Tora SIHA: Şerê li Sûdanê bandorê li ser maf û parastina jinan dike

Di rapora nû ya Înîsiyatîfa Stratejîk a Jinan li Qirna Efrîqayê de tê destnîşankirin ku şer û pevçûnên li Sûdanê pergala hiqûqî têk birine. Lêkolîn banga rakirina bendên cudakar ên li dijî jinan û guhertina qanûnên rewşa kesane dike.

Navenda Nûçeyan – Tundiya pevçûnên li Sûdanê bi rastiyek hiqûqî û civakî ya tevlihev re têkildar e. Her wiha bi zêdebûna rêjeya koçberiyê û hilweşîna saziyan re rewş hê bêtir aloz dibe. Ev rewş eşkere dike ku dadgeh di mijarên wesayet, zewac, berdan û tundiya zayendî de têrê nakin û jin di gihîştina parastina hiqûqî de bi astengiyan re rûbirû dimînin.

Banga Tora SIHA ji bo guhertina qanûnên rewşa kesane

Lêkolînek nû ku ji aliyê Înîsiyatîfa Stratejîk a Jinan li Qirna Efrîkayê (Tora SIHA) ve hatiye weşandin, banga nirxandineke berfireh a qanûnên rewşa kesane li Sûdanê kir. Di heman demê de xwest ku bendên cudakar ên li dijî jinan bên rakirin û tecawiza zewacê, zewaca bi zorê û zewaca zarokan bi awayekî eşkere wekî sûc bên qebûlkirin.

Bandora pergala serdest a mêran li ser serxwebûna jinan

Lêkolînê diyar kir ku wesayet û pergala serdest a mêran, ku bi qanûn, adetên civakî û pratîkên siyasî ve girêdayî ye, serxwebûna jinan û gihîştina wan a bi edaletê re sînordar dike. Her wiha hate tekezkirin ku pevçûnên berdewam qelsiya mekanîzmayên parastina hiqûqî bêtir eşkere dikin û barê ser milê jin û keçan girantir dikin.

Pêşniyarên ji bo parastina mafên jinan di demên şer de

Lêkolînê banga avakirina dadgehên mobîl û yekîneyên alîkariya hiqûqî li deverên koçberan, her wiha pejirandina mekanîzmayên parastinê yên qanûnî ji bo jinan li herêmên pevçûnê kir. Di lêkolînê de hate nîşandan ku çawa qanûn û adetên herêmî xweseriya jinan di warên nasname, edalet, tundî û koçberiyê de sînordar dikin, û şerê çekdarî çawa tundiya li ser bingeha zayendî û lawaziya jinên koçber zêde dike.

Kêmasiyên dadwerî û rola normên civakî

Guftûgoyên mafên mirovan kêmasiyên di hin pratîkên dadwerî de di warê parastina jinan ji tundiya navmalî de destnîşan kirin. Ev kêmasî bi girêdana bi normên civakî yên mîrasgirtî, rolên serokatiyê, avakirina aştiyê û rêveberiya qeyranê ve hatin girêdan.