TJA’yê li ser jinên di girtîgehan de komxebatek li dar xist

Ji bo rewşa jinên di girtîgehan de were dîtin, komxebata bi navê ‘Di girtîgehê de jinbûn’ hat lidarxistin û li ser şert û mercên ku girtiyên jin dijîn, axaftin hatin kirin.

Stenbol- Komxebata Tevgera Jinên Azad (TJA) ya bi navê “Di Girtîgehê De Jinbûn” li oteleke li Taksîmê hat lidarxistin. Salona ku komxebat lê hat lidarxistin, pankarta 'Weke Jin di Girtîgehê de' hat daliqandin. Nûnerên sazî û rêxistinên jinan, Meclisên Jinan ên Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), parlamenter, aktivîstên femînîst, rojnamegerên jin, parazvanên mafên jinan e, Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê û malbatên ku çalakiya "Nobeta Edaletê" didomînin beşdarî komxebatê bûn. 

Komxebat ji 4 rûniştinan pêk tê

Di rûniştina yekem a Komxebat de, “Di salên 70-80-90'î de li Girtîgehê Jinbûn", di beşa duyemîn de “Ji duh heta îro girtîgeh" di beşa sêyemîn de jî “Li girtîgehan binpêkirina mafan" û di beşa çaremîn û ya dawiyê de jî “Em ê çi bikin û rê û rêbazên çareseriyê" bên nîqaşkirin û pêşkêşkirin. 

Axaftina vekirinê ya komxebatê jî aktîvîsta TJA'yê Fîgen Ektî kir.

“Em ê bigihîjin encameke hevpar"

Fîgen Ektî diyar kir ku ew ê bi nîqaşên di komxebatê de bên kirin bigihîjin encameke hevpar, wek jineke di girtîgehê de jiyayî ji serpêhatiyên xwe mînakan da. Fîgen Ektî da zanîn ku ew di salên 80'î de weke zaroka jineke dîl hatiye dinê, diyar kir ku ew jî di salên borî de demeke dirêj di girtîgehê de maye û wiha got: "Di salên 80, 90'î û 2000’î de li girtîgehan polîtîkayên tecrîd û îzolasyonê hebûn. Di salên 80'yan de em hatin girtin û darizandin. Em hemû jî çûn ber deriyên wan girtîgehan. Ji wan rojan heta îro tu tişt neguheriye. Bêtir şert û merc zehmet bûne û tecrîd bêtir hatiye girankirin.”

“Jinan pêşengiya Têkoşîna Azadiya Kurd kirin”

Fîgen Ektî, anî ziman ku ew bi gelek şêwazên jiyanê yên li ser wan hatine ferzkirin re rû bi rû mane û wiha axivî: “Gelek tişt li ser girtiyan dihatin ferzkirin. Bi tacîz û tecawizê re rûbirû diman. Dema em li dîrokê dinêrin em dibînin ku jin tu carî entegre nebûne. Heke tu bixwazî azad û jiyana bi rûmet bijî dê kesên ku li hemberî te derkevin jî hebin. Ji ber vê sedemê jin li dijî hêzên desthilatdar li ser vê erdnîgariyê her dem di nava têkoşînê de bûn. Jinan pêşengiya Têkoşîna Azadiya Kurd kirin. Ev jinên pêşeng hatin binçavkirin û girtin. Hevalên me yên ku 30 sal in serî netewandine, girtîgehan veguherandin qadên têkoşînê. Bi Girtîgehên Tîpa F xwestin rêxistinbûna girtiyan ji holê rakin. Em ji ber serpêhatiyên xwe û hestên xwe li vir kom bûn."

Fatoş Guney zextên li girtîgehan vegot

Piştre aktîvîsta mafên mirovan û hevjîna sînemager Yilmaz Guney, Fatoş Guney mafê axaftinê girt. Fatoş Guney wiha got: "Ez qet nehatim girtin. Lê ez bi kurê xwe re 10 sal in piştevaniya girtiyan dikim. Ez heman hestê dijîm. Ji bo girtîgehan gelek xebatên min çêbûn. Lê belê min tu carî ji wezaretê destûr negirt. Mayîna li girtîgehan hestek cuda ye. Mînaka wê jî Aysel Tûglûk e. Ez hêvî dikim demildest ji bo Ayselê tiştek bê kirin. Her wiha ez spasiyên xwe pêşkeşî hevalên ku ked dane vê komxebatê dikim." Fatoş piştî axaftinê dest bi pêşkêşiya mijara xwe kir. Fatoş Guney behsa avahiya fizîkî ya girtîgehan kir û ji zextên derûnî yên li girtîgehan tên kirin, mînakan da. 

Komxebat, ji çapemeniyê re girtî berdewam dike.