TUÎK: Rêjeya bêkariyê derket ji sedî 27,2'yê

Li gorî daneyên TUÎK’ê; di meha Nîsanê de bêkarî li gorî mehek berê ji sedî 0,1 kêm bû û rêjeya bêkariyê bû ji sedî 8,5. TUÎK’ê diyar kir ku rêjeya hêza kar a betal ku ji hêza kar a potensiyel û bêkaran pêk tê jî derket ji sedî 27,2’yê.

Navenda Nûçeyan- Saziya Îstatîstîkê ya Tirkiyeyê (TUÎK) daneyên bêkariyê yên meha Nîsanê eşkere kir. Li gorî daneyên TUÎK’ê; di meha Nîsanê de bêkarî li gorî mehek berê ji sedî 0,1 kêm bû û daket ji sedî 8,5’ê.

Li gorî Lêkolîna Hêza Kar a Malbatan; di Nîsana 2024’an de ji bêkarên temenê wan 15 û bi ser re de 18 hezar jê kar peyda kirine û rêjeya bêkariyê daketiye 3 milyon û 42 hezar kesan. Rêjeya bêkariyê jî ji sedî 0,1 kêm bû û daket ji sedî 8,5’ê. Rêjeya bêkariyê ya mêran ji sedî 7,2 û ya jinan weke ji sedî 11,1 hate texmînkirin. 

Hejmara kesên hatine îstîhdamkirin di nîsana 2024’an de li gorî mehek berê hezar kes kêm bû û bû 32 milyon û 618 hezar kes; rêjeya îstîhdamê jî ji sedî 0,1 kêm bû û daket ji sedî 49,5’ê. Ev rêjeye di nava mêran de ji sedî 66,9 û di nava jinan de jî weke ji sedî 32,5 hat texmînkirin. 

Tevlibûna rêjeya hêza kar a jinan  ji sedî 36,6 e

Di Nîsana 2024’an de hêza kar li gorî mehek berê 18 hezar kêm kes kêm bû û bû 35 milyon û 661 hezar kes; rêjeya tevlibûna hêza kar jî wekî xwe ma û weke ji sedî 54,2 ma. Tevlibûna rêjeya hêza kar a mêran ji sedî 72,1 û ya jinan jî weke ji sedî 36,6 pêk hat. 

Rêjeya bêkariyê yên jinên ciwan weke ji sedî 19,1 e tê texmînkirin

Li gorî daneyan; di meha Nîsanê de li gorî mehek berê rêjeya bêkariyê ya di nava kesên temenê wan di navbera 15-24 salî de ji sedî 0,1 kêm bû û bû ji sedî 14,5. Rêjeya bêkariyê ya mêren ciwan ji sedî 12,2 û yên jinên ciwan jî weke ji sedî 19,1. 

Rêjeya hêza kar a betal ku ji îstîhdama kêm, hêza kar a potensiyel û bêkaran pêk tê jî di meha nîsanê de li gorî mehek berê ji sedî 3,1 zêde bû û derket ji sedî 27,2’yê.