Aysel Avesta: Daxwaza me bûyîna dengê jinan e

Rojnamegeriya Kurd a xwe dispêre ked û hewildanên mezin ên bi berdelên mezin hatine avakirin, bi Rojnameya Kurdistan a di 22’yê Nîsanê de hat çapkirin şûnde di her 22’ê Nîsanê de weke Roja Rojnamegeriya Kurd tê pêşwazîkirin.

BÊRÎTAN ZINAR

Navenda Nûçeyan – Li welatek mîna Kurdistanê ku bi taybetî dîroka wê ya dû sed salên dawiyê ji dagirkeriya li ser axê heyanî bişaftina li ser kesayeta Kurd û polîtîkayên talankirinê ya li ser çand, ziman û hebûna wê ku ev dû sed salên dawiyê bi awayekê pergalî tê meşandin, pêşxistina rojnamegeriyê bi tena serê xwe pêşketinek mîna şoreşê ye. Lewra yekemîn rojnameya Kurd a ji aliyê Bedîrxaniyan di sala 1898’an de li Qahîre hatiye çapkirin, ji bo şoreşa ku qala wê hat kirin gava yekemîn û dîrokiye ku her sal 22’yê Nîsanê weke Roja Rojnamegeriya Kurd tê pênasekirin û pêşwazîkirin. Bê guman avakirina rojnamegeriya Kurd xwe dispêre bedelên giranbuha ku di oxira şopandin û ragihandina heqîqetê û rastiya dagirkeriya li ser welat tê meşandin, hatiye dayîn û heya roja me ya îro jî bi ked û hewildanên pir mezin îro xwe bi awayekê hîn bihêztir birêxistin dike.  

Derbarê 22’ê Nîsanê ya Roja Rojnamegeriya Kurd li ser mijarên keda ku di avakirina rojnamegeriya Kurd de hatiye dayîn, di çanda rojnamegeriya kurd de rola jinên Kurd û êrişên bi taybetî li ser rojnamegeran tê meşandin, me bi rojnamevan û edîtora JIN Tv Aysel Avesta re guftugo kir.

* Rojnamegeriya Kurd li ser kîjan bedelan û bi kedekî bi çi awayê di kîjan şert û mercan de hat avakirin û gihişt roja me ya îro?

Peyama yekemîn rojnameya Kurd: Kurdistan heye

22’yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Mixabin rojnamegeriya Kurdî jî bi berdelên giran û bi nirxên gelek giranbuha hatiye avakirin û vê rojê weke Roja Rojnamegeriya Kurdî cihê xwe di dîrokê de girtiye. Rojnamegeriya Kurdî yekem car bi kovara bi navê ‘Kurdistan’ hatiye destpêkirin. Di sala 1898’an de ji aliyê Mîr Bedîxan ve li Kahîre hatiye çapkirin. Wê demê navê Kurdistanê, hebûna Kurdistanê ji aliyê dagirkeran ve dihat qedexekirin. Pêyama ku rojnamegerên Kurd ên wê demê xwestin bidin dagirkeran jî ew e ku ‘Kurdistan heye, Kurdistan metînger e û pêwist e ev welat were naskirin’. Derketina rojnamegeriya Kurdî pêyamekê bi vê awayê bû. Bê guman ev bi hêsanî çênebû. Bi berdelên mezin çêbû. Di nav bê derfetiyan de Rojnameya Kurdistan bi zimanê erebî weşan kir. Ji ber ku li Kahîre derdiket. Piştî vê li Şamê li Siwîsreyê, li Cenevreyê, li Îngîlîstanê ji bo were çapkirin û belavkirin bi hewildanên gelek mezin ev rojname temenê xwe berdewam kiriye. Bê guman Rojnameya Kurdistanê ji bo rojnamegeriya Kurdî dibe bingehek. 

Piştî wê em dizanin ku gelek kesayet, gelek rojnamevan ji bo hebûna Kurdan bidin nasandin, ji ber li gel asîmîlasyon û gelek êrişên parçekirina Kurdistanê li ser hebûna Kurdistanê jî êrişek gelek dijwar heye, yên ku herî zêde bikaribin pêşî li dagirkeriyan bigrin, pêşî li kûştin, talan û parçekirinê bigrin rojnamegerî û nivîskarî ye. Ev kevneşopî berdewam kir û her çendî kovara Kurdistanê ji bo vê buye bigehek jî bi serhildanên Kurd re, bi pêşketinên li Kurdistanê diqewimin re rojnamegeriya Kurdî jî pêş ketiye.

