Tulay Hatîmogûllari bang li Enqerê kir

Tulay Hatîmogûllari, di pîrozbahiya Cejna Newrozê ya Şirnexê de axivî û bang li Enqerê kir:“Ey Enqere, gelo tu ji bo aştiyeke birûmet amadeyî?”

Navenda Nûçeyan – Li navenda Şirnexê pîrozbahiya Cejna Newrozê hate lidarxistin. Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari di pîrozbahiyê de axivî. Tulay Hatîmogûllari, gelê Şirnexê silav kir û got gelê Şirnexê ev 50’î sal in ji bo azadiya xwe têdikoşe û emê bi hev re vê têkoşînê bidomînin.

‘Di demên herî giran de jî em bihêz daketin’

Di berdewamê de Tulay Hatîmogûllari, got: “Bedelên giran hene. Xizmên we, hevrê, xwişk, birayên we yên girtî hene. Lê me tu caran li ber vê zilmê serî netewand û me dev ji têkoşînê berneda. Di demên herî giran de jî em bihêz daketin qadan û me têkoşîna xwe domand. Kurd tune hesibandin, Kurdî nas nekirin lê niha li her çar parçeyên Kurdistanê gelê Kurd ala têkoşîn û berxwedanê li ba kiriye. Êdî veguherîne hêzeke mezin ku li herêmê kesek nikare wan tune bihesibîne. Em vê têkoşîna Kurdan silav dikin.” 

Şêrê li Îranê

Tulay Hatîmogûllari, di berdewamê de bal kişand ser şerê li Îranê û got ku ew hem li dijî rejîma molayan a gelan tune dihesibîne hem jî li dijî qetilkirina sivîlan ji hêla hêzên emperyal ve ye. Tulay Hatîmogûllari, bi bîr xist ku şer bi dijwarî didome û got: “Dema em behsa aştiyê dikin, em li rexekî behsa aştiya navxweyî ya Tirkiyeyê û li rexa din jî behsa aştiya herêmê dikin. Em niha bi hev re bi tililî û çepikên xwe ji vî şerî re bibêjin na û bibêjin aştî a niha.” 

Divê qanûn bên çêkirin’ 

Tulay Hatîmogûllari, di nava gotinên xwede got pêwîste Tirkiye mafên demokratîk ên gelê Kurd nas bike û ji bo vê qanûnan çêbike. Tulay Hatîmogûllari, got ku divê peyama Abdullah Ocalan baş were xwendin û anî ziman ku di demeke herêm veguherî gola xwînê de aştiya navxweyî girîng e. Tulay Hatîmogûllari, bang li Enqereyê kir ku mafên siyasî, hiqûqî û demokratîk ên gelê Kurd bên naskirin û ji bo van qanûn bên çêkirin. 

‘Niha ne dema sekinandinê ye’

Tulay Hatîmogûllari dibêje: “Rojekê li Rojava şer çêdibe Enqere disekine, li Îranê şer dibe Enqere disekine. Niha ne dema sekinê ye. Berevajî vê, dema avakirina aştiyê ye. Di vê çarçoveyê de divê îktîdar û dewlet erk û berpirsyartiyên xwe bicih bînin. Gel, li qadên Newrozê daxwazên xwe got. Bila biryarên DMME’yê bên bicihanîn, girtiyên siyasî bên berdan û em daxwaza rêveberiyên xwecihî yên hatine bihêzkirin dixwazin.” 

‘Em mafê hemwelatiya wekhev dixwazin’

Tulay Hatîmogûllari bi van gotinan dawî li axivtinên xwe anî: “Daxwazên DEM Partiyê yên ji vê pêvajoyê pir zelal in. Em dixwazin hemû mafên gelê Kurd bên naskirin. Em dixwazin gelê Kurd bi zimanê xwe perwerde bibe, Kurdî di qada cemaweriyê de serbest be, em mafê hemwelatiya wekhev dixwazin, rêveberiyên herêmî yê xurtkirî dixwazin. Gelê Kurd ji bo aştiyeke birûmet amade ye; ey Enqere, gelo tu jî ji bo aştiyeke birûmet amadeyî?”