Tulay Hatîmogûllari: Aştî, pirsgirêka hevpar a Tirkiyeyê ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari di civîna koma meclîsê de axivî û bal kişand ser banga dîrokî û got: “Banga min ji bo partiya muxalefetê ya sereke û partiyên din e; aştî, pirsgirêka hevpar a Tirkiyeyê ye.”

Enqere- Hevseroka Giştî ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari, di civîna koma partiya xwe ya heftane de li Meclîsê geşedanên di rojevê de nirxand. Tulay Hatîmogûllari, bal kişand ser geşedanên li cîhanê û Rojhilata Navîn û got ku rageşiyên ji ber bazirganiyê rû didin, veguherîne “şerên bazirganiyê” û ev yek xetereyeke cidî ya şerê herêmê bi xwe re tîne. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku zemîna şer û pevçûnên gelek mezintir li Rojhilata Navîn tê amadekirin û wiha got: “Li navenda vî wêneyî jî Îran heye. Mirov dikare bêje ku şer ber bi Îranê ve berfireh dibe. Îran a ku li Îraq, Yemen û Sûriyeyê bibandor e, divê teqez guh bide daxwazên gelan. Îran, bi înkarkirina Kurdan, Belucan û jinan nikare encamek bi dest bixe.” 

Tulay Hatîmogûllari, got ku li Sûriyeyê gel û bawerî tune tên hesibandin û di destûra bingehîn a nû de ne Kurd, ne Elewî ne jî jin hene. Tulay Hatîmogûllari, diyar kir ku komkujiya Elewiyan a li Sûriyeyê didome, ji cih û warên xwe tên kirin û bang li hikûmeta Tirkiye û hemû hikûmetan kir ku ji bo bidawîkirina vê komkujiyê bikevin nava tevgerê. 

‘Desthilatiyê li dijî bangê rola xwe baş bi cîh neanî’

Tulay Hatîmogûllari di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser “Banga Aştî û Civaka Demokratîk” a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got ku desthilatiyê li dijî bangê rola xwe baş bi cih neaniye û wiha dom kir: “Ev banga dîrokî, banga ji bo jiyaneke demokratîk û adilane ya 85 milyon hemwelatiyan bû. Her wiha ev bang vexwendina civaka demokratîk bû. Lê her ku desthilatî rihê vê bangê tune dihesibîne û ger ku gavên pêwîst neavêje, dê rêya civaka demokratîk jî venebe. Tu polîtîkayên ku maf û hiqûqê tune dihesibîne rewa nînin û zirarê didin civak û aştiyê. Ji bo aştiyeke mayînde, hewcehî bi veguherîneke demokratîk heye. Aştî, bi demokrasiyê dibe. Di vê pêvajoyê de gavên girîng hene ku divê bên avêtin. Yek ji wan a herî girîng jî ew e ku berpirsyartî dikeve ser milê dewlet û desthilatiyê. Ya din jî dikeve ser milê me tevan. Ger ku em destê xwe bikin binê kevir, em ê bikarin li vî welatî guherîn û veguherîneke mezin pêk bînin.

 

‘Jin di aştiyê de bi israr in’

 

Jinên hêja, aştî ji bo me gelek girîng e. Yek ji rojevên me yên sereke ye. Em jin, li dijî zîhniyeta mêrê serdest ê şeran derdixe, di aştiyê de israr dikin. Tundî, tecawiz, xizanî, bêkarî û kedxwariya şer bi xwe re tîne herî zêde bandorê li me jinan dike. Jinên Êzidî yên ji hêla çeteyan ve hatine revandin, zarokên keç ên Êzidî çawa hatin revandin û firotin me teva dît. Heta li naverasta Enqereyê hatin firotin. Heman tişt îro li dijî jinên Elewî yên Ereb tên kirin. Di sedsala 21’emîn de zarokên keç û jin li bazaran tên firotin. Li dijî vana, em jin dê bi dirûşma Jin, Jiyan, Azadî heta dawiyê têbikoşin.  

 ‘Bi beşdariya deh hezaran dilxwazên azadiyê re mal bi mal digerin’

Di ser pêvajoya aştî û demokratîk ku di meha Cotmehê de dest pê kir û di 27’ê Sibatê de bi banga dîrokî ya birêz Ocalan re tacîdar bû re, 6 meh derbas bûn. Di van 6 mehan de me ji Asyayê heta Okyanusyayê, ji Ewropayê heta her devera cîhanê em geriyan û şandeyên me welatên cuda agahdarkirin. Şandeyên me ev pêvajo vegotin û nîqaş kirin. Em li her çar aliyên Tirkiyeyê jî geriyan û bi nêzî 100 hezar kesan re me hevdîtin kir, em axivîn û me pêvajo vegot. Em niha jî bi beşdariya deh hezaran dilxwazan re mal bi mal digerin. Dê ji cihên me nekarî xwe bigihînin re bi milyonan nameyan bişînin û civînên online li dar bixin. Di encama van xebatan de em gihîştin wê qenaetê ku civak aştiyê dixwaze. Her kes ji vêya re amade ye. Dixwazin tavilê aştî çêbibe. Her kes ji dil û can piştgiriyê dide vê pêvajoyê. Herî dawî birêz Erdogan û şandeya me hevdîtin çêkir. Hevdîtin erênî derbas bû. Bendewariya me ew e ku ev hevdîtin ji bo bilezûbezbûna pêvajoyê aştiyê û ji bo çareseriyê bibe wesîle. Di destê me de firsendekî mezin ê dîrokî heye. Lê divê em bi aşkerayî biaxivin, di ser re 2 meh derbas bûn lê me hê jî gav û îradeyek hêjayî bangê nedîtiye. Civak bi zelalî diaxive û dibêje desthilatî çima gavan navêje. Dibêje çima ev pêvajo yek alî didome û hwd. Em jî ji desthilatiyê dipirsin; di rewşeke tecrîd didome, yek gavek şênber nayê avêtin, sepanên dij-demokratîk di meriyetê de û tayînkirina qeyûman didome de em çi bersivê bidin gel? Bi avakirina şert û mercên xebatê û azadiya têkilîdanînê yên birêz Ocalan re, bi derxistina qanûneke ji Meclîsê ya ji bo bêçekkirinê re, bi pêşkeşkirina pêşniyarqanûna veguherîna demokratîk re dibe. 

‘Qeyûm çima kreşên zarokan digirin?’

Muxalefet îro piştgiriyê dide pêvajoyê û bi çareseriyê re ye. Ev yek, tiştekî dîrokî ye. Cara ewil e li Tirkiyeyê ji bo aştî û çareseriyê piştgiriyeke wiha mezin tê dayin. Banga min ji bo partiya muxalefetê ya sereke û partiyên din e; aştî, meseleya hevpar a Tirkiyeyê ye. Çi dibe bila bibe divê em dev ji aştî û çareseriyê bernedin. Ya din jî ez dixwazim vê bibêjim; ji ber ku em li ser çareserî û aştiyê diaxivin, bila kesek nebêje me sepanên qeyûman ji bîr kirine. Ji bo Wanê dipirsim; qeyûm çima kreşên zarokan digire?”