TJA: Em bang li jinan dikin li hemberî tecrîdê têkoşînê mezin bikin
TJA yê bi daxuyaniyeke nivîskî komploya 15'ê Sibatê şermezar kir û got: “Em bang li jinan û gelê Kurd dikin ku têkoşîna xwe mezin bikin û tecrîdê rakin.”
Navenda Nûçeyan - Tevgera Jinên Azad (TJA) yê têkiltarî Komploya Navdewletî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatî meşandin daxuyaniyek nivîskî weşand û got: "Ji roja destpêkê ve birêz Ocalan komployê dîtiye û rexmî hemû bêderfetiyên xwe jî ji bo vala derxistina komployê têkoşîn daye. Tê xwestin komplo bi tecrîdê bê domandin. Tecrîd ferzkirineke navneteweyî ya dijî çareseriyê ye. Em jin careke din komploya 15'ê Sibatê, hêzên tarî û kûr ên li pişt wê nelet dikin. Komplo li Rojhilata Navîn û hemû dinyayê dibe sedema şer. Di serî de hevalên me yên li zindanê em jin û gel li dijî tecrîdê têdikoşin. Dengê li zindanê li dijî tecrîdê bilind dibe dengê banga azadî, demokrasî, edalet û maf e."
Di berdewama daxuyaniya xwe de TJA'yê, destnîşan kir ku rêya aştiyê di Îmraliyê re derbas dibe û ev nirxandin kir: "Wê gelên Rojhilata Navîn, jin û kurd bi azadiya fizîkî ya birêz Ocalan re bigihîjin azadî û demokrasiyê. Em banga xwe ya ji bo rakirina tecrîdê careke din dubare dikin. Em bang li jinan û gelê Kurd dikin ku têkoşîna xwe mezin bikin û tecrîdê rakin. Em diyar dikin ku em ê ji bo azadiya fizîkî ya birêz Ocalan têkoşîna xwe bilind bikin."