Tulay Hatîmogullari: Werin em li hember qeyûm dengê xwe bilindtir bikin

Hevseroka Giştî ya DEM’ê Tulay Hatîmogullari di civîna komê de xîtabî Serokê Giştî yê AKP’ê Tayyîp Erdogan kir û got: “Erdogan, çima hûn ji biryara 31’ê Adarê ya gelê Kurd bêzar bûne?”.

Navenda Nûçeyan - Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogullari di civîna koma partiyê ya Meclisê de geşedanên di rojevê de nirxand.

Hatîmogullari, diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm re îradeya gel tune hatiye hesibandin û bertekek tund nîşanî gotinên Serokê Giştî yê MHP’ê Devlet Bahçelî yên îro da. Tulay Hatîmogullari wiha got: “Hûn bi van sepanên xwe ji Kurdan re dibêjin; ‘mafê we yê bijartin û hilbijartinê tune ye, hûn ne hemwelatiyên esil ên vî welatî ne.’ Hûn ji gelê Kurd û hêzên piştevaniyê didin wan re dibêjin; ‘Hûn pirsgirêkekî ewlehiyê ne.’ Hûn van gotinan ji milyonan kesan re dibêjin. Îcar hûn nikarin li ser van kursiyan bi berovajîkirina rastiyê re vê yekê biguherînin. Dema derdikevin derve dibêjin ‘em wekhev in û bi gelê kurd re bira ne’. Lê êdî em ji vê lîstikê pir bêzar bûn. Divê ev şano êdî bi dawî bibe.”

‘Ji Colemêrgê heta Stenbolê gel di nava berxwedanê de ye'

Tulay Hatîmogullari da zanîn ku dema çûyî Colemêrgê bûye şahid ku ji 7 salî heta 70’ê salî her kesî bertek nîşanî tayînkirina qeyûm da ye û wiha got: “Ji Colemêrgê heta Stenbolê gel li ber xwe dide. Bi ciwan û kalên xwe, bi jin û zarokên xwe her kes xwedî li îradeya xelkê Colemêrgê derdikeve. Hûn nikarin van rastiyan berovajî bikin. AKP’ê herî zêde li ser darbeyan mexdûriyet dikir. Her tim Darbeya 28’ê Sibatê weke mînak nîşan dide. Lê heman îxtîdar îro leşkeran dadixîne kolanan.”

‘Wê dîrok ev wêne binivîse’

Tulay Hatîmogullari ku di axaftina xwe de wêneyê dorpêça polîs û leşkeran a li ber Şaredariya Colemêrgê nîşan da û wiha got: “Ew dîmen tam jî ev e; ev der pêşiya Walîtiya Colemêrgê ye. Wê dîrok ev wêne ji bîr neke. Dibêjin em li dijî cuntaya leşkerî ne lê binêrin, leşker li vir in. Bi vê yekê re leşker jî kirin şirîkê darbeya siyasî ya li Colemêrgê kirine. Di bin vî wêneyî de îmzeya AKP'ê ya ku qaşo ji aliyê rejîma cuntaya leşkerî ve hatiye mexdûrkirin heye. Tu kes vî wêneyî ji bîr nake, wê dîrok binivîse û em ê nehêlin were jibîrkirin jî.”

‘Gelo dema gel te hildibijêre dibe gel?’

Tulay Hatîmogullari di berdewamiya axaftina xwe de xîtabî Tayyîp Erdogan kir û wiha got:

“Ey Erdogan, hûn ji qapûtê darbekaran derketin. Hûn bi bi îdianameyên wan ango yên FETO’yiyan amade kirine hevalên me didarizînin. Erdogan dibêje; ‘bila kesek xwe ji biryarên darazê aciz neke.’ Ey Erdogan, tu çima ji biryara gelê Kurd a di 31’ê Adarê de daye aciz dibî? Derkeve sedema vê ji bo raya giştî ya Tirkiyeyê rave bike. Rabe eşkere bike bê ka tayînkirina qeyûman aciziya çi ye. Piştî hilbijartinan jî got ‘em ê xwedî li îradeya ji sindoqan derdikeve derkevin.’ Ma xelkê Colemêrgê ne gel e? Ma tenê dema gel te hildibijêre dibe gel? Dema partiyên din ên siyasî hildibijêre nabe gel? Ma wê demê ew îrade nabe ya gel? Lê jixwe bi pratîkên xwe nîşan daye ku piştgiriyê dide qeyûman û rê li ber vedike.

Niha bi tayînkirina qeyûman hem îradeya siyasî xesp dikin hem jî çavkaniyên madî yên şaredariyê xesp dikin. Ango tevgerînên çetetiyê ne. Çete diçin cihekî û sermayeya wê talan dikin û li dijî hev şer dikin. Ev, bi tayînkirina qeyûm her wiha çavkaniyên xelkê Colemêrgê talan dikin. Şirîkê biçûk ê îxtîdarê radibe bi saetan derheqê me de diaxive. Jixwe Bahçelî heta çêran li DEM Partiyê, gelê Kurd, hêzên demokrasiyê, çepgir, şoreşgeran neke bêhna wî nayê. Tenê yek axaftina wî nîne ku çêran neke.”

