Tulay Hatimogûlllari li Îdirê bi jinan re hate ba hev

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûlllari li Îdirê bi jinan re hate ba hev û guh da pirsgirêkan. Tulay Hatimogullari bal kişand ku li Tirkiye lawirvanî û çandinî tune dibe, da zanîn ku wê bibin çareseriya pirsgirêkan.

Navenda Nûçeyan- Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari di çarçoveya kampanya “Nan û Edaletê” de li bajarê Îdirê bû. 

Tulay Hatimogûllari destpêkê li taxa Hakveyîs serdana jinên li zeviyan dixebitîn kir û li gilî û gazinên wan guhdar kir. Jinên karker ku li zeviyên sebzeyan dixebitin hêrsa xwe ya li dijî krîza aborî anîn ziman û tevî hewaya germ jî rojê 400 lîre yûmiye werdigirin. Jinan gotin ku ew nikarin debara xwe bikin û rewşa welat her ku diçe ber bi xerabûnê ve diçe û ew hatine wî halî ku nikarin zikê xwe têr bikin. Xwediyên zeviyan jî dan zanîn ku sebzeyên wan pere nakin û ew zirarê dikin û hilberînên wan di nava zeviyan de dimînin.

‘Xizaniyek kur heye’

Tulay Hatimogûllari bang li jinan kir û diyarkir ku armanca kampanaya wan pirsgirêkên karkeran bê dîtin û çareseriyê ji wan re bibînin û wiha got: “Em weke DEM Partî hewl didin li her cihê Tirkiye di çarçoveya hevdîtinên ked û edaletê de werin ba hev. Vê desthilatdariyê wisa kiriye ku ne xwediyên zeviyan ne jî karker nikarin qezenc bikin. Destilatdariyê li vî welatî cotkarî qedandiye. Rê li ber feqîriyek pir mezin vekiriye. Ji bo em jî li dijî vê feqîriyê têbikoşin, me vê xebatê daye destpêkirin û em li kolan û qadan e.”    

 Hevdîtina bi bêrîvanan re

Tulay Hatimogûllari piştre jî çû zozanên Korhanê û serdana jinên bêrîvana kir. Bêrîvanan bi dilgermî ew pêşwazî kir. Tulay Hatiomgûllari li pirsgirêk û tengezariyên bêrîvanan guhdar kir. Bêrîvanek ku li vêderê axivî diyarkir ku pirsgirêka wan ya herî mezin kehrebe û ave û got: “Li vêderê ava paqij nîne, ji ber ava xwarinê ya qirêj min zaroka xwe winda kir.” Tulay Hatimogûllari ku xemgîniya xwe anî ziman da zanîn ku ji bo çareseriya van pirsgirêkan wê hewldan bikin. Bêrîvanek din jî diyarkir ku keda jinan nayê dîtin û wiha got: “Li vêderê hemû kar li ser milê me di meşe. Keda jinê nayê dîtin. Ez nikarin pirtukan bikirim bi zarokên xwe bidim xwendin. Divê jinên malan jî xanenîş bibin. Li ser vê yekê Tulay Hatimogûllari ji rêveberên partiya xwe ya Îdirê xwest ku pirtûkan ji bêrîvanan re bişîne.

‘Çandinî û lawirvanî hate tunekirin’

Tulay Hatimogûllari destnîşan kir ku Tirkiye çandinî û lawirvanî bi destê desthilatê hatiye tunekirin û wiha got: “Tirkiye yek ji welatên çandiniyê û sewalkariyê ye lê belê di salên dawî de mirov ji ber birçîbûnê û feqîriyê nikarin debara xwe bikin. Qesra Erdogan nizane ka birçîbûn û rewşa karkeran çawa ye. Qesr ji tengezariya xelkê fam nake. Em dixwazin mirovan ji vê rewşê rizgar bikin. Em çandiniyê û sewalkariyê li Kurdistanê û Tirkiyeyê di astek jiyanî de dibînin. Divê raya giştî û gel li dijî van polîtîkayên desthilatdariyê mil bidin milê hev û têbikoşin. Em ê jî di vî warî de her cure hewldanê ji bo cotkar û sewalkaran bikin.”

Tulay Hatimogûllari piştî serdana bêrîvanan çû fabrîkayek tesktîlê û bi xebatkaran re hate ba hev. Tulay Hatimogûllari li vir jî li pirsgirêkên xebatkaran guhdar kir.