşiya edliyeyê îro bi egala ku Dayikên Şemiyê jê re çêkiribûn hat pêşiya Edliyeya Rihayê û bi kurê xwe Ferît Şenyaşar re dest bi nobetê kir. 
"Zilm berdewam dike"
Emîne Şenyaşar a diyar kir ku nobeda “edaletê” di bin zilmê de berdewam dike û wiha got: "Di serî de hemû parlamenterên jin bila jin bên pêşiya Edliyeya Rihayê û zilma pêk tê bibînin. Kesên ku zarokên min kuştine ji xwe re li derve digerin. Ez ew saleke li pêşiya Edliyeya Rihayê me.” Emîne Şenyaşar daxwaza berdana kurê xwe yê girtî jî kir.
Malbata Şenyaşar li ser hesabên xwe yên medyayê ev parvekirin danî: “Li Rihayê têkoşîna edaletê ya dayikê li vî welatî mijara rûmetê ye. Li nexweşxaneya ku bi sedan kes lê bûn şahid malbata wekîlê AKP’ê komkujiyek pêkanî. Hûn nikarin rojê tarî bikin!”