Tûnis diçe ser sindoqan: Tu bendewariya jinan ji hilbijartinê nîne

Jinên ji Gafsayê diyar kirin ku tu hêviyên wan ji hilbijartinên Serokkomariyê yên Tûnisê nînin û gotin, "Haya wan ji şert û mercên gundan û bi giştî şert û mercên jin tê de ne" û bertek nîşan dan.

ÎHLAS HAMRUNÎ

Tûnis – Xelkê Tûnisê ji bo Hilbijartina Serokomariyê ya 6’ê Cotmehê diçin ser sindoqan. Serokomarê niha Kays Said, Zouhair Magzhaoui û Ayachi Zammel dê di hilbijartinan de hevrikiyê bikin. Di pêvajoya hilbijartinê de ku bi bertekên gel re rû bi rû ma, bi dehan parêzvanên maf û rojnamegeran hatin binçavkirin û girtin.

Hêviyên gel ji Hilbijartinên Serokomariyê kêm in. Jinên gundê Gafsayê di wê baweriyê de ne ku pirsgirêkên ku piştî hilbijartinê rû bi rû dimînin wê çareser bibin.

'Ji jîngehê heta tenduristiyê, ji jiyana kar heta jiyana civakî gelek pirsgirêk hene'

Tozeur Ben Ehmed a ji gundê Gafsayê têkildarî hilbijartinên ku dê çêbibin got, “Min heta niha deng nedaye û ji bo hilbijartina siyasetmedarekî neçûme sindoqan, lê vê carê ez ê biçim navenda nêzîkî mala xwe û dengê xwe bidim û mafê xwe yê dengdanê bikar bînim. Namzetek heye ku ez dixwazim ew bibe serokomar û ji bo ku were hilbijartin ez ê dengê xwe bidim wî. Bajarê Gafsayê di serî de qirêjiya hawirdorê gelek pirsgirêk hene. Nexweşiyên ku ji ber qirêjiya jîngehê çêdibin belav dibin. Daxwaza me ji serokê ku dê bê hilbijartin ew e ku ji jîngehê heta tenduristiyê, ji jiyana xebatê heta jiyana civakî di her warî de pêşketinan çêbike. Her wiha em daxwaz dikin ku jinên Tûnisî bi taybetî yên li gundan dijîn, cidî bên girtin û şert û mercên jiyana wan bigihin asteke baş. Di kargehan de karkerên ku bi gelek pirsgirêkan re rû bi rû dimînin hene û divê di jiyana kar de reform bên kirin. Em jî dixwazin tundî û qetlîamên li ser jinan bi dawî bibin.”

'Hilbijartinên Serokkomariyê ne di xema min de ye’

Rabîa Yahya ji gundê Gafsayê jî wiha got: “Hilbijartinên serokomariyê ne di xema min de ye. Ji ber ku dema em serokekî hildibijêrin ji bilî televîzyonan em wî nabînin. Piraniya kesên ku li herêmên gundewarî dijîn bi gelemperî weke min difikrin. Ji ber ku me bijartiyên xwe rojekê nedîtine ku werin serdana me, guh nadin hilbijartinên serokomariyê. Kesên hatine hilbijartin ji şert û mercên gundan û bi giştî şert û mercên jinan nizanin. Welatiyên li gundan weke welatiyên pileya duyemîn tên dîtin û desthilatdarî bi giştî guh nade wan û guh nade daxwazên wan. Mînak em di debara xwe de zehmetiyan dikişînin û pirsgirêkên me li ber çavan nayên girtin.”

'Hilbijartin ji bo min zêde wateyek nîne'

Yek ji wan jinan Mounia Belşêx got, "Hilbijartinên serokatiyê ji bo me zêde wateyek xwe nîne, ji ber ku serokê nû dê bibe serokê berê û ji ber ku ev rewş nayê guhertin, bala gundiyan nakişîne. Siyasetmedar ji derveyî kampanyayên hilbijartinê serdana me nakin, xema me nagirin, ji bo herêma ku em lê dijîn tu biryar nayên girtin. Berê jî hinek sozan dabûn me lê piştî hilbijartinan me nedît ku sozên xwe pêk tînin. Lewra ez bawer im ku kesê di hilbijartinên nû de bê hilbijartin jî dê sozên xwe pêk nêyne.”