Tulay Hatîmogullari Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir

Tulay Hatîmogullari ya HDP’î ku Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir, wiha got: “Em ê hemû rojên cejnan ne wekî niha bi êşê, bi tama cejnê pîroz bikin bibînin.”

Navenda Nûçeyan – Alîkara Hevserokên Giştî yên HDP'ê ya ji Komîsyona Gel û Baweriyan Berpirsyar Tulay Hatimogullari bi daxuyaniyekê nivîskî Cejna Çarşema Sor a Êzidiyan pîroz kir û wiha got; “Çarşema Serê Nîsanê yan jî Çarşema Sor ku ji aliyê gelê Êzidî ve weke destpêka biharê tê pejirandin û weke roja yekem a sala nû tê pîrozkirin; ew roj e ku hem gerdûn hem jî cîhan ava bûne."

“Em ê hemû bi hev re ji dorpêça tundiyê derkevin”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Êzidî ji ber ziman, çand, nasname û baweriya xwe; herî dawî jî li Şengalê 73 caran rastî qetilkirinê hatine, wiha hat gotin: “Fermana 73. li ber çavên tevahî cîhanê çêbû. Ji qirkirina sala 2014’an û vir ve, çarenûsa bi hezaran jin û zarokên di destên çeteyên DAÎŞ'ê de dîlgirtî ne, nediyar e. 18'ê Nîsanê ku ji aliyê gelê Êzidî ve wek arîfeya Cejna Çarşema Sor tê zanîn, careke din êrîş li wan hat kirin. Êşêm civaka Êzidî em ji dil hîs dikin. Em ê bi hev re, bi hevgirtina ligel Êzidiyan ji vê dorpêça tundiyê derkevin, em ê hemû rojên cejnê ne bi êşê bi tama cejnê pîroz bikin bibînin.

“Bila bibe sedema aştî, azadî, edalet û wekheviya hemû mirovahiyê”

Di daxuyaniya ku hat gotin, hêvî dikin Cejna Çarsema Sor ku ji bo Êzidiyan qenciyê teqez temsîl dike, bibe mizgîniya azadiya jin û zarokên Êzidî û azadiya gelê Êzidî, bi van gotinan bi dawî bû: “Bi hêviya ku tevahî gel û bawerî bi awayekî azad di nav hev de bijîn, Cejna Çarşema Sor ku sembola jiyana nû ye; em hêvî dikin ku bibe sedema aştî, azadî, edalet û wekheviya hemû mirovahiyê û cejna gele Êzidî yê kevnar pîroz be. Cejna pîroz Çarşema Sor a Gelê Êzidî pîroz be!"