Yekemîn weşana ku ji bo çar aliyê Kurdistanê têdikoşe: Med Tv

Weke televîzyon cara yekemîn di dîroka tevgera azadiya Kurdistanê de û di dîroka gelê Kurd ê ku ji bo çar parçeyê Kurdistanê têdikoşe di sala 1994’an de bi Med Tv destpê kiriye. Bê guman ew jî weke kovara Kurdistanê destpêkê ku em îro jî lê binêrin weşangeriya Kurdî ya bi bandor li derveyî welat tê kirin. Ji ber ku li çar hêlên Kurdistanê, Kurdistan di bin dagirkeriya desthilatdaran de ye, rojname û çapemeniya Kurd jî bi ber zextan, neçar ma ku li derveyî welat weşangeriya xwe bike. Med tv û piştre Medya Tv li Brukselê, paşê bû Roj Tv, piştre bû Nûçe Tv, piştî wê bû Sterk Tv, her wiha Medya Haber, News Kanal û her wiha her tim navê xwe ji ber êrişên hatine kirin, cezayên ku li van kanalan hatine birîn bi navên cûda cûda vê kevneşopiyê berdewam kirine.

Îro weke rojnamevanên Kurd, weke artêşekî tê binavkirin. Ji ber ku êdî televîzyonên Kurdan ji dehan zêdetir bû. Dîsa li her parçeyên Kurdistanê bi wayekê xweser ajansên wan hene. Ev weke roja çapemeniya Kurd a ji me re weke mîrate hiştiye, li ser wê bingehê pêk hatiye. Mînak niha li Rojavayê Kurdistanê Anha kêlî bi kêlî dibe dengê şoreşê. Li Başûrê Kurdistanê li hemberî dagirkeriyê, li hemberî gendeliyê, ji bo berxwedan û berdelên li Kurdistanê dîtbarî bike Rojnews hatiye avakirin. Car din li Bakurê Kurdistanê tevî hemû zextan DIHA û niha jî Ajansa Mezepotamya weke berdewamiya vê kevneşopiyê weke ajans kar dikin. Dîsa li gel van ajansên ku me qala wan kir li Bakûrê Kurdistanê ji Özgür Gündemê bigre heyanî Azadiya Welat, niha Xwebûn heye, Yeni Yaşam heye û gelek weşanên ku rojane û heftanê weşanê dikin jî hene. Bê guman heta ev roj ku em weke artêşek bi nav dikin bi hêsanî nehat, bi berdelên mezin hate bidesxistin.

* Di vê berdel û kedê ku ji bo avakirina mîrateya rojnamegeriya Kurdî hatiye dayîn de rola jinên Kurd çi bû û rojnamegeriya kurd ya bi berdelên giranbuha giha roja me ya îro çawa çanda rojnamegeriya jinên kurd afirand?

Yekemîn gernendeya jin: Gubetelli Ersoz

Di van kar û xebatên çapemeniya azad de jinên Kurd jî rolekî gelek mezin lîstiye. Li Bakurê Kurdistanê li hemberî zext û êrişên dewleta Tirk weke yekemîn gernendeya jin em dikarin Gurbetelli Ersoz nîşan bidin. Bi vê wesîleyê em di mezinkirin û pêşxistina weşangeriya xweser a jinan de jî bibîr bînin. Ji ber ku yek ji mînakên me ye ku em ji xwe re referans digrin. Piştî wê bê guman gelek jinên ku da pêy şopa wê û îro êdî televîzyona jinan a JIN Tv afirandin. Dîsa yekemîn ajansa jinan Jinha, niha weke Jinnews berdewam dike dibe dengê jinan, rengê jinan dîtbarî dike. Dîsa NûJinha ku xeyala Şîlan Aras bû ku ajansekî jinan ava bike, niha li Rojhilata Navîn dibe dengê hemû jinên Rojhilata Navîn.

Dîsa li qadên şer, di çeperên şer de yên weke Denîz Firat, Gulîşan Îbîş, Nûjiyan Erhan û bi dehan mînakên wiha em dikarin bidin ku di eniyên şer de, li qadên herî germ diviyabû berxwedanên jinan dîtbarî bibe, hevalên me yên leheng di oxira afirandina çapemeniyekê xweser de ked dan û em niha şopdarên wan in.

*Li hemberî vê yekê êriş û zextên li ser rojnamegeriya kurd tê meşandin û bi taybet jî jinên kurd ên rojnameger tên hedefgirtin divê çawa bê xwendin?

