Fermandar Klara Kobanê: Qebûlnekirina YPJ’ê qebûlnekirina îradeya jinan e
Fermandara Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) Klara Kobanê tekez kir ku qebûlnekirina YPJ’ê di pêvajoya entegrasyona demokratîk de tê wateya qebûlnekirina îradeya jinan û nîvcohiştina pêvajoya avakirina Sûriyeyeke demokratîk.
RONÎDA HACÎ
Hesekê – Di nav pêvajoya nû ya avakirina Sûriyeyê ku piştî peymana 29’ê Çileyê di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hikûmeta demkî ya Sûriyeyê de dest pê kiriye de, mijara qebûlkirina Yekîneyên Parastina Jinan (YPJ) asê maye. Tevî ku şandeyeke ji YPJ’ê bi Wezareta Parastinê ya hikûmeta demkî re di meha Nîsanê de li hev civiyan, heya vê rojê jî ev doz bi gelek astengiyan re rûbirû dimîne. Her wiha destkeftiyên salên şoreşê tên paşguhkirin.
Têkildarî vê mijarê Fermandara YPJ’ê Klara Kobanê ji ajansa me re nirxandinên girîng kirin.
Fermandar Klara Kobanê di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya qebûlkirina YPJ’ê ya di nava avahiya parastinê ya Sûriyeyê de û wiha got: “Qebûlkirina YPJ’ê ne tenê mijareke leşkerî ye, her wiha pirsgirêkeke girêdayî demokratîkbûn, nasname û îradeya jinan e.”
‘YPJ ne tenê beşek ji QSD’ê ye, ew hêzeke xwedî nasname ye’
Klara Kobanê di berdewama nirxandina xwe de diyar kir ku peymana 29’ê Çileyê rê li ber pêvajoyeke nû ya entegrasyonê vekiriye, lê hê jî mijara pejirandina YPJ’ê di nava Wezareta Parastinê de bêbersiv maye. Fermandar Klara wiha domand: “Di nava QSD’ê de gelek beş hene û YPJ yek ji wan hêzên bingehîn e ku bi deng, reng û nasnameya xwe ya xweser cihê xwe di nava pergala leşkerî ya di Rojavayê Kurdistanê de parastiye.”
Ji Rojava heta Şengalê: Tecrubeyeke ku sînor derbas kir
Fermandar Klara Kobanê di dirêjiya nirxandinên xwe de da zanîn ku YPJ tenê li Rojavayê Kurdistanê nesekiniye, her wiha di gelek bajarên Sûriyeyê, li Şengalê jî bi hawara jinan ve çûye û têkoşiyaye. Fermandar Klara wiha dewam kir: “Di şerê li dijî hêzên tarî û terora DAIŞ’ê de YPJ’ê roleke sereke lîst û di gelek qonaxan de fermandariya operasyonan bi destê jinan bû, di nav de jî şerê Reqqayê heye.”
‘Piştgiriya jinan ji bo YPJ’ê hişyariyeke cîhanî ava kir’
Fermandar Klara li ser kampanyaya ku di 26’ê Nîsanê de ji aliyê Platforma Çalakiyên Hevbeş a Rêxistin û Tevgerên Jinan ve ji bo piştgiriya YPJ’ê hat destpêkirin jî rawestiya û wiha ev mijar bibîr xist: “Ev kampanya ne tenê ji bo piştgiriya hêzeke leşkerî bû, her wiha nîşaneya hişmendiya jinan bû ku YPJ’ê wek îrade û hebûna xwe dibînin. Ev pêngav an jî hemle di nav jinên cîhanê de hişyariyeke nû ava kir û girêdana têkoşîna jinan li ser bingeha azadî û xweparastinê bêtir xurt kir.”
‘Neqebûlkirina YPJ’ê neqebûlkirina îradeya jinan e’
Klara Kobanê diyar kir ku ji bo wan qebûlkirina YPJ’ê di nava artêşa Sûriyeyê de ne tenê mijareke rêxistinî ye. Fermandar Klara, tekez kir ku ev yek tê wateya qebûlkirina saziyên Rojavayê Kurdistanê û îradeya jinên Kurd û wiha pê de çû: “Em dikarin bêjin ku neqebûlkirina YPJ’ê tê wateya nîvcohiştina pêvajoya entegrasyona demokratîk.”
‘Şerê herî giran guhertina hişmendiyê ye’
Klara Kobanê got ku YPJ ne tenê ji bo şerê çekdarî derketiye holê, di heman demê de ji bo guhertina hişmendiya civakê û şikandina feraseta baviksalarî jî têkoşiyaye. Di dawiya axaftina xwe de Fermandar Klara Kobanê anî ziman ku qebûlkirina jinan di destûr, parlamento û saziyên civakî de dê rê li ber guhertinên rastîn veke û tekez kir ku YPJ dê di her şert û mercan de li ser parastina maf, hebûn û mîrasa xwe, têkoşîna xwe bidomîne.