‘Cînayeta Sînan Ateş vebêjin'

Tulay Hatîmogullari diyar kir ku hewl hatiye dayîn qeyûm meşrû bê nîşandan û got: “Ey şirîkê biçûk, ey şirîkê AKP’ê yê qeyûman, heke bi te mabe tu dê AYM’ê jî bigirî. Tu çawa dikarî qala van tiştan bikî. Tu xwedî zîhniyetekî wisayî ku tu ji van tiştan pir dûrî. Li şûna heqaretan li me bikî, tu derkeve ji ewil cînayeta Sînan Ateş vebêje.”

‘Ew nikarin bibin sembola vî welatî’

Tulay Hatîmogullari, da zanîn ku ji bo qeyûman hertim hincet têne gotin û wiha berdewam kir:

“Weke Mûsa Anter gotibû; ya xwişka min, birayê min ma ev çi welate ku ji ber her tiştekî dabeş dibe. Ma ev nan e, ma ev pasteye ku her kesê devê xwe vedike vî welatî dabeş dike. Di esasê xwe de yê vî welatî dabeş dikin ew in ên ku vîna gelan nas nakin. Kesên rê li ber birçîtî, xizanî, bêkarî, bêpêşerojtî, bêhêvîtî û nexweşiyê vekirin nikarin bibin sembolên hevpar ên vî welatî. Yên ji gelê xwe re dibêjin vandal, surtuk nikarin bibin sembolên vî welatî. Yên ji kujerên Alî Îsmaîl re gotin ‘min ferman da’ nikarin bibin sembol. Yên ji mexdûrên erdhejê re gotin ‘bênamûs’ nikarin bibin sembol. Yên gotin ‘jin jî be zarok jî be çi pêwîst bike bikin’ nikarin bibin sembolên vî welatî.

Û ez dixwazim li vir bang li kesên di nava AKP’ê de siyasetê dikin û dengê xwe didin AKP’ê dikim; em dizanin ku hûn jî ji van derhiqûqtiyan û feraseta qeyûman aciz in. Dema me xebatên hilbijartinê dimeşand, me ji gelek AKP’yiyan ev nerazîbûn bihîstin. Tayînkirina qeyûm a li îradeya hilbijartî, binaxkirina demokrasiya Tirkiyeyê ye. Û em bang li tevahiya hêzên demokrasiyê û muxalîfên li Tirkiyeyê dikin; ji kerema xwe ji bo li dijî tayînkirina qeyûman em bikarin demokrasiya Tirkiyeyê biparêzin û ji bo jiyaneke hevpar dengê xwe bêhtir derxînin. Em piştevaniya xwe mezintir bikin. Em dizanin ku heke em bêhtir hev bigirin dê bikarin bi ser kevin û bi faşîzmê paşvegavê bidin avêtin.”

‘Colemêrg Xeza ye, Xeza jî Colemêrg e’

Tulay Hatîmogullari tiştên ku li Filistînê qewimîn û yên li Colemergê qewimîn dan ber hev û got: “Îxtîdara AKP’ê û şirîkên wê yên îro ji bo Filistînê rondikên derewîn dibarînin, heman tundiya Îsraîl li Filistînê dike îro li hemberî me dike. Îcar radibe ji bo Filistînê rondikên derewîn dibarîne. Binêrin, di nezera mazluman de Xeza Colemêrg e, Colemêrg jî Xeza ye. Û gelê Filistînê li dijî zilma Îsraîlê çawa li ber xwe bide, xelkê Colemêrgê û hemû gel jî li Tirkiyeyê li ber xwe didin.”

‘Yên ku zalim û xerab in wê dawiya wan xerab be’

Tulay Hatîmogullari axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir:

“Bi tayînkirina qeyûman em heta sedsala 18’emîn paşve birin. Me vedigerînin serdema padîşahtiyê. Em ji serdema tanzîmatê jî wêdetir birin. Em ê bi tu awayî vê qebûl nekin. Wezaret dibêje polîs û daraz di bin fermana min de ne û çawa bixwazim dikarim wisa destûra bingehîn binpê bikim. Ev nêzîkatî nêzikatiya Fîrewnan e, ya Dehaqan e, ya Hîtler e. Yên zilmê dikin dawiya wan gelek nebaş dibe. Vê cîhanê gelek padîşah, Dehaq û Fîrewn dîtin lê tevek jî li hemberî mirovahiyê têk çûn. Hûn jî mehkûmên têkçûnê ne. Mîna li Colemêrg û Wanê dê têkoşîna me ya li dijî tayînkirina qeyûman bidome. Li dijî tayînkirina qeyûman em ê mîna dayîka Surmê ya li Colemêrgê têkoşîna xwe bidomînin.”