“Ji pênusa jinê ditirsin”

Bê guman yê ku di vê rêwitiya weşangeriya Kurdî de ji rojnameyan heyanî kovar û televîzyonan yên ku herî zêde ked didin rojnamevanên jin in û dîsa yên ku rojane bi faşîzmê re rû bi rû dimînin jî rojnamevanên jin in. Ji ber ku ji pênûsa jinê gelekî ditirsin. Ji ber ku jin heqîqeta desthilatdariyê, têgiha zayendparêziyê dîsa nêzîkbûnên ku li ser bedena jinê tên kirin bandorekî çawa xirab li ser civakê dike, yên ku herî zêde vê lêkolîn dikin û dixin bin lêpirsînê jin in. Lewra jî di vê pêvajoyê de herî zêde jin dibin hedef, tên girtin û tên binçavkirin.

Ger em behsa ew hevalên ku me bibîr anîn bikin Denîz Firat ji bo kêlî bi kêlî di çepera şer de hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ragihîne di wê kêliyê de, di çeperên şer de jiyana xwe ji dest dide. Nûjiyan Erhan ji bo li hemberî xiyaneta PDK’ê, li hemberî xiyaneta ku li civaka Êzidî hatiye kirin ji bo bibe dengê jinên Êzidî û heqîqeta dagirkeran bi cîhanê bide naskirin dibe hedefa guleyên bêbext û jiyana xwe ji dest dide. Dilîşan Îbîş dema ku jin, ciwan, zarok di bin hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê de bûn û ji wan hatibûn rizgarkirin, çûbûn ku êşên wan bi raya giştî re parve bikin. Ew û çend hevalên xwe bûn hedef û bi awayekê nemerdane hatin qetilkirin. Ev nîşaneya wê yekê ye ku dijminên dagirker, dijminên gelan, dijminên jinan, dijminên gelê Kurd û tevahî mirovahiyê çiqas ji jinan ditirse, ji rojnamevanan ditirse.

“Li hemberî êrişên ku li ser bedena wê tê kirin, daxwaza me bûyîna dengê jinan e”

Gelek rojnamevan û hempîşeyên me niha jî di girtîgehê de ne. Ev berdela vê yekê ye, ji ber ku çapemeniya azad, çapemeniya ku weke alternatîfa vê pergalê xwe birêxistin dike kelem e ji bo dagirker û desthilatdaran. Ji ber vê jî dibin hedef.

Lê ez weke rojnamevanekê jin ku li ser şopa wan lehengan diçim û niha bi şanazî dikarim bêjim ku li ser keda wan televîzyonekê jinan birêve dibim û dikarim dengê jinan, daxwaz û xeyalên wan jinên ku di nav pencên faşîzmê de li ber xwe dan û bedel dan, li qenala Jin Tv de bibim layiqê daxwazên wan tevî hevkarên xwe. Ev jî erkekî ku ew dane pêşiya me ku em bikaribin weke dirûşmeya televîzyona xwe bibin rengê jiyanê, bibin rûyê jinan, bidin dengê jinan, bibin qêrîna wan a li hemberî êrişên ku li ser bedena wê tê kirin, êrişên ku li ser xwezaya wê, zimanê wê, çanda wê, zarokên wê tê kirin em bibin dengê wan. Ev jî cihê şanaziyê ye.

“Îdiaya me ew e ku em li ser axa xwe ya pîroz weşangeriyê bikin”

Bê guman em hemû ji hev hêz digrin. Weke ajans, weke televîzyon, weke giştî çapemeniya Kurd em ji têkoşîna jinan a li qadan hêzê digrin. Em hêz digrin ji biryardariya gelan a ji bo azadiyê. Em hêz digrin ji jinên ku xwe ji xweliyên xwe diafirînin û em jî dixwazin weke ragihandin bibin hest û ramanên raman wan, ev ji bo me cihê şanaziyê ye û serkeftinek gelek mezin e ku em bi wesîleya vê rojê bi ked û berxwedana ku li qadan tê meşandin re dibin yek û ew dengê xwe bilind dikin, em jî bi kamerayên xwe dîtbarî dikin, bi pênûsa xwe wan hestan rawe dikin û em bi bernameyên xwe, bi kar û xebatên xwe yên rojane hewil didin daxwazên gelan a azadiyê bi cih bînin. Ya herî girîng jî îdiaya me ew e ku êdî em ne li surgunê, ne li derveyî welat; li ser axa xwe, li welatê xwe weşangeriyê bikin, ji çavkaniyên xwe îlhamê bigrin, li ser axa xwe ya pîroz weşangeriyekê ku ji bo netewa xwe, ji bo gelê xwe, beriya her tiştî ji bo jinên ku 5 hezar sal in ji bo azadiyê têdikoşin em bi wan re li xaka azad di nav jiyanekê wekhev de bi hev re bixebitin.