TJA: Em li hember vê êrişê bêdeng namînin
TJA bertek nîşanî sansorkirina rûyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya ji aliyê AVA TV ve hatiye pêkanîn da û got: “Ev provakasyonek rasterast li dijî hêviya çareseriyê, bingeha diyalogê û pêşeroja hevpar a gelan e.”
Navenda Nûçeyan – AVA TV ku navenda weşana xwe li Kurdistana Federal li bajarê Hewlêrê dike dema ku weşana zindî dike di weşana xwe de ruyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan sansor dike. Tevgera Jinên Azad (TJA) daxuyaniyek nivîskî da û bertek nîşanî weşana AVA Media (TV) da.
Daxuyaniya TJA yê bi vê awayî ye:
"Sansor kirina wêneyê Abdullah Ocalan yê ku li Girtîgeha Îmraliyê hatiye kîşandin û ji hêla AVA TV ve sansor kirina wê mirov nikare tenê weke wekî hilbijartinek weşanê an jî sepandina teknîkî bigre dest. Ev nêzîkatî bêrêziyeke eşkere û destwerdanekê rasterast li dijî îrade, mîrateya dîrokî û rûmeta gelekî ye.
Provokasyonek li dijî pêşeroja hevpar a gelan e
Medya berpirsiyar e ku rastiyê ragihîne; pratîkên weha ne tenê neexlaqî ne, lê di heman demê de destwerdanek li bîra kolektîf e. Di êvara 4’ê Nîsanê de, di demekê de ku nîqaşên li ser çareseriyek demokratîk ji bo pirsgirêka Kurd û lêgerîna aştiyê zêde dibin, karanîna pratîkên weha bi rêya wêneyek daxuyaniyek ji bo Aştî û Civaka Demokratîk provokasyonek rasterast li dijî hêviya çareseriyê, bingeha diyalogê û pêşeroja hevpar a gelan e.
'Rol û bandora Rêber Ocalan di vê têkoşîna dîrokî de nayê înkarkirin.’
Bi sedsalan e, gelê Kurd têkoşîna hebûnê daye, li dijî polîtîkayên înkar, îmha û asîmîlasyonê bedelên giran daye; di vê pêvajoyê de, bi kevneşopiyeke xurt a berxwedanê nasname, ziman û lêgerîna xwe ya azadiyê parastine. Rol û bandora Rêber Ocalan di vê têkoşîna dîrokî de nayê înkarkirin. Ji ber vê yekê, her hewldanek ji bo bêrûmetkirina wî ne tenê takekesek hedef digire; di heman demê de bîra berxwedanê, hişmendiya siyasî û rastiya civakî ya gelekî jî hedef digire. Ev yek zirarê dide yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd. Wek TJA, em li hember vê êrîşê bêdeng namînin û em wê şermezar dikin. Em carek din dibêjin: Bandoriya hêza fikrê Rêber Ocalan û rastiya civakî ya nûnertiya wê dike ewqasî bi hêze ku tu sepandinên sansor kirinê nikare sînordar bike.