TJA: Serkeftina Kobanê mînaka serkeftina berxwedêriyê ye
TJA’ê di daxuyaniya 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî de wiha got: “Berxwedana Kobanê di heman demê de bû veguherîn û xweparastineke berxwedêr ku civak, nirxên demokratîk, azadiya jinan û hêmanên ekolojîk jî ji nû ve ava kir.
					Navenda Nûçeyan- Tevgere Jinên Azad (TJA) têkildarî 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanî daxuyaniyek nivîskî parve kir.
TJA’yê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku bi pêşengiya jinan, têkoşîna li dijî DAIŞ’ê dest pê kiriye û ev tişt got: “Di sedsala 21'ê de jî li dijî nirxên jiyanê yên jinan, nirxên xwezayî, nirxên çandî DAIŞ, wekî amûrekî şer li hemberî ne tenê gelê Rojava, li hemberî gelên cîhanê li ser axa Kurdistanê hat bikaranîn. Qirkina jinan, jenosîda çandî, ekoqirkirinê bi tevahî bi destê vê rêxistinê xwest pêk bînin. Lê bi berxwedaneke civakî ya ku di tu serdemên dîrokî de nehatîye dîtin, bi pêşengiya jinan hat tunekirin. Ev berxwedan di heman demê de bû veguherîn û xweparastineke berxwedêr. Civakê, nirxên demokratîk, azadiya jinan û hêmanên ekolojîk ji nû ve ava kir.”
‘Avakirina civaka demokratîk her dem didomînin’
Di berdewamiya daxuyaniya TJA’yê de wiha hat gotin: “Ev berxwedan di heman demê de bû veguherîn û xweparastina berxwedêr. Civakê, nirxên demokratîk, azadiya jinan û hêmanên ekolojîk jî ji nû ve ava kir. Ev şerê ku li dijî gelên cîhanê, jinên cîhanê hat kirin, bi parastina civakê ya bi pêşengiya jinan, bi şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’, hat şikandin û gelan bi berxwedan û avakirina civaka demokratîk pêk anî. Hem rizgarkirina Kobanê hem jî şoreşa ‘Jin Jiyan Azadî’ li ser vê bingehê, wekî diyarî hat pêşkêşkirin hemû jinên cîhanê, gelên cîhanê bûn perçeyek vê xwedana azadiya jinan. Em jî îro, bi rizgarkirina Kobanê û ji nû ve avakirina Rojava bi nirxên jinan îlham digrin, weke jin, bi hêza xwe, bi îradeya xwe û bi rêxistinkirina xwe ya xwesar a taybet, berpirsiyariya xwe ya dîrokî bi cih tînin û avakirina civaka demokratîk her dem didomînin.”