‘Tu êriş nikare pêşî li têkoşîna rewa ya gelê Kurd bigre’
Jinên Wargeha Mexmûrê, li dijî êriş û dagirkeriya çeteyên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê banga bilindkirina têkoşînê kirin û gotin: “Em li kêlaka gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê ne. Tu êriş nikare pêşî li têkoşîna gelê Kurd bigre.”
NÛPELDA DENÎZ
Mexmûr – Ji 27’ê Mijdarê ve êrişên dagirkerî û qirkirinê yê dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li seranserê Kurdistanê li dijî êrişan bertek tê nîşandan û banga bilindkirina têkoşîn û berxwedana li dijî êrişên dagirkeriyê tê kirin.
Jinên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî Mexmûrê yên salan e rastî êrişên dewleta Tirk a bi hevkariya PDK’ê tên, êriş û dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê, şermezar kirin. Jinan piştgirî dan têkoşîn û berxwedana gelê Rojavayê Kurdistanê.
‘Me tu car li dijî êrişan serî netewand û em ê netewînin’
Qîmet Unver, diyar kir ku jinên penaber ên Wargeha Mexmûrê piştgiriya gelên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin û got: “Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi salan e didomin. Li seranserê Kurdistanê gelê Kurd rastî êrişên bi her awayî yên ji aliyê dewleta Tirk ve tê. Bi taybetî ji salên 90’î ve êriş û polîtîkayên qirkirinê yên li ser gelê Kurd zêdetir bûne. Em di hemû aliyan de piştgiriya tevahî gelê xwe dikin. Em jinên penaber ên Mexmûrê di gelek rojên zehmet re derbas bûn û em heta dawî li kêlaka gelê xwe ne. Êşa me hemûyan yek e. Ji bo gelê me yê Rojavayê Kurdistanê çi ji destê me bê em ê bikin. Me tu car li dijî êrişan serî netewand û em ê netewînin jî.”
‘Pêwîst e gelê Kurd li ku dibe bila bibe li dijî êrişan derkevin’
Qîmet Unver, bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: “Em ê li seranserê Kurdistanê heta dawî li dijî dijmên xwe têkoşîn û berxwedana xwe mezintir bikin. Pêwîst e gelê Kurd li ku dibe bila bibe, li dijî êrişan derkevin û piştgiriya hev bikin. Em bang li hemû rêxistin, sazî, dezgehan û hemû gelê Kurd dikin ku rabin ser piya û têkoşîna xwe mezintir bikin.”
‘Bi fikir û felsefeya Rêbertî em li dijî êrişan li ber xwe didin’
Sarya Marînos jî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî tevahî gelê Kurd e û wiha axivî: “Bi salan e gelê Kurd rastî her cure êrişan tên. Êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê bi hevkariya hêzên navneteweyî pêk te. Yekane armanca êrişan tûnekirina gelê Kurd û destkeftiyên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ye. Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyê tevahî pêkhateyan digre nava xwe. Gelê me bi fikr û felsefeya Rêbertî xwe bi rêxistin dike û dijî êrişan li ber xwe dide. Dewleta Tirk ji bo pêşîgirtina belavbûna fikr û felsefeya Rêbertî û hilweşandina pergala netewa demokratîk êrişî gel dike.”
‘Em hemû dayîkên Kurd li kêlaka gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê ne’
Sarya Marînos, da zanîn tu hêz nikare pêşiya têkoşîna rewa ya gelê Kurd bigre û got: “Em gelê wargeha Mexmûrê piştgiriya gelê xwe dikin û êrişên hovanê yên çeteyên dewleta Tirk şermezar dikin. Em ê heta mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û azadiya tevahî mirovahiyê têbikoşîn û tu caran dev jî têkoşîna xwe bernadin. Em hemû dayîkên Kurd li kêlaka gelê xwe ya Rojavayê Kurdistanê ne. Dê serkeftin ya gelê Kurd be.”