TJK-E, pêngava ‘Ji Ocalan re azadî’ derbasî qonaxek nû kir

Koordînasyona TJK-E, pêngava bi daxwaza " Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka re Kurd çareserî " tê meşandin, bi kampanyaya 'Tîrêjên Rojê' derbasî qonaxeke nû dike.

Navenda Nûçeyan- Koordînasyona TJK-E'yê daxuyaniyek weşand û diyar kir ku bi kampanyayek nû bi dirûşmeya ‘Tîrêjên Rojê’ derbasî qonaxek nû bûne.

‘Meşaleya azadiyê roj bi roj gerdûnî dibe’

Di kampanyaya nû de ev tişt hate gotin: “Rêber Apo li dijî komploya navneteweyî 25 sal in di nava sîstema êşkenceyê ya Îmraliyê de berxwedan û têkoşîneke bêhempa dimeşîne. Li dijî vê komploya qirêj a ku 25 sal in dewam dike, di serî de jin û ciwanên Kurd gelê Kurdistanê û dostên wan berxwedanek mezin nîşan dan. Gelê me ku her tiştên xwe jê hatiye standin û polîtîkayên înkar û tinekirinê li ser hebûna wê hatiye ferzkirin, di nava ti şert û mercî de ji têkoşîna xwe ya rûmetê paşve gav neavêtiye, her tim li ser jiyana azad biryara xwe daye û li dora Rêber Apo bûye yek, gerîlayên azadiyê jî li dijî rejîma AKP-MHP'ê ya qirker û faşîst têkoşînek mezin a azadiyê meşandiye. Sedema esasî ya êrişkariya qirkerî û dagirkeriyê ya îro li Kurdistanê tê kirin ew e ku ev berxwedan li Rojhilata Navîn bilind dibe, di şexsê Rêber Apo de dibe yek, vediguhere meşaleya azadiyê, roj bi roj gerdûnî dibe û di nava vê rewşa tengav û kaos de dibe rêya rizgariyê.

‘Êrîş û îzolasyona li ser Rêber Apo êrîşek li dijî tevahiya gelên Kurdistanê û mirovahiyê ye’

Paradîgmaya Jiyana Azad û Demokratîk a Rêber Apo ji bo gelên Rojhilata Navîn û cîhanê bi taybetî jî ji bo gelên Kurdistanê bûye hêvî. Ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn, çareseriya pirsgirêkan, azadiya jinê, jiyaneke hevpar a wekhev bûye rêya yekane. Ji ber ku ev felsefe her roj hîn bêhtir tê şopandin û sempatiya jê re mezin dibe, vê yekê dewleta Tirk û serwer aciz kiriye. Ji ber vê yekê êrişên berfireh, sîstema êşkenceyê û tecrîd li ser Rêber Apo têne ferzkirin. Ev êrîş û îzolasyona li ser Rêber Apo êrîşek li dijî tevahiya gelên Kurdistanê û mirovahiyê ye. Rejîma AKP-MHP'ê ya faşîst bi rengekî bêperwa êrîşî destketiyên gelê Kurd hemûyan dike, bi navê Kurdîtiya Azad çi hebe dixwaze tine bike. Di serî de Konseya Ewropa û CPT, bêdengiya saziyên navneteweyî dibe sedem ku desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê van polîtîkayên xwe hîn giran bike. Bêdengiya saziyên navneteweyî wan dike şirîkê sûcê kiryarên li dijî mirovahiyê.

Rêber Apo ne tenê ji ber ku daxwaza azadiya gelê Kurd dike, di heman demê de ji ber ku paradîgmaya azadiyê ya gelên cîhanê hemûyan afirandiye li Îmraliyê hatiye tecrîdkirin û di nava sîstema tecrîdê de îmha lê tê ferzkirin. Rêber Apo rastiya jinê ya bi hezaran sal in bindest e, tê qetilkirin ji nû ve nirxand û li ser bingeha 'Azadiya civakê bi azadiya jinê dibe' tevgeriya, bi vî rengî bal kişand ser girîngiya têkoşîna azadiya jinê. Şoreşa Rojava bûye mînaka herî baş a vê yekê, ev şoreş weke şoreşa jinê li rûpelên dîrokê hatiye nivîsandin. Di heman demê de ji bo têkoşîna jinê ya navneteweyî bû çavkaniya hêvî û sûdwergirtinê. Piştre jî dirûşma 'Jin, Jiyan, Azadî' li berxwedana li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê deng veda ku piştî qetilkirina Jîna Emînî destpê kir û ev yek jî nîşan dide bê Rêber Apo xwedî bandoreke çawa ye. Dema ku mirov van herdu pêşketinên 10 salên dawî binirxînin jî ku bandor li tevahiya cîhanê kiriye, wê bê dîtin bê Rêber Apo gihîştiye rastiyeke çawa ya Rêbertiyeke mezin.

‘Kampanya azadiyê gelek gavên nû avêtiye’

Di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' ku 10'ê Cotmeha 2023'an ji aliyê dostên gelê Kurd ên entrasnyonal ve hate destpêkirin, di nava salê de gelek çalakî, konferans hatin lidarxistin. Em jin jî mîna ku 25 salên dawî me kirin, bi rengekî çalak em tevlî kampanya ji bo azadiyê ya sala dawî bûn, me pêşengî jê re kir. Bandora girîng a kampanya azadiyê li holê ye. Beriya her tiştî kampanyayeke welê girîng e ku mirovahiya cîhanê li dora nirxên hevpar li hev civandiye. Lewma pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' gaveke nû avêtiye. Ji gelek gel, civak, komên baweriyan mirov li dora daxwazeke hevpar gihîştin hev û 'dengek kirin hezar deng', dengê bi hezaran mirovî jî gihand bi milyonan mirovî ku ev yek di sedsala 21'ê de ku du mirov nikarin li hev kom bibin, nîşaneya berxwedaneke bêhempa ye. Lewma kampanya azadiyê gelek gavên nû avêtiye.

‘Bi kampanya 'Tîrêjên Rojê' derbasî qonaxeke nû bikin’

Di rewşa heyî de pêwîstî pê heye ku pêvajoya komployê bi temamî bê têkbirin, tecrîda mutleq a li ser Rêber Apo bê şikandin, azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bê misogerkirin, ji bo vê jî têkoşîn hîn bêhtir radîkal û mezin bibe. Weke Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) em radigihînin ku em ê pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bi kampanya 'Tîrêjên Rojê' derbasî qonaxeke nû bikin. Kampanya me tê wateya hevgirtina li dora Rêber Apo. Em ê fikrên Rêber Apo bigihînin her kesî, her malê, her kolanê, her dibistanê û ronahiya rojê bigihînin her devera tarî maye. Em zanin ku tarîtiya herî kûr jî li pêşberî tîrêjên rojê wê ji holê rabe. Meclîs, komun, înîsiyatîf, sazî û komîteyên me yên di bin sîwana Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E) de cih digirin, wê bi ruhê seferberiyê, bi reng û gotinên xwe bi rengê herî xurt tevlî kampanyayê bibin. Çalakiyên ku em ê di dema bê de lidar bixin wê me hîn bêhtir nêzî azadiyê bikin. Li ser vê bingehê em bang li jinan hemûyan dikin ku beşdarî kampanya 'Tîrêjên Rojê' bibin ku wê di çarçoveya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' bê lidarxistin.”