TJA: Havdîtina bi femînîstan re hêzê da me

TJA’yê spasiya femînîstên ku li dijî polîtîkayên qeyûman ji bo piştevaniya bi Tevgera Jinên Kurd re hatin Êlih û Amedê kir û got: “Hevdîtina bi femînîstan re, li dijî faşîzm û qeyûman, bi gotina ‘Na’ gelek bi wate ye.”

Navenda Nûçeyan- Tevgera Jinên Azad (TJA) di peyama weşandî de spasiya femînîstên ku ji bo piştevaniyê ji Setenbolê hatin Êlih û Amedê serdana wan kirin. Di peyamê de wiha hat gotin: “Bi tayînkirina qeyûm li şaredariya Colemêrgê, xesbkirina îradeya gel, destpêkê gelê Kurd û jinên Kurd di vê pêvajoyê de êrişên li dijî civakê her ku diçe zêde dibin, bi femînîstan re hatina ba hev, bihevrebûna li dijî rejîma qeyûm û gotina ‘Na’ gelek bi wate ye.”

‘Serdana wan hêzê da me’

Di berdewamiya peyamê de hat diyarkirin ku femînistên hatin Êlih û Amedê û di hemen demê de bi hevşaredarên ku bi îradeya gel hatin hibijartin re hatin ba hevi hêzê dide û wiha domiya:

“Em dizanin, polîtîkayên zayendperestî, nijadpererstî û milîtarîst, jiyana jinan dixin zehmetiyan, li dijî jin û tevgerên jinan tundiya sîstemtîk a mêr dewletê zêde dibe. Ji peymana Stenbolê heta sîstema hevserokatiyê, weke jin destkeftiyên ku bi hezaran bedel û kedê hatine bidestxistin, bi destên daraza mêr hewl didin xesb bikin. Di pêvajoyeke wiha de weke jin hatina ba hev, bilindkirina piştevaniyê ji bo têkoşîna azadiya jinan gelek bi sûd e. Di heman demê de di Doza Kumpasê ya Kobanê de bi salan e hevalên me yên jin rehîn tên girtin û di 16’ê Gulanê de hatin tehliyekirin hatina ba hev; ji bo jinan azadî, wekhevî û di nava ewlehiyê de jiyana nû bi hev re ava bikin û hêvî zindî bikin; têkoşîna rêxistinkirin û girîngiya li dijî sîstema mêrsalar li ser hunandina têkoşînê hate rawestandin. 

Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP ku nûnerên sîstema kapîtalsît a mêrsalar in, di her qadê jiyanê de bi awayekî berfireh li dijî êrişan hatina femînîstan a Amed û Êlihê û bi me re di nava piştevaniyê de hêzê dide me. Encax bi xeta têkoşîna hevpar û li dijî vê zîhnyeta aydê sîstema faşîst serdanê hêz û sûdek mezin daye me. Li dijî nêzîkatiya mêrsalarî ya sazîbûyî, bi biryardariya bilindkirina zêdetir têkoşînê, em ê careke din di nava hevdîtinan de bin…”