Li Stenbolê di serdegirtina malan de gelek kes hatin binçavkirin
Li Stenbolê, di serdegirtina malan de rojnameger û rêveberên HDP'ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Stenbol - Li Stenbolê di saetên serê sibehê de polîsan bi ser malan de girtin. Di dema serdegirtinê de li malan lêgerîn hatin kirin. Rojnameger Salîha Aras ku li Komeleya Modernîteya Demokratîk dixebitî û endam û rêveberên HDP'ê yên Stenbolê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku hinceta binçavkirinan nayê zanîn û dibe hejmar zêde bibe.
Navê kesên hatine binçavkirin wiha ne: Hevberdevka Rexistina Bajar a HDP'ê Besra Îşsever, Hevseroka HDP'a Uskudarê Aysel Ozbey, Erkan Tarim, Mumîn Odabaş, Harûn Bagatûr, Enes Ozdaş, Ercan Ozer û Salîha Aras."