Nêrgiz Mihemedî sewqî nexweşxaneya Tehranê hate kirin

Çalakvana mafên mirovan û xwediyê Xelata Aştiyê ya Nobelê Nêrgiz Mihemedî piştî biryara rawestandina darvekirina wê û ji ber xirabûna rewşa tenduristiya wê, ji nexweşxaneya Zancanê veguhestin nexweşxaneya Tehranê.

Navenda Nûçeyan – Çalakvana mafên mirovan Nêrgiz Mihemedî îro ji nexweşxaneya girtîgeha Zencanê ji bo tedawiyê derbasî nexweşxaneya Tahranê hate kirin. Ev veguhastin piştî biryara rawestandina cezayê wê û li gorî raya bijîşkî ya dadwerî pêk hat.

Parêzerê Nargiz Mihemedî, Mustafa Nîlî, ragihand ku muwekîla wî ji ber pirsgirêkên tenduristiyê yên fîzîkî û pêdiviya lênêrîna pispor bi ambulansê veguheziye Nexweşxaneya Pars a Tehranê û ew di bin çavdêriya tîmek bijîşkî de hatiye nexweşxaneyê.

Di vê navberê de, Weqfa Nargiz Mihemedî daxuyaniyek weşand û tekez kir ku ji ber rewşa wê ya tenduristiyê pêwîste li cihekê ji derveyê girtîgehê were dermand kirin û dibin çavderiyên bijişkên pisporde bimîne. Her wiha diyar kir ku tenê paşxistina cezayê wê fikarên li ser tenduristî, jiyan û ewlehiya wê kêm nake.

Nergiz Mihemedî, ku cezayê xwe li Zindana Zencanê dikişîne, nêzîkî deh roj berê ji ber xirabûna tenduristiya wê veguhestibûn nexweşxaneyek li Zencanê. Malbat û xizmên wê di demên dawî de daxwaza veguhestina wê ya ji bo Tehranê kiribûn. Da ku di bin çavdêriya bişijkên ku ew jê bawer dikin were derman kirin.  

Bi zêdebûna fikarên li ser tenduristiya girtiya siyasî, rêxistinên mafên mirovan û hin saziyên navneteweyî jî daxwaza berdana wê ya tavilê û dabînkirina lênêrîna bijîşkî ya guncaw kirine.

Nergiz Mihemedî par piştî ku beşdarî merasîma cenazeyê parêzer Xosrew Elî Kordî li Meşhedê bû, hate binçavkirin û paşê cezayê girtîgehê lê hate birîn.