Jin û keçên ciwan ên Lubnanê ji ber rewşa lîreya Lubnanî cil û bergên reş li xwe kirin
Lîreya Lubnanê ku daket bû sedema têkçûna aboriya Lubnanê û malbatên herî xizan ên ku êdî nikarin pêdiviyên xwe yên kêm rojane pêk bînin, jin û keçên ciwan ên Lubnanê li ber Bankaya Lubanê li Beyrûdê çalakiyek rûniştinê li dar xistin digel çalakiya rûniştinê ya ku li Trablusê hat organîzekirin ku tê de çalakvanan cilên reş li xwe kirin.
CAROLÎN BAZZI
Beyrûd- D 8’ê Çileyê de jinên Lubnanê ji bo daxwaza mafên xwe û wekheviya jin û mêran û nehiştina lîstina bi lîreya Lubnanê, li pêşiya Bankaya Lubnanê ya li Beyrûdê, çalakiyeke rûniştinê li dar xistin.
"Em rewşa ku lîreya Lubnanê gihîştiyê şermezar dikin"
Seroka Komîteya Mafên Jinan a Lubnanê Ayde Nasrallah ji ajansa me re axivî û wiha got: "Em weke jinên Lubnanê yên Beyrûd û Trablusê li ber deriyê Banka Navendî ya Beyrûdê û Trablûsê rûniştine ji bo ku dengê xwe bilind bikin û yek hawar û yek deng derbixin li hemberî rewşa ku lîreya Lubnanê gihîştiyê. Her wiha çapkirina lîreya Lubnanê bi rêjeyên mezin, buhabûn û ji destdana hêza kirîna lîreyê, ev hemû faktor li ser dayikên Lubnanê û malbata ku jin lingê wê yê bingehîn e, nîşan dide. Jin dema ku dibînin zarokên wan êşê dikşînin, herî zêde ew êşê dikşînin.”
Wê di berdewamiya axaftina xwe de wiha anî ziman: "Em dengê xwe bilind dikin ku bêjin êdî bes e, em hatine hawara vê rewşa ku dê hemû herêmên Lubnanê dagir bike. Ji bo rayedarên Lubnanê, rêber û zarokên wan ên ku ji vê rewşê sûd werdigirin rawestin. Ew bi serlêdanên ku rêjeya danûstendina dolarê dilîzin, serwetên zêde berhev dikin. Her çendî îhtîmala rawestandina wan hebe jî ji bo rawestandina van serlêdanan gavan navêjin ango di nava komplo û gendeliyê de ne.”
Der barê daxwazên xwe de jî ew dibêje: "Ev hawara jinan a welatiyan e, ne tevgereke femînîst e. Em jî wek mêran hemwelatiyên bi karûbarên giştî re û bi siyasetê re eleqedar in. Em ne tenê femînîst in. Em daxwaza mafên xwe dikin da ku wekheviya di navbera welatiyan de pêk were û em li dijî her cudahiya di navbera zayendan de ne, çi li ser hesabê jinan be, çi li ser ê mêran be.”
Der barê hilbijartina rengê reş ê yekgirtî de jî got: "Me rengê reş ji bo hilweşîna lîreya Lubnanê hilbijart û em ê hewl bidin beriya ku lîre bimre wê rizgar bikin û bi vî rengî dikare bi xurtkirina hilberînê û vegerîna çerxa aboriyê were rizgarkirin.”
"Min ji bo gelê Lubnanê rengê reş hilbijart"
Ji aliyê din ve Marî Bawarî, sedema hilbijartina rengê reş û beşdarbûna çalakiya rûniştinê ya li ber Banka Navendî vedibêje û wiha tîne ziman: "Min rengê reş ji bo gelê Lubnanê hilbijart. Ji ber ku karbidestan dermanên kal û pîran qut kirin, zarok ji şîr bêpar hiştin û zarokên me ber bi koçberiyê ve birin. Ew gelê Lubnanê tune dikin. Ew teqez dike ku ew ê Lubnanê neterikîne û koç neke lê dê zarokên xwe jî vegerîne malên xwe. Wê biryarên wezîrê perwerdeyê rexne kir, yên ku bang li xwendekaran kir ku vegerin xwendina xwe li dibistanan, di nebûna elektrîkê û hêsantirîn riyên pêşîlêgirtinê de.
"Gelê Lubnanê di nava komployek de dijî"
Xebatkara Civakî û mamosteya zanîngehê Amal Ebî Herb jî li ser beşdarbûna xwe ya ji bo çalakiya rûniştinê axivî û got: "Em beşdar dibin ji bo ku em bêjin em bi israr in divê em bi israr bin lê êdî şiyana me ya berxwedanê nemaye. Em êdî nikarin derman peyda bikin. Navendên tenduristiyê yên civakî ji bijîşkan vala ne, ji ber ku êdî dilxwaz li nexweşxaneyan nemane. Wê tişta ku gelê Lubnanê dijî bi gotina "komplo" bi nav kir û dît ku çûyîna berpirsan çareserî ye heta ku welat vegere serdema xwe ya berê ya bextewarî û pêşketinê.
Li ser rastiya akademîk û nekarîna xwendekaran a ku heqê dibistan û zanîngehan bi hev re bidin jî axivî û li ser Sendîkaya Giştî ya Kar û nebûna wê ya piştgirîkirina karkeran pirsî.
"Em bang li sandîkeya parêzeran dikin ku der barê çîna siyasî de doz bê vekirin"
Seroka komeleya "Dengê Zarokan" Nelly Chidiaq eşkere kir ku beşdarbûna wê ya li çalakiya rûniştinê ew e ku dengê xwe bigihîjîne Waliyê Bankaya Lubnanê, Riad û Salameh an jî kesên ku dikarin alîkariyê bidin gelê ku ji aliyê berpirsan ve hatine şermezarkirin û got: “Em weke Komeleya Dengê Zarokan rojane gelek bang ji kesên hewcedar ên ku dixwazin xwarinê bidin zarokên xwe yan jî cilan ji wan re peyda bikin digrin.
Bi pirsa "Heya kengê? Em ê herin ku derê? Ev du sal in em rojane bi sosret û şokan dijîn êdî em nikarin tehemul bikin” bang li sandîkeya parêzeran dikin ku dozên dadwerî li hemberî hêzên siyasî yên ku pereyên gel dizîne vekin.
Di çalakiya rûniştinê de dirûşmên banga rawestandina lîstina bi lîreya Lubnanê hatin kirin, bi taybetî dirûşma "Pereyê me yê neteweyî parastin û ewlekariya me ye", "Bes e lîstina bi lîreya Lubnanê.”