Li Îranê ji malbatên nexweşên CF xwepêşandan

Malbatên nexweşên fîbroza kîstîk (CF) li ber Wezareta Tenduristiyê ya Îranê, li dijî zêdebûna bilez a lêçûnan û kêmbûna dermanên ku nexweş hewce ne, xwepêşandan li dar xistin.

Navenda Nûçeyan – Duh malbatên nexweşên fîbroza kîstîk (CF) li ber Wezareta Tenduristiyê ya Îranê  kom bûn, xwestin ku li dijî lêçûna zêde û kêmbûna dermanan nerazîbûna xwe nîşan bidin.

CF bi giranî bandorê li pişikê û pergala helandinê dike û dikare bi kuxika kronîk, pirsgirêkên helandinê û nexweşiyên mezinbûnê re bê.

Malbatên van nexweşan dibêjin ku kêmasî û lêçûna bilind a dermanan barê nexweşiyê ji bo wan girantir kiriye.

Malbat her wiha ji bo dermanên devkî rêjeyên tercîhî an jî duqat ji bo van nexweşan dixwazin, lê Wezareta Tenduristiyê tekez kiriye ku ev ji derfetên wan dernakeve û divê Banka Navendî û Rêxistina Plankirin û Budçeyê, budçeyê peyda bikin.

Fîbroza kîstîk nexweşiyeke genetîkî ye ku pêdivî bi lênêrîn û dermankirina berdewam heye û kêmasî an zêdebûna bihayê dermanan dikare lêçûnên giran li ser malbatên nexweşan ferz